şeřî hendirên û barîkeřêsî dewłet

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  934 Dîtin

řojnamegerêkî zelamî feřansî xoy geyande şeřge. be qisey ew pitir le dû hezar kiławxudî serbazan le şeřge becê mabû. kelak her basî nakirê... leşkirî dujmin qiłb bowe. xoyan kutayewe řewandiz. cige le sedan tifeng û deyan bêsîm, çwar topî zor gewre û be hezaran petû, cilkî serbazî, be de hezaran fîşek, bû be tałanî. tenanet kotî fermande be estêrewe û cewałêkî naylon piř le nexşey şeř des kewt. serkewtinêkî zor gewre bû. lew hemû şeředa dû pêşmerge şehîd kiran ke yekyan ’usmanî naw bû; ewî tirîşim le bîr nemawe.

îtir dewłet le şeřî hendirênewe zatî şika û «’ebduřřeḧman bezaz» beyanî biław kirdewe ke le řêgey giftugowe meseleke ḧel bikirê. gutîşî ’aqłekanî kurd le beẍda têdegen ke min mesłeḧetî kurdim dewê. menzûrî le biraym eḧmed û celal û hewałanî bû.