şeřî dołî zoraran û çemî çame

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  764 Dîtin

mela ’ewła nawêk barzanî hat gutî: êsta debête hicûmî dewłet, êre zor xetere! gutim: ta caş pîlim negirin û řastim nekenewe dest le xewî em bin berde bernadem. îtir le serî meřo! taw kewt û teqe peyda bû. le ’asmanewe bombabaranî dwazde fiřoke, le hemû layekewe girmey topan, dengî tifeng û tîrbar wek birêşkey ser sêł, dûkeł dinyay piř kird. baweř dekey ya nakey keyfî xote! lew teqe û hera û dûkełeda xewm lêkewt û maweyekî zor baş nûstim. xeberim bowe; girme û hera zor tunditre. hemîşe ew dîmene cwanem dêtewe ber çaw ke şeş mindałî çikołey çwar pênc sałane nîşane berdyan dakirdibû, gemeyan dekird. her ke teyare dehat kîjêkyan deygut: «řûnên»! hemû dadenîştin. her teyare deçû hełdestanewe gemey xoyan dekird. pîrêjnêk le nizîkmewe têpeřî her deygut: cergim řeş bê bo ew hemuwe gencane ke be kuşt deçin. tûşî pyawêk bû, gutî: xeber çîye?

- dinyayeke kiře! (yanî bêdeng û sedaye).

jineke gutî: hey daweşêy! ew pyawaneman şeř deken to lêre çi dekey? gutî: daye hatûm awyan bo debem.

ta tawim hatê lebin berd nebzûtim. ewsa paşnîweřo çûme binkey mela ’ewła le dem çem. cêgakey teyare neydedît. nanêkim xward, melem kird. neqłî çay eyûbim bîst, ew řoje pitir le de car cêgey gwêztibowe û oqrey negirtibû. axir car ketrî weser agir nirawe ke emcar her debê çayî bixiwatewe. ey gulle top to were řast le ketrî bide û agir hełpiřjêne; ça êstaş nexurayewe!

bombay masîyanyan de çom hawîşt. mindałe barzanî- ke hemûyan wexte biłêm wek masîy melewanin- xoyan de řûbarî şête hawîşt û dinyayek masîyan girtewe. zorim şeř dîtin, bełam şeřî dołî zuraran û şeřî çemî çamey ew řoje dîtim le sînemaşda menzerî wam nedîwe. birya fîlmî lê gîraba û bitdîba!

tengî nwêjî şêwan bû xirmey swaran hat. çûme ser řê. mela mistefa bû cêgey lêre bîrî degwêztewe. gutî hejar wa êstirit bo denêrim; lêre be!

mindałêkî dwazde sałane bexêratnî mela mistefay kird. gutî: saẍ bî zîxo (yanî aza).

paşan fermûy: aẍa çit le min dewê?

- ezbenî tifeng!

fermûy: bîdenê, kuřî babî xoyetî.

ewan řoyştin û minîş be çya hełgeram. zor serkewtim. xirmey swaran hat û dengyan dam. barzanî fermûy: êstirim bo nardî tûşt nebbûn. yekêk dabezê ba hejar swar bê.

gutim: hêndem nemawe serkewm, be pê dêm.

gutî: yekêk degełî bigeřêtewe, zor tarîke û řê nazanê.