bo mebest ser binewêne carê!

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  795 Dîtin

îcazem le barzanî xwast biçmewe beẍdaye. nyazim wa bû taze neyemewe şořş û mil le kasbî û karî xom nêmewe. çunke bew le beryek hełweşane zor pest bibûm û humêdim le kizîda bû.

hatmewe beẍda. milim le ’ekasî nayewe û carubare deçûme heřace bazařêk şitim dekřî û demfiroştewe û jyanî asayî «mandû be û bijî»m be ser girtewe. beẍdaş bo min naxoş bibû; ḧîzbî û melayî peyda bibû. zor le hewałanî pêşûm le dest dabû. zebîḧî kewtibuwe berey dijî mela mistefa û hêştan karî bo ḧîzbî partîy biraym û celal dekird. bełam nêwanî xoman neda. herke dîtmewe gutim:

- kake min û to her le mindałîyewe pêkewe jyawîn û zorîşman kwêrewerî û derbederî pêkewe dîwe. ême le xizmîş bewlawetrîn. bîlatejbî wek jin û mêrd le siřutřî yektir dezanîn. herdûkîş le bîr kirdineweda azadîn. mela mistefa her xetayekîşî hebê lekin min muqeddese; ḧeqit pê nadem lekin min xirapî bas bikey. her wek minîş karim be xirapkarîy hewałanî to nîye.

bibûynewe aşna û hatuçoman le nawda bû. dû řoj nemdît, gutyan be xwarnî xirap jarawî buwe. çûm le małe tenyayîyekey xoy kewtibû. hênamewe małî xoman û bîst řojêk- ta çak bowe- lam bû.