xeterêkî gewre
çûme naw xêwet ke tenya barzanî û ’arfî têdabû; ’emeraẍaş hat. dugmey berge demançeman tirazandibû; demançeş le ser pê bû. ke eger le derewe herayek řûy da, ’arf bikujîn. nanî nîwřo le layen destey serokcimhûrewe dedra. dyar bû ew çekdaraney nizîk bûn û le naw xêwetekanda çawenoř bûn, neçûne nan xwardin. her wek minîş wêřay ’emeraẍa gutman têrîn; nan naxoyn. ře’îsî sitadî erteşî ’arf- ke řîş û ser sipîyek bû be nawî «şakir miḧemmed»- hate jûrî xêwet, sirteyekî degeł ’arf kird. zor gwê le ser hest bûm, têgeyîm pêy gut: xirap tûş bûyn; ewane le hemû lawe damezrawin û qestyane swarman bin. be sirte be ’emeraẍam gut: êsta ewan le ême detirsên; wa bizanim nawêrin pel bibzêwin. le mêj bû her le mûsił û beẍdawe pyawêkim denasî be nawî «kake»; fîlimberdar bû. ewîşyan degeł xoyan hênabû. be lamda têpeřî gutî: ewaney be nawî fîlimberdar degełman hatûn, hemûyan pyawkuj û latin û zortan aga le xo bê! ta lay ’esir dew diłetepeyeda mayn. ’arf maşênêkî swarîy xoy pêşkeş be barzanî kird û xwaxafîzî kira. barzanî swarî maşêneke nebû; be cîpekey xoy hatewe. min ḧewlim deda yekêk degeł xoy swarim ka, barzanî tûşim hat û fermûy were degeł min biřoynewe.
le řêge zor be diłpiřî gutim: çûneket karêkî zor xirap bû, hezaran car ew dewłete bênamûsane bew fendełfêł û swêndane kurdyan le beyn birdûyn. fermûy: bełê xeter bû; bełam ew pyawe zilane zoryan pê dagirt û min řiqim hesta û her xwa ḧîsabe...
giftugo û hatuçoy ne şeř ne aştî dirêjey kêşa. zor car pêk hełdeprijyan û zor car hêmnî û terkî şeř bû. em maweye dû sał û sê mangî kêşa. le mangî cûlay sałî 1968da hêndêk efserî acûdan û nizîk le serokcimhûrî degeł be’sîyan řêk kewtibûn û kûdetayan dijî ewřeḧman ’arf kird û hełyandaşt. paş sêzde řoj be’sî be serkirdayetîy sedam û eḧmed ḧesen bekir kodetaçîyekanyan derkird û dûbare be’is ḧukmî ’êraqî girtewe dest.
le seretay beharî şêst û heştida, xêzanim be dizîyewe hatbuwe serdanim. mindałîşî hênabûn; cige le miḧemmed. xanî kuřim ke le temenî çil řojeda becêm hêştibû, xiřkełe û nizîk be sê sałan bû. hestî kirdibû ke babî nîye û dyar bû zorî bo beperoş buwe. her ke gutyan ewe babte! destî kirde milim berî nededam. her deygut: ey babî xom! taze becêt nayełim! min babî xom heye!... řastî kem wa buwe ewende diłim bigîrê û xemgîn bim; ke ew dîmene diłtezênem hergîz le bîr naçêtewe...