çend bîrewerîy ew çyawçołe

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  795 Dîtin

selaḧî muhtedî (mistefa) zorî şî’rî farsî leber bû. kawe sereřay zor azayetî û bekarî, le lasakirdinewey her kesî dîbûy wêney nebû. bew duwaneş zor keyfim dehat.

řojêk «mela ḧesen řestigar» û «mela řesûłî pêşnimazî» dû kesyan degeł xoyan hêna ke taze le sabłaẍewe hatbûn. dû ciḧêł bûn, yekyan awławî bû, gutyan gwê bigre zor xoşe. yekyan be tûřeyî hełîdaye:

- aẍa gyan eme be şew, be bîrahe, be hezar can kenden, be nêw diřwanda hatûyn, laqman zexmî buwe, ew ganderane pêman pêdekenin!

minêkî ew hemû sałe lew zarawe xawe dûr, çon pênekenim?!

lay kabrayekî surçî danîştibûm. lepiř pirsî:

- eto xidrî me nanasî?

- na.

- ku? xidir, xidir, ku naynasî?!

- bełê dey...

- xidir cinêwî be seyîd dabû bibuwe gurg. paş bîst sałan şewekî de qułkey kewtibû, bibowe be xidrî caran. beram didanekanî her gurgî bûn; hestî sitûrî pê deşkandin. xwardinî her hestî bûn!

- ey maşełła!

her ew surçîye gyayekî damê, lask dirêjî geła wek kewerî dirêjoke, tay laskekey zor tirş û xoş. gutî: ewe mam řêwase, dermanî hemû kirmane. bo duktur meḧmûdim bird û pêm gut; gutî: kere, diro deka! her core kirme dermanî taybetî xoy heye. paş çend řojêk duktur gutî: beřastî kabra řast deka; hemû kirmêk dekujê.

mela baqî kune eşkewtêkî peyda kirdibû, betenya tya dejya. nazanim bo kwêyan nard. dû darî wişkî ser dûflîqaney estûrim le dergakey çeqand û dareřam kird û gyaman xiste ser, tewaw xoş bibû. nawim nabû «kune baqî», kirdime małî xom. ta nîweřo ber sêberêkî xoş bû; denûstim, demxiwêndewe, demnûsî. dû sermazełe ke «xemegřu» yan «qimqimok»y pê dełên dehatne beranberim û be ber derkewe seryan řadeweşand, detgut derwêş zîkir deken. tewaw sebûrîm pêyan dehat. řojêk dû barzanîm le la bûn, çawyan pê kewtin:

- hay debê byankujîn!

- ewane dostî minin, her çî destyan bo berê xwa hawar!

debê ewe bizanîn ke barzanî layan waye kuştinî sermazełe xêrêkî gewreye û kê de sermazełe bikujê, wek kafrêkî kuştibê waye. emeş degeřêtewe bo ser çîrokêk ke le hêndêk kitêbê qedîmdaye: eger biraym pêẍemberyan xistote naw agir, sermazełey fasq fûy lê kirduwe ta agir xoştir ka! tenanet wa bizanim şêx marfî nodêyî kirdûye be şî’rîş, dełê:

fasqî xemse dyare:
dûpişk û mişk û mare
sermazełe û kollare

be řîwayetêkîş:

qelebazełe û kollare

ke qelebazełe qişqełeye û bo xoşim ke feqêyekî mindał bûm, qişqełe kuştinim bexêr dezanî. řojêk be barzanîm gut: eger şořş xelas bê, kerêk û dû sebete debeme lay koye. her sermazełe degirim û dênim le barzan deyfiroşmewe, daney be nîw dînar!

kuřêkî mela mistefam dî řawî sermazełey dekird. gutî: her tenya yekêkim kuşt. gutim: her başe kepoy kafrêkit de xwên hênawe!

ewa le eşkewtî kune baqîda xerîkî nûsînewey şî’rî mela eḧmedî nałbendim, agam le dinya biřawe, tepey pê le serbanekemewe hat, heram kird: têdekewî meye! lepiř deste kerêk şořewe bû. dyar bû bo dest kuşîn dirêj kirawe! ker hatbû gyay serbanekem bixiwa, têkewtibû. ta řamankêşa çeqî mergiman kird.

paş nîweřoyan tawî tê dekird, deçûme ewber ke sêber bû. lebin darêk cêgem xoş kirdibû; karî nûsînewem lê dekird. řojêk xişeyek le pûş hat; řwanîm marêkî řeşe. serim daxist. qederêk dûdił ma; paşan hat be ber demmida, nizîk mîtrêk dûr řoyşit. paş maweyek hatewe; řast be şwênekey xoyda geřawe. degeł mar bûme dost. hemû řoj se’at çwar pênc deqîqe kem dehat; se’at çwar û ḧewt deqîqe degeřawe. qet şwênekey têk nededa. deçû awî le şîweke dexwardewe. emem bo mistefa gêřawe -ke aşnayekî wam peyda kirduwe- hate lam. demanřiwanye se’at, serî wext mar hat. mistefay nambarek pilarêkî têgirt û mar çuwe bin wişke darêkewe. herçî gutim faydey nebû. pûşî ko kirdewe û darî agir da. tiřêkîşî peyda nekird; bełam aşnakemî torand.