meşqî peřînewe le pirdî sîřat û çend nuktey tir

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1057 Dîtin

le çyay hełgurd barzanî gutî: deyangut hejar nayetewe şořş. min lam wa bû her dêyewe. řojêkî dîş ke taze hatbûmewe pirsî: zebîḧî çi deka?

gutim: muxalîfî toye!

- dełên birdûte małe xot?

- bełê řefîqî çend sałem buwe; nexoş bû. bełam lêt řûn bê neytiwanîwe fikirî min bigořê...

řojî dwayî min û mela baqî ber lewanî tir dageřayne ser cadey lay «çoman». dinyayekî çoł bû. lebin dîwarî kone qawexaneyek xoman dabuwe ber sêber. kuře ciḧêłeyek hat řabrê, îşarey bo laytekey mela baqî kird ke de bergî xakî gîrawe û be piştêndîda şoř botewe:

- mamosta mela baqî ewe çîye?

- heho heho! law waye sîlaḧêkî sîřřîm pêye; biřo!

gutim: bo diłî deşkênî! ciḧêłe; diłteře; wayzanî zuřnat pêye û eger ḧeyranêkî bo lêdey diłî xoş debê!

zîrekîyekî xom: taze le beẍda dûkanim danabû. degeł danişcûyêkda be nawî mezher dost bûyn. çend sałêk bû lêk hełbiřabûyn. řojêk kuřêk hate lam. zor be germî çak û xoşî degeł kirdim.

- ay kake çonî? xeberî kak ḧemîdî birat?

- ḧemîdî çî û biray çî?!

- kake to mezher nît?

- hay qisey qoř çend pêkewe hewał bûyn? çon namnasyewe? kuřî şêxî darexurmam!

- ay řast dekey; bibexşe!

- be xwa diłim zor lêt êşawe. îtir neçî ewcar minit le bîr biçêtewe!

- nexêr xatircem be!

řojêk le îdarey mebanî ’am yekêk hate lam. le diłî xomda gutim: biřwane min çend nazîrek bûm. ewe mezhere çonim lê gořabû. hat selamî kird, kokayekim bo bang kird.

gutim: kake çonî! xeberî kak ḧemîdî birat çîye?

hesta gutî: şerte kokat naxomewe! to dyare detewê min aşnat nebim, gałtem pê dekey! pêm gutî min kuřî şêxî darexurmam! řoyşit û negeřawe.

le şořişda řojêk le şeqławe nanî nîweřom xward. kuřêkî mesîḧîşim kirdibuwe mîwanî xom. gutyan pûłeketan ew efendîye dawye. lêm řwanî be pêkenînewe hat:

- kak hejar çonî?

- carê tuxwa pêm biłê to kuřî şêxî darexurma nîyt?

- yanî çî? eger wa bê namnasyewe. min mezherim!

- dey kak ḧemîdî birat çone?!

- zor başe û selamit lê deka.

neqłî xom û şêxî darexurmam bo gêřawe. têr be zîrekîyekem pêkenî!