řûbil baran

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  852 Dîtin

carêk pirsîm: to pyawêkî zor zîrekî, pêkenî, gutî: ca ba bot bigêřmewe: ezmûnî kilasî şeşim dabû. feřaşî medrese gutî herkes dû řûbiłim nedatê karnamey nîşan nadem. be hezar gêre û be tikay daykim dû řubiłim le bawkim sand û birdim. le karnamekemda heweł bûm; bełam heweł le têşkawekan! le nimre kem hênanda, le hemuwan le pêştir bûm! dû zilley cananem le bawkim xward ke dû řûbłekey be xesar çuwe! jinêkî nûser û cûleke şî’rekanî minî be řûsî terceme dekird, ewîş be yarîdey mistefa sełmasî. wexte biłêm bûdcey wiłatî şorewî nîwey le nûser û şa’îr û hunermendan û betaybetî hunermendanî ser şano xerc dekirê. zarkî kîse awałeye... be her dêřêk (ke lete beytêk be dêř ḧîsab dekirê) çarde řuwbiłyan deda be xawenî û çarde řûbłîş wergêř werîdegirt! pûł bo min debarî. pitir le şêst hezar řûbił nirxî şî’ir û nûsrawî pexşanim pêgeyşit. wîstim çapxaneyek bikiřim; sełmasî zorî derk û dîwan kird, gutyan bo derewe be řûbłî nafroşîn. lewî nahumêd bûyn. de hezar řuwbiłyan bo be hezar dolar gořîmewe, bew şerte ke le beẍda bimdenê.

ew hemû pûłe ke le řûsya nebê naçê çi lê bikem? milim na le texşan pexşanî, de’wetî aşnayanim pê dekird. řojê mîdwêdof û jinekeym de’wet kird. hezar û dûsed řûbiłim le cemêkda bijard. sereřay pûłî zorîş, ḧeqî utêl û xwardin û seferim leser nûseran bû.

gutyan: demanewê bitgêřîn; karxaney maşîn sazî û emanet nîşan deyn, gutim: hîçî tênagem û naşçim. ḧezim le mûze û neqqaşî hunermendane û hîçî tir. be zor mûzanda geřam û řastî zorim keyf pê dehatin.

le îdarey řojnamey piřavday cewananewe dawam lê kira ke meqaleyek derbarey aştî binûsim. meqaleke wabû:

«le mîsrî qedîmda, ke sin’at le şaran perey sendibû, werzêran û masîgran dehatne kirêkarî bo şaran; genim û masî zor le kemî da. kahînanî ayînî wenaw xełk kewtin: ke babe êwe nazanin dinya leser piştî ga û masî bende? eger genim û masî berhem nehênin, dinya têk deçê û xełkî şar le birsan û bê goştîyan demirin. karnasî dinyaş dełên: ew serbazey le cebhey şeře, berhemî yazde karger dexwa, xoşî yekêk, ewe dwazde kes lewaney genim û goşt berhem dênin le kar dekewn...» ewdem leser başî aştî û xirapî şeř dwabûm. meqalekem le řojnameda çap kira. de’wet kiram bo îdare. sernûser gutî: zorman telefon û têlgiraf bo hatuwe, dełên şeş mange lew meqaleye behêztir leser aştî çap nekirawe. to nûserêkî başî.

gutim: hełe mebe. min nûserêkim her nawim nîye; bełam ferq eweye: lêre bo nûseran fikir dekenewe, min boxom fikir dekemewe û deynûsim. pûłî zor deden be nûser, pêy dełên le fiłan basda ewende kelîme, ne zyad ne kem binûse. nûser bo pûłekey xwaxwayetî karbedest lêy řazî bê; nek boxoy le nûsînekey xoy. bo nimûne kitêbêkim be ’erebî xwêndotewe çwarsed sefḧeye; le dastanêkî řûsî tercemeye be nawî: kenarey řûnak, hemûy be puxtî basî gwêlkêkî řesene, kełxoz be kełxozî firoştuwe û paşan lêy sandotewe. eger min tercemem bikirdaye be sefḧeyek tewaw debû.

lêm řûne qisekanî minî pê eḧmeqane bû, bełam gutî: tikaye şitî tirîşman bo binûse.

gutim: min le binî meqaleke nûsîbûm: (hejar şa’îrî kurd), êwe nûsîwtane (hejar şa’îrî ’êraqî), yanî çî?

gutî: wamanzanî wat pê xoşe!

- mamostay beřêz! to bimnêrîye bazař biłêy şûtîm bo bikře, min biçim sincût bo bikiřim, biłêm wamzanî sincût pê xoştire! nexêr le nawî kurd xot parastuwe; îtir botan nanusim.