şêx babo pepûleyekî beheşt

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1493 Dîtin

hatîn be řûkarî dełaşda ke binkey barzanî (małewey) lewê bûn. kiç řoyşit bo mał û le ḧesen cya bûmewe û berew meqeř. zor şeket bibûm; biřim nekird serkewm. xêwetêkî hełnedraw tûş bûm û demewřû leserî tixêł bûm. berebeyan be dengî ḧemayl xanî daykî kak mes’ûd wexeber hatim, cinêwî be xerbendekan da ke çon hejar lêre nûstuwe lêfe û senîrtan bo nehênawe? ewanîş swêndyan dexward ke her neyanzanîwe lewê nustuwe. dyar bû ḧemayl xan çûbû nwêjî sibeyne bika û tûşî kelakî min hatbû. zor zû lêfem bo hat û xewtimewe.

leweta şêxanî barzan lew mełbenden, qanûnêkî taybetî le barzan heye: kiç be şû dan be zorî her nîye. kiç û kuř ke qewlyan be yektir da, be şêx dełên; dayk û bab řazî bin û nebin, şêx deyanda be yektir û be endazey dest řoyştin, małyan bo pêkewe denê. ew kîjey şew degełman hat, çûbuwe lay ḧemayl xan. pêy gutbû êsta şeře û tengane, le «bye» datdemezrênim. wa dekem agayan lêt bê; nayełim atac bî. ta şeř sûk debê û detdem be mistefa ’ebdułła. cilkî zorîşî dabûye û řazî kirdibû ke şikayet neka. řojêk çûme mele; we naw hêndêk daran kewtim; henarêk û dû gwêzim peyda kird. ke hatmewe, barzanî zengałekey xoy be sûjin û ben deçnyewe. ke basim bo kird gutî: ew cêgeye mułkî mine. henar û gwêzekanit ḧeram xwarduwe! gutim: dewłet hemû małî toy musadere kirduwe. ew zengałeşt małî xot nîye; çi cay gwêz û henar! baweř ke ew mułkey mela mistefa penca dînarî nedêna; ke çî řojnamey dujmin deygut fi’udałe!

şêx babo (biragewrey mela mistefa), le kune eşkewtêkda bû. pyawêk bû qetî tifeng nehawîştibû. hemîşe her nwêjî dekird. eger biłên pepûley beheşt buwe, diroyan nekirduwe. řojêk le mêrgêk danîştibû, sed mîtrêk dirêjayî debû; sê sûç. gutî: hejar! ewe mułkî mine. gutim: cenab! min sed ewendeşim hebû, nemgut mułkim heye! de’wetî kirdim bo małe eşkewtekey. nan û çam xward, ew her nwêjî nepsandewe; becêm hêşt.