semerqend

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  944 Dîtin

çûyne semerqend. şarêkî konim dît, zorbey geřekekanî xanûy xiştî be quř swaẍ diraw bûn; wek sabłaẍî zemanî mindałîm. bełam çend geřekêkî tazey kargeranî le terzî xanûberekanî mosko lê kirabû; ke zor řêk û berçaw bûn. pyawêkî zor xoşyan řegeł xistim be nawî «şehîdof». farsî zor çak dezanî. çûyne zyaretî qebrî «qusem bîn ’ebas» ke serdarî esḧaban buwe û lewê şehîd kirawe. be sedan jin be mindałewe hatbûn çil daneyan degirtewe; nyazyan lê dexwast.

şehîdof gutî: bêçare daykim ewe çwar çwarşemoye dête êre û nyazî řewa nabê!

- çon?

- ew pilekananey bo merqed deçin, bîst û yek pilekanin. eger le serkewtin û dabezînda her bîst û yek bin, nyaz řewaye. lem sere jimare bîst û yek tewawe, lew ser çunke le bîst û yekeke pê denêne ser ’erz, ḧîsabyan lê têk deçê, daykim boy saẍ nebotewe!!

çûyne ser qebrî teymûrî leng. gunbezêke, tabloyekî le berd hełqendirawî beser dergaweye. le sardawî gunbezda gořî teymûr û be eqiłim de kes le xizim û mamostay dînîyekey (tac aldîn) nêjrawin. be hengaw dewrî gořekem pêwa.

şehîdof pirsî: nyazit çîye?

- ew kabrayey be awat bû zemînêkî dîkeş hebwaye ewîşî dagîr bikirdaye û bîxsitayete ser semerqend; êsta le de hengaw zemînda qîřey lê naye!...

çûme seyrî řesedxaney «şarux mîrza, kuřî teymûr». qebrî zanayekî řûs lew nizîke bû. şehîdof boy gêřamewe: «şarux le zanist û zanayan xoşî dehat; em şwêney bo estêrenasan dirust kird. melayan gutyan kufre û ḧeşametyan dway xoyan da û têk û mekan dira. em ’alme řûse asewarnase, lê بڕûاە şwêneke bidozêtewe. hatote semerqend, bîst û pênc sał lewê nîştecê buwe, soraẍî nekirduwe. řojêk le meḧkemey şer’îda qebałeyek dexwêndirêtewe ke fiłane zewî xorawakey ta řesedxaneye. deçê ew şwêne dekołê û peyday dekatewe. leser wesyetî xoşî le nizîkî nêjrawe». bedaxewe nawî zanakem lebîr nemawe; bełam aferîm bo ew hemû ḧewseleye le řêgey zanistida...

lew demeda kabrayekî şiřołî topney girdeł peyda bû, be farsîyekî têkeławî řûs û ozbekî fermûy: min babayofim, zor baş le mêjûy em řesedxaneye dezanim. qederê çeney lêda. min hîç, şehîdofîş denkêkî lê tênegeyşit. pûłêkman naye mistî û zor supasman kird. çûyne dîtnî (řîgistan) ke dû mizgewt û medresey feqêy zemanî teymûr buwe; yekyan jinekey dirustî kirduwe. şorewî wîstûye paş wêran bûn awayan katewe ta dinyageřan behrey lê bibînin. dû dam û dezgay zor cwan û berçawin. lew demeda westa û fe’le karyan lê dekird. be qisey şehîdof westa le kişmîrewe hênrawe ke kaşîkarîyekan saz katewe û kirêkaran fêrî sin’ateke bika. dastanêk denaw ozbekanda heye ke: «bîbî xanim řîgistanî binyat nawe ta ke teymûr le hîndûstan geřayewe pêşkeşî bika. kar tewaw buwe. be westay kutuwe: heqit çende? gutûye: maçêkim deye heqim nawê! gutûye: caryeyekî cwanit dedemê, qibûłî nekirduwe. xanim maçêkî le lařûmetî dawetê. cê maç buwe be xałêkî řeş û pan û zor cwan. westa le tirsî ewe ke teymûr pê bizanêtewe çote serban û le şeqey bałanî dawe û fiřîwe; kes nazanê bo kwê!».

şehîdof gutî: pyamnêrêkî emrîkayî hatbuwe seyrî řîgistan. katê gutim: bîbî xanim, namîlkeyekî lêk kirdewe gutî: dîdî xanim nûsrawe, to dełêy bîbî xanim! herçî kirdim ew her baweřî be min nekird!