peyamî ḧacî miḧemmedî lolan bo barzanî

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 9 Xulek  930 Dîtin

ḧacî miḧemmed- ke seyîd ’umerî kuřî şêx ’ubêdîllaşî degeł bû- daymezrand ke: bira zor bedaxewe małe lolan bûne mel’ûnî tarîxî mîlletî kurd; barzanîş bû be muqeddes. nazanim babim çon bû, bełam xwa şahîdme min ewende bew caşetîye nařeḧetim ke heta timaşay xom dekem bêzim le xo debêtewe. sofî û barzanîş zor le mêj sałe dujminî xwênî yektirin û ta tûşî yektir bin, eger yektir nekujin layan waye kafir debin. natwanîn û be qiseşim naken ke ême degeł barzanîyan bîn; bełam řêgeman biden deçînewe wiłatî lolan; yarîdey şořşîş be mał dekeyn. pyawêkî barzanîş le nawman bê bo agadarî le îxlasman. degeł dewłet be şeř nayeyn; bełam naşçîne yarîdey. to em peyamem bo bigeyene be barzanî û cwabekem bo binêrewe.

gutim: ḧacî miḧemmed! wek peyamekem geyandibê û cwabim hênabêtewe waye. barzanî hênde sawîlke nîye řêge bida êwe dostî ḧikûmet bin û biçnewe mełbendî lolan, bibne dîwarêk le nêwan wiłatî soran û badînanda û lêkman biř biden. eger dostî dewłet bî, naçar dête serdanit; top û tank û zirêpoş dênin, piştî hełgurdiman lê degirin. eger êwe le dyana çend efserêk bikujin û biřewn, wek dełên pirdan biřûxênin, barzanî řazî debê ke şeřîşî bo neken û le małe xotan danîşin. bełam eger le ser ew mebestey xot sûr bî, wituwêjî minî nawê û le îstawe bifermû bimgirin!

- be xwa mitmaneyan naye ke ewdem barzanî qiřman naken; bełam to se’îy xot bike û bełkû cwabêkî başim bo binêrî.

- başe to herçî gutûte be barzanî dełêm û şerte zyad û kemî nekem û bîr û biřway xoşim dernebiřim.

sibey bo paşnîweřo maşênêkim le dû hat û çûme ew geřekey ḧacî û sofîyekanî lê dejyan. destêk çoẍe û řankî deling fişî caşaney zor ’alî- ke řengî sipî bû- degeł piştêndêk û dû camaney serî bestiraw- ke wek ’emamey axundî şî’e be şeş mang biław nabê û eger biław bû debê westakar bot bibestêtewe- kira berim. wereqeyekî be îmzay fermandey fîrqey kerkûk û hewlêryan damê, nûsîbûy ’ebduřřeḧmanaẍa le fursane beřêzekanî dewłete! morî pêwe nirabû. tifengêkî yazde tîrîy tazeyan be dû řext fîşekewe lê bar kirdim; qet caşî wek xom şîkim nedîwe! swarî maşênêkî swarî bûm û ’emerî şêxewła- bê çek- ke tifeng û fîşekdanekanim hî ew bûn, degeł sê sofîy herkîy řîş panî çekdar degełma swar bûn. řannideyekî kurdîş lêy dexuřî. řannide debê biçête banzînxane banzîn wergirê; minîş le pêşewe swarim. ey xuda! ey ayetulkursî! kesî nasyaw nembînê ke bûmete caş! bełam nexêr tûş bûm: biraderêkî pêşmerge be nawî «yûns ’eqrawî»- ke zor pêkewe hewał bûyn- camaneykî řeşî caşaney le sere û leser kursîyek danîştuwe seyrî banzîn wergiran deka. lêre çon necatim debê? be xuda bê û nebê yûns bote caşî dewłet; êsta xeberim lê deda, minîş degirin û ḧacî miḧemmedîş tûş debê. diłim leser set û bîstî lê deda, yûns çawî be min kewt. hesta û řûy kirde piştî banzînxane û le ber çawim win bû. nexêr gîram û taze řizgarim nabê. weřê kewtîn; her awiř dedemewe: le kam nuxte demgirin? nazanim. geyne nizîk şeqławe be ’emerim gut lameden! gutî: ḧacî pêy gutûm. le xwar şeqławe serbaz řayangirtîn, maşênyan pişkinî, hêndêk şekkiryan dozyewe ke dûsed giramêk debû. girûhbanêk pirsî: ewe çîye?

’emer gutî: xot dezanî ême fursanî dewłetîn. barzanî şekkirî nemawe çay pê bixiwatewe, ewendey bo debeyn xêrman degatê!

giruhban gutî: gałtem pêdekey?!

- axir bira to- be qewlî barzanîyan- ew toze şekkire be çwar pênc caş řewa nabînî! min çi biłêm?

gutî: biřon! le řêge sofîyekanî piştewe bo xoyan qiseyan dekird. yekyan deygut: mêzer sûrêkim kuşt, xezayekî baş bû! paş nwêjî şewanêkî direng, zorman nemabû bo şarî dyana, le deşt ’emer gutî: bwêstin. be minî gut: dabeze! be řannide û sofîyekanî gut: êwe biçne dyana ta minîş dêm. maynewe ’emer û min. we dway kewtim ke be şîwerdêkda le řêgey lada. tawêk dûr kewtînewe, deşte û çoł û tarîk û le řê be dûr, wêstam; gutim: ’emer nyazim waye bitkujim! tifengim hêna ser pê û řamdaştê. ’emer zor tirsa; demî têk hała; be lerzokî û kizî gutî: xudê te min nakujî!

- bo natkujim? deştî lewe çołtir nabê. detkujim û tifengeket debem û be pêşmerge dełêm sofîyekî şêx řeşîdim kuştuwe; xełatim deken. helî wa bo kê hełdekewê?!

- xudê te min nakujî!

- axir bo çî natkujim?!

- çunke to lewe pyawtirî ke min be ẍedir bikujî.

- yanî her lat waye natkujim?

- bełê diłim biřwa naka to min bikujî.

- de eger diłit baweř naka, ew bare qořet bo be min hełgirtuwe? ha bigre tifengî xot bo xot hełgire, şanim hate xwar!

nazanî ke tifengekem dayewe çend we keyf hat! her deygut pîs tûş bibûm. bełam diłim baweřî nedekird bimkujî! geyştîne gundêkî çwar pênc małî be nawî «silêmanawa». çûyne małêk, ’emer sirtey degeł saḧêb mał kird; dayankirdîn û zoryan qedir girtîn. ’emer emcar demî kirayewe:

- seyda! be bêcan biłê em ḧefteye kewş û qumaşekey bo denêrim; be mîro biłê agay le şikartekem bibê; be fiłan biłê karim bo pêk hênawe...

- ’emer ewe to wek qiřjał be dû ser deřoy: caşî sofîşî û dostî pêşmergeş!

- ba wa bê!

’emer řoyşit. şew direngêk kabrayekî kurte bałay borelokîneyan řegeł xistim ke bimbate gundî gwan.

mang hełatbû, mangeşewêkî zor xoş. kabra le ser çingan deřoyî; detgut sey bore!

- ewe bo wa dekey?

- wist! le sengerî caşan zor nizîkîn; demanbînin demankujin!

- hetîw min dû ewendî to dirêjim. sipîm wek kełk. de pêşda min debînin. heste leser dû pê biřo! dena qidîlkem dê û naçarim pêbkenim û caş pê dezanin.

řastim kirdewe; bełam be řoyştinewe delerzî. geyandimye gundî gwan; teslîmî ḧacî ḧusên nawêkî kirdim û geřayewe. ḧusên gutî: emşew lêre be! leber topan nawêrim degełit bêm. sibey şew degeyne pêşmerge.

- kake gyan sibey şewîş top her heye! wa bizanim her êste xotim lê xelas key baştire. yan řêgem nîşan de! be tenê deřom.

naçar gutî: ba biřoyn. nizîkey se’at û nîwêk pê hełgeřayn. le binarî «zozk» pêşmerge dingyan dayn:

- kên?

- kake xomanîn, dostîn.

bêcan cindî gutî: kak hejar xudê min dengê te nas kir, to çon hatî?

geyme bêcan û kabra geřawe. lebin darêk degeł pêşmergey bêcan meclîsman germ kird. ye lew sergermîyaneman: tifengêkyan berew padganî řewandiz dawîşt, be hezaran fîşe û gulle topyan le cwabî ew taqe fîşekeda deteqandewe!

şewm lewê řabwad. se’îdî ḧemed ’elyaẍaman degeł bû; ke pêman degut «se’îde kwêr». heta top le řewandiz dawêjra, zû petûy de xoyewe depêça!

- kake bo pêt waye petû zirêy dijî gulle tope?!

neqłêkî gêřawe ke le deştî şino degeł êran şeřman bû; řojêk çûme dem çom cil bişom, teyare hat. kone řêwîyekim le kendał bedî kird û xom xizande nawî. pêleqeyekyan le serim da, şêx suleymanî barzanî bû gutî: pekû lêreşim lê nageřên?!

bo beyanî çûyne binkey bêcan. pêşmergeyekî zor zû nardibû ke xeber bida û cîpêk bê bimba. ta êware ’esir xeber nehatewe; gutim xom be pê deřom ta tûşî kabray řasparde debim. şewm be serda hat û direng bû. le pena řêwe lamda naw piniçkan û le qeraẍ çom řakşam. sermayek bû hełdelerzîm. bew ḧałeş hêndêk xutim. taze asoy ’asman řûn debû, hatmewe ser cade û milim lêna. gizîng le seranî da geyme «bersîrîn». bingey ḧemedaẍay mêrgesûrî lewê bû; lebin darêk nan û çayan dexward. eger naşareza nebûmaye şew degeyme bersîrîn û ew sermayem nedeçêşt. lewê ta êware mamewe. swarêk hatbû le dûm, birdimye gełałe; ’ebdułłaẍay pijderî pê řadegeyşit. mîwanî wetaẍekey ew bûm. çeqe û herayek bû detgut ḧemamî jinane. yek deřoyşit û dû dehat; xewî çî û cehendemî çî?! se’at dûy paş nîweşew ’ewłaẍa gutî deçme fiłan cê ta bitwanî bixewî. emcarîş ne xew ne teřemaş. her dehatin: ’ewłaẍa çî lê hat?!... nexêr bêfaydeye. petûyêkim hełgirt û le dê derçûm. be dołêkda řoyştim, tûşî ḧesenî biray ’ewłaẍa bûm le ser taqe kanîyek dû libadî řaxsituwe û nûstuwe. beh beh! îtir ḧesamewe û germay taw xeberî kirdimewe. çwar şewan bo nan xwardin lay ’ewłaẍa û bo nûstin min û libad û petûy serkanî û ḧesen!