çend qisey xoşî tir

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  1094 Dîtin

gutim: eḧmed min le mar natirsim; bełam le dûpişk řoḧim deçê.

gutî: le çaw min řostemî! nazanî min çend le dûpişk detirsim!

dûpşikêkî tir le piştimanewe le kendał derçû berew agir. nexêr yekî dî û yekî dî; naşwêrîn biłêyn tirsenokîn! eḧmed gutî: ême fêr nebûyn le nizîk agir binûyn, deçîne ewla! dayane tay kelamełłay debê her le cêy xotan bin; çon cêgetan le lay serû nebê?! çawman lê qûçand û nûstîn û xoman teslîmî dûpişk kird. bełam wa dyar bû dûpişk be pyawyan nezanîbûyn; pêyanewe nedayn û êmeş le tirsan nexewtîn! berebeyan hestayn biřoyn, gutyan ta çay nexon neřon. gutim: kake dûpşikekan řazî nîyn lêre bîn! xoman geyande binkey mîranî sałḧ beg. pêşmergeyekî hatewe, gutî: mîran le ber maran cêgem peyda nekird; hemû marin!

gutim: mergî ew ser û simêłet bê! pyaw çon le mar detirsê?!

mîran gutî: kuře ew be mał dełê mar! çûbû binke peyda ka, dełê mał zorin; şwênî çoł nîye!

dîsan baranî payîze daydayewe. degeł kawe û mistefa û mam ’elî bayezîdî be kêw hełgeřayn şwênêk bidozînewe. kelêne berdêkman peyda kird, baran neydegirtewe. kelên tesk bû; dû kes eger wek kakłe badam tîkułêk xoyan pêkewe binûsandaye, taze nedebû hîçyan bibzûnewe. mam ’elî bo xoy cêgayekî taybetî peyda kirdibû, ême mabûyn sê kes. kunêk le binebanî kelênekeda bû; to biłêy gurgêk, řêwîyek, xwanexwaste piłingêkî têdabê? gutim min taqî dekemewe û bo xom řakşam û laqim beřê kird. ta esturayîy řanim cêgey bowe; kirdime cêgey xom. ewanîş ba pêkewe biçespên. baran zorî hênawe, ẍarman dawe derewe. kołkeřezî konî lebin bû- ke be dest hełdeqenran- zorman ko kirduwe û le ber derkî kelên agirman da. telîsêkman pê bû, her taw natawe telîs le koł, deçûyne kołkeřez kokirdinewey be nore. ça û şekkirman pê bû, ketrîman we ber çořawkey awî barane deda; ke le ber derkewe dehate xwar; çaman lêdena. sê řoj û şew baran wiçanî her nedayn. le dûkełda detgut xinkayn. nanman xelas bibû; le wirdikey řeqhełatû degeřayn be çay bixoyn. bełam ew sê şew û řoje be qisey qořî kawe pêkenîn.

řojî sêhem taw hełat. gutim: wa min deřom şwênêkî baştir peyda dekem; êweş be dûmda werin bo gundekanî botê. le kêw dageřam; berew dê çûm. tûşî kanîyek bûm ke çend jinêkî lê bû. le dûr wêstam ta deřon û biçme ser kanî. jinan her fiłquhořyan bû! yekêk bangî kird: hejar! ewe bo nayeye ser kanî xot de awda bibînî?! çûme ser aw, řwanîm tewaw quleřeşeyekî zor pîs, her çawim bizey dê! tomez sê şew û řoj dûkeł way lê kirdûm û ême pêman nezanîwe. tawêk her řeşaw le çiřuçawmewe hat. gutyan bew şikłey to pêdekenîn!

jûrêkim le nihomî serûy xanûyêkewe peyda kird gaşeberdêkî zor zelam le serbanî kunkirawřa kewtibuwe ber heywanekey! teyare bombayekî be małêkî nizîk ew małeda dabû, kirdibûye çałêkî zor qûł. berdî binaẍey xanû, serbanekey em małey kun kirdibû; kewtibuwe ber heywan. xawen mał lawêk bû tehay naw bû; modney kewetî desmî û nexiş dekird. gutim: teha nexşekan cwan nîyn!

- wełła kake de pêşda hî zor cwanim dezanî, leweta ew bombaye hawêjrawe lebîrim çûnewe!

- dey emcar nexşî bomba û teyarekey lê bike!

pîrêjnî daykî teha wextî xoy degeł bazanîyan hatbuwe şinoye. yek le neqłekanî ewe bû ke le şinoye gutûyane bo nwêj nakey? gutûme nwêj nakem, xuday ’alemê (şêx eḧmed) şifa’etim deka! kawe zor seyr lasay ew pîrêjney dekirdewe.

řojêk le «bin geryan» tayekî zor sextim hebû; gutim: ḧemedemîn hêndêk awim firya xe! tînûme.

gutî: mam hejar teyare be ’asmaneweye, nawêrim!

gutim: řaweste! lêfeyekî sûrim hebû, birdim le deştayîy řûten- ke le teyare dyar bim- řamxist û le serî dirêj bûm. hawarî lê berz bû. gutim: ta aw nehênî lêre nabzûm! be ẍar xoy geyande kanî û awî hêna. çûbû ḧewlî dermanî dabû, letêk ḧebî îspirînî des kewtibû; boy hênam!

derman le lay duktur meḧmûd hebû; bełam dûr bû; neydegeyştînê. beřastî duktur meḧmûd nî’metêkî gewre bû. barzanî wayan ’aqîde pê peyda kirdibû ke her birîndarêk bigate duktur meḧmûd namrê. le batî textî bîmaristan gełay beřûy řadexist. řoj û şewî nebû. kesî wa be sebir û řazî be her core jyanêkim nedîwe. êwareyek degeł ’ebdê zêdkî- ke simêłî be qed baskî min debûn- le ser kendałêk hełtiruşkabûyn. ẍeybetî ewaney dekird ke le teyare detirsin û xoy le ber deşarnewe. lew demeda xutuxafił teyareyek ber tîrbarî dayn. ’ebdê’aẍa le tawan řêgey nedî. demewřû kewte kendał û çepkêk piř û pûşî le simêłî hała:

- eşedembîlla to le teyare natirsî; bełam řenge destinwêjit sûk bûbê!

řojêk berdî çexmaxim nemabû:

- ḧemedemîn biço ser řêge bizane berdêkim bo swał bike!

carêk heray kird:

- mam hejar ewe řêbwarêke, dełê ciẍarekey binêrê boy dagîrsênim!

- ba biřwa!

emcar hatewe, berde çexmaẍêkî bo le yekî tir swał kirdibûm.