řewaqî kurdan le ezher û şêx ’umer wecdî

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  850 Dîtin

be fiřokey sûryayî le řêy dîmeşqewe geyme qahîre. debwaye çwar řoj řawestim ta teyarey mosko dê. le utêlêk leser ḧîsabî şîrketî fiřoke damezram. yałła wenaw şar kewe. řast řûm kirde (ezher). le utûbûsda yekê qur’anî dexwênd. le derkî ezher pirsîm: «řewaqî kurdekan le kwêye?» şarezayan kirdim. «şêx ’umer wecdî» ke mamostay řewaq bû nwêjî dekird. le nwêj bowe. gutim: «min hejarim û nawtim bîstuwe, hatûm bitbînim». kirmancîyekî zor řewan qisey dekird. zor kurdêkî dił sûtaw bû. pyawêkî zor bekar, qalb sûk, heta xwa ḧez ka ’alim bû. cige le şêxayetî řewaqî kurdan, řadyo kurdî qahîreşî be dest bû. deyangut bîst û pênc karî ’îlmî pêk dênê ke hî wa heye řojê de deqîqe wextî degrê.

şêxêkî dîke le ustadanî ezher hate jûr û danîşt. şêx ’umer basî kurd û kurdistanî dekird û bewpeřî diłgermîyewe dedwa. kabray mîwan gutî:

- ustad min tênagem êwe dełên çî, bełam wa dyare bo kurdistan te’essubit zore.

şêx ’umer gutî:

- herçend melay bełam nazanî qise bikey. te’essub ẍeyrî ḧeqîqet gutne û le ’alman naweşêtewe.

- řast defermûy lem sehewem bibûre.

- mela to ’aqîdet be ẍezzalî çone?

- îmamêkî gewrey îslamî û qisey mu’tebere.

- le fiłan kitêbî biřwane, dełê: «em dînî îslame leser sê kołeke řawestawe: amêdî, şarezûrî, dînewerî». to dezanî hersêk kurd bûn? dełêm eger kurd dewłet bwaye û be azadî kurd byanxiwêndaye, îsta dînî îslam bew řoje řeşe duçar nedebû. min bo îslam hawarme.

kabra gutî: birya zorî wek ew kołekaneman hebwaye. le fermayştit behremend bûm.

gutim: «seyda, feleyek le nizîk qamîşlî çûbuwe ser małî cîranêk:

- erê şamoşo sibey naye yarîdem?

- beser çawan le beyanîyewe herçî bifermûy deykem, kareke çîye?

deçîn qebrî babim be gêç sipî dekeynewe.

- bibexşe bo ew kare nayem, çunke min hêşta qebrî babî xom sipî nekirdotewe, xełk hezar tif û neḧletim deken!».

şêx ’umer pêkenî, fermûy: «têgeyştim: bełam gutûyane herkes beranber be ’eqłî xoy bidwêne...».