maweyek le qeładze û çend qisey xoşî ew serdeme

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 6 Xulek  1221 Dîtin

zortirî wextim le qeładze řadebird. degeł mistefa û kawe bibûme hawmenził. xawen menziłekey nawî eḧmed hermê bû; gutî min hatme komełey sabłaẍ û bûme pêşmerge û le serbazxane dejyam. řojêk gutyan neyrû (leşkirî êran) dêtewe. beyanî ke we xeber hatim dîtim sabłaẍîyekan hemûyan lêm çûbûne ser řeşî hewwełê! her emin qut lew nêwe mabûm. be xwa minîş naçar hełatim û hatmewe ’êraq!

eḧmed tewfîq û fayq mu’înî û cema’etyan le menziłêkî dîke bûn û hemîşe hatuçoman hebû. zor carîş serim le binkey mamostayanî mektebî syasî deda. ’ebdułła ’elî- ke basim kird û yexey le dostayetîmda diřî- giley lê kirdim ke bo naçim serî małî nadem?

- kake ’ewła! kurde dełê «nan eger let bû yektir nagrêtewe»...

řojêk degeł mela şukur mistefa be řêda berew hewlêr dehatîn, gutî: ’ebdułła kanîmaranî dełê hejar zor bêwefaye! gutim: kake to xwêndewarî! tuxwa pêm biłê wefa çîye û be çî dełên? mat bû, gutî: abřûy xoşmî têda deçê; ke to ew hemû çaket degeł kirdim û le bîrim nema...

mîrza biraymî çawşînî sabłaẍî be şew ḧîkayetî eskendernamey le qawexane degut. be řoj î’lanatî ḧîzbî be deng bo xełk dexwêndewe. le sabłaẍyan û hemû êranîyan zor dûreperêz bû. řojêk řeḧmane şêtî celîl kełebab- ke hawşarîy konî mîrza biraym bû- deçê siławî lê deka û dełê: aẍa mîrza biraym! to xoşewîstî pêşewa bûy; çon qibûł dekey ḧîzb bitkate zuřna!

- biřo segbab! nabê hîç sabłaẍîyek be lamewe bê!

şewê çendêk le sabłaẍîyekan çûbûne qawexaney «seyîd nesîm» ke gwê le ḧîkayet bigirin. mîrza biraym - ke eskenderî le qełayekda be girtin dawe- daway çayî kirduwe, nefesêk bida; le dîtnî ew sabłaẍîyaneş diłî xurte. paş çayîyeke dełê:

- ca eger ḧezretî eskenderyan ga!

xełk pêdekenin, dełê: ta ew hetîwane der neken botan nałêm!

řojêk le qawexaney qeładze, mamosta tewfîq wirdî- ke zor çewr û çiłîk û çiłkin bû- boy gêřamewe: le beẍda le kar deryan kirdim. çûme wezaretî amûziş û perwerş şikayetim kird. mi’awnî wezîr gutî: řenge to wezîrî deryayîy barzanî bî!

gutim: kake wirdî! syamend û xecit kirdine ermenî, dengiman nekird. çon be seferêkî taran bo lay ḧîzbî tûde- ke jineket le ser dana- wa fêrî farsî bûy ke nûsrawey maksîm gurkî le farsîyewe bikeye ’erebî?!

- na kak hejar to ẍeretî! farsî zor baş fêr bûyme!

deçûmewe menził, wirdî be ẍar bangim deka:

- kake erê be farsî «dîşb» manay çîye?

- yanî dwêşew!...

řesûy wisênî sabłaẍî bû, małî çubuwe koye. dû kuřî bû ke yekyan diłşadî naw bû. le paş sêhemî nawincî, çûbuwe darulmu’elmînî muqedîmatî buwe mu’elîm. le paş bîstî şehrîwer hatbûne sabłaẍ. diłşad řesûłî- ke le ’êraqî xwêndibû- le nûsîn û xwêndinewey kurdîda zor le ser bû; le komełî dêmukiratî sabłaẍ zor le řû bû. le řêy wirmê degeł zebîḧî û qasmî qadrî gîra û biraye ḧebsî taran û le paş serkewtinî pîşewerî berdira û le sabłaẍ bergî efserî de ber kira. meqalatî cwanî denûsî; sîwadî ’erebîşî zor baş bû. tozêk dawên pîs û meşrûbî bû. şewêk zor be serxoşî hate małman le sabłaẍ. wîstî biřwa, gîrfanî geřam newek be serxoşî dizî lê biken. wereqeyekim ber dest hat ke pûłêkî le ser ḧîzb ce’il kirdibû. ḧîzb bexşî. degeł zebîḧî û seyîd eḧmedî seyîd teha řaykird bo ’êraq. çunke ’êraqî bû neyangirt û hatewe koye. ḧîzbî partî lêy diřdong bû; le qeładze řojêk gutyan mamostakan wan le de’wetî diłşad. îtir degełya aşt bûnewe û birayekî ’ezîz bû! têgeyştim ke goşt qelemûne û piław eger hebê, zor dujminit bo deka be dost...

wekîlî şêx ḧusên buskênî bû ke milyonêrêkî wecax kwêr bû. debû wekîlî tûtin firoştinî pijderyan. deramedêkî zorî hebû; bełam pîs fêre qumar bibû. ewsa ke le qeładze bûm zorî kurdayetî dekird. bełam le paşeřojda le qumar xanûy dořandibû; feqîr bibû; çûbû bibuwe caş; caş lay ḧikûmet. çend meqalêkî dijî kurdan le mecelatî bêrûtîda biław kirdewe. aẍayekî pijderî be nawî ’elyaẍa şewêk řifandî û daye dest pêşmerge û î’dam kira. ca ta ewaney nekirdibû, kone hewał û hawsengerî şeřî dewrî serdeştîşim bû; le qeładze tewaw sebûrîm pê dehat. ke řifênrabûş, le xwar gundî «siłê» le naw deşt dîtim:

- diłşad bo wat kird?

pêkenî gutî: seferêk bû kirdim...

gutim: ’ereb dełên hemû carêk ceřře be selametî le aw nayetewe. min û eḧmed tewfîq le hemû kes bot nařeḧettir bûyn; leber ewey to sabłaẍît her le êmeyan depirsî diłşad bo way kird? wek xoşkiman ředû kewtibê wa bû...

keçî her ew ’elyaẍayeş le dwařojda bibuwe caş û ewîş řifêndira û kujra!

zistanî sałî 1964 sermayekî zor sext bû. kemtir sermay wayan le bîr bû. carêk çend kesêk çûyne «sindołan», gutyan lawan çûne řawê. ke hatnewe gutyan be hezaran řîşołe û qajû serma birdûye û hîçman dest nekewt. çîrokî karî serma zor le efsaney têkeł kirabû; bełam min bo xom dîm şahoyek be sehołî golawêkewe nûsabû, laqî ber nedebû. xełkî zorî lê hałabû, boyan řizgar nekira!

şewêk le qeładze le de’wetî řesûł mamend bûyn. degeł duktur sidîq utruşî û selîm fexrî çûyne der. kułebałêkî hewramî be zîpim de berda bû; detgut leşim derzî ajen deken. lam daye menziłî kake zyad. paş çaregêk hatin gutyan duktur mirduwe; serma sektey pê kirdibû.