banghêştnî řesmî bo bako

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  790 Dîtin

şew direngêk geyştîne mosko. le bakořa nûsîbûyan serman biden, mîdyof gutî: «her yekyetîyek le şorewî bûdcey serbexoy xoy heye. zyad lewey ke serî sał boy dandirawe natwanê xerc ka. cige le toş zor mîwanî nûseran lêren ke ereskîn kaldiwîłî emrîkayî yekêke lewan. hatuço be fiřoke zorî xerce, tercuman cige le mixarîcî řojane, sî řûbłî zyadî dedrêtê. bûdceman kiz buwe, ême natwanîn bitnêrîne bako. bełam eger řesmen le bako de’wetit biken û leser ḧîsabî ewan biçî zorman pê xoşe, mesrefî mutercimîş dedeyn».

leser kartêkî çikołey sipî, nameyekî dûr û dirêjim be xetêkî zor wird nûsî û de postem hawîşt. be de deqîqe kopî namekey min be destî řeḧîm qazî geyştibû. dewłetî bako řesmen bo pazde řoj banghêştnî kirdibûm. gutim: «çunke xom be azerbaycanî dezanim û kurdîş zor le bakon, tercumanîşim nawê».