le kanîmaran û daxwazîy mam celal

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 7 Xulek  974 Dîtin

demew êware geyştîne piştî kanîmaran; ke mela mistefa lewê bû. le beharî (1961)řa nemdîbû. ew řojeş ke dîtmewe mangî sêhemî sałî 1963 bû. bê’îxtyar firmêskim dabarîn. paş bexêrhênanim, gutî: hejar! min to û wehabaẍa - ke herdûk wa zigziln - ke şořişda çi lê bikem?! gutim: řastit dewê min le tirsî mirdinî beẍda hełatûm. qebirhełqen bîst û pênc dînar destênin û dway dû řoj qebreke defroşnewe be yekî dî. her hatûm lêre bimirim ke qebir be xořayîye! bełam tika dekem degeł wehabaẍam ḧîsab meke! ew le hemû kes tenbełtire!

şew le meclîsî barzanîda gutim: to nazanî le řojname û řadyo beẍda çenem cinêw pê dawî?!

gutî: bełê gwêm lê bû. erê kêy dîkeş lêre bû? min çim gut? şewketî mela simayl - ke efserêkî muxaberat bû - gutî: fermût eger bo xom çawim lê bwaye ke hejar eme denûsê û bo xoy boy xwêndibamewe, her demzanî diroye; çunke min hejar baş denasim.

gutim: bimbexşe! min be ’eqłî xom çaktirîn firsetî zêřîntan le dest da ke lew çil û heşt se’at şêwawîyey beẍdada, hêriştan nekirde kerkûk.

barzanî gutî: carê lew basuxwasane geřê!

sibey paş nwêj degeł celal tałebanî derkewtîne girdî pişt małan. zorî pyawmaqûłanî ’eşayrî pijderî û dewrûber lê bû. celal qisey bo kirdin:

- kakî xom be’sî řegezperistin, leber ewe nasir yarîdeyan deda. yanî leşkirî mîsir û sûrya û ’êraq debne dijman. řûsyaş yarîdey nasir deda. êran û turkîş dujminî sersixtmanin. emrîka û îngilîs yarîdey turk û êran deken. le hemû layekewe xeterî zor zilman le sere. xwa bika şeř nebêtewe...

aẍayanî ’eşayrîş wek dełên: «serçopî bidey be gamêşê, her berew kadênî dekêşê», milyan lê na: ême tûtnekêman bo nefroşrawe; we bikeyn çend qiruşekin pê biga; we bikeyn şitaqela diłî ne’êşî, çiłtûkekêş bifroşîn! xulase lew qisane kiran û biławeyan kird.

gutim: mam celal to ře’îsî şořşî; ew qisane diłî şeřkeran sard dekatewe. waş bê nabê le toy bibyen. to her debê diłyan germ key. tarîfî azad bûnyan bo bike...

gutî: kak hejar! to ḧerfêkit le elifbay syaset nexwênduwe!

- bełê řaste nemxiwênduwe, bełam bifermû çi bû karekey detfermû min pêkî bênim?!

- barzanî nexwêndewarêke; řûḧî ’eşîretî heye; le ḧîzbayetî nazanê; gwê be ferman û dîspilîn nada. ême demanewê destełat be ḧîzb bê; ew her ferman îcra bika. wek fermandeyekî leşkirî dewłetan ta wa bê boman teḧemmul nakirê.

- bełê celal, minîş dezanim ew xwêndewarîye markisîstey nîye ke ḧîzb heyetî. ca yan nayzanê, yan nayewê bîzanê. ḧîzb leweda xetayekî kirduwe ke le yekem kungirey beẍda, dway hatnewey barzanî, her çen gutî nabme serokî partî, naçarman kird û kirdimane serok. îcazey ḧîzb û řojnameman be hoy ew le qasim sand. lepaş şeřî derbendîxan guttan şeřî bo nekirdîn, bełam ew ke be barzanîyekanî xoy řapeřî, ewey kird ke kirdî. ḧîzb le şeřêkî degeł sofî şêx řeşîdda, çwarsed kesman leber sî kesî sofîyan şika; ke serdarî leşkirî ême ’umer debabe bû. barzanî her sofîyekî le kuştin û be dîl girtin le destî derçûn, awa bûne dîwî turkye. leşkirî ’eşayrî caş û supay dewłetî řaw na. ta nehat bem dîweda ḧîzb nebûjayewe û le sayey azayetî û şeřkerî bazanîyewe îsta bûyne em quwete. kesêkî ’eşayrî ke twanîbêtî em fetḧe bika baweř nakem řazî bêt hemû desełatî xoy bidate dest min û toyek û biraym eḧmedêk ke hîç hunerêkman lem hemû şeřaneda nenwanduwe. bełam wek min bînasim baweř nakem be zor xoyman be serda bisepênê. řenge eger daway lê bikeyn biçêtewe barzan û ḧîzb bo xoy şořş beřêwe berê, dełêy çî? emey pê biłêm?

- çon dewêrî? be şerefim her le demit derçê des becê ber gullet deda!

- eger ber gulleşim da pêy dełêm: kurd toyan nawê; biçorewe barzan!

«nawêrî. dewêrim» dirêjey kêşa. hestam gutim: her emşew pêy dełêm, tozêk dûr kewtimewe. bangî kird: řaweste! hate lam gutî: wa girîman to wêrat pêy biłêy, ewîş gutî başe deřomewe barzan, barzanîyekanîş degeł xoy deba?!

- na kake leber çawî řeşî min û to, gunahî wa naka! xot dezanî ew barzanîye çekdarane ne deyalkitîkyan xwênduwe, ne dezanin ḧîzb û mîzb yanî çî. lejêr fermanî barzanîda nebin, bo ’îfrîtîş şeř naken. le elifbay syasetda zor le min kołewartirin! eger biřwa dyare ewanîşî degełn.

- ay de be xwa eger wa bê ême têda deçîn! na babe pêy mełê! pêşî biłêy dełêm min nemgutuwe!

şew le meclîs gutim: kake barzanî, em kurd û ḧîzbe toyan nawê, to bo naçyewe barzanekî xot û le kołman bibyewe?!

gutî: derbarey min dełên çî?

- ḧîzbayetî nazanî; xwêndewar nît; be qewlî şêx řeḧîmî şêxî burhan: dîktatorî! lasarî!...

- kê wa dełê?

- min! axir mawyetî: dełên dize, pûł ko dekatewe...

- to bo ewanet negut?

- le bîrim çû!

- eger biřom ewane şořş beřêwe deben?

- bew şerte hêzî barzanîyan bo becê bêłî!

- hejar to zor le dinya tênagey! ew mamostayaney deyanewê pûł û pileyek le dewłet wergirin û biçnewe małî xoyan. qet wa nakem bew arezuwe bigen...

- kake! baweř nakem nyazyan wa bê.

- ah deybînî! be humêdim to xot şêt nekey û tûşî ew nexoşîy xoperestîye nebî! leme geřê! dû qisey seyrî beẍda bigêřmewe!

le kanîmaranewe çûyne «çwarquřne». ḧeşametêkî zor bû. kobûnewey tûtnekê û çełtûkekê her hebû; bełam be dizîy barzanî. pêşmerge dawetyan dekird; be nîşane dakirdinî be berd sergerm bûn. çend řojêk bû degeł leşkir bûm. xawenmał - ke eẍłeb aẍa gund debûn - goşt û piławyan dedaynê. pêşnyarim kird: ke zor wêdeçê şeřî ême zor bikêşê, her gundêk dû carî mîwan bîn, xwardinyan namênê; bo ême neykeyne jem û demî ḧîsabî? le hefteyekda birînc, dena nîsk û nok û sawar û ew şitane bixoyn. her kesîş le xełkî gundan, eger biłêyn to le sałêda çwar ya pênc dînar bo nanî pêşmerge bide! zorîşî pê xoş debê. çend kesêk - ke yek lewane eḧmed tewfîq bû - gutyan: nexêr xełk bew mîwandarîye fexir deken û eger bîgořîn diłyan deşkê. pêşnyarekem qibûł nekira.

binkekanî ḧîzbî be ḧîsab û destinde bû. tenanet her kese řojê sî denk nok, nazanim çend denk nîsk û xulase be wirde ḧîsab deyan diraye; ke min ewm be lawe pesind bû. her çend deşim bîstewe ke mamosta gewrekan paruwe çewreyan heye...