çend nimûne le akarî şyû’îyan

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  1077 Dîtin

le řûsye çîyan bo sitalîn dekird, eweş û zyatrîş bo qasim dekira. ewîş keyfî dehat. qasim bibuwe teyrêkî seyr: hemîşe nutqî dekird; selim û tûrî lêk dehałand; le paş nutiq debwaye çend car leser řadyo biław bikirayewe. hemû dûkandarêk (ke hemû dûkandarîş řadyoyan le dûkan hebû) debwaye řadyo leser axir derece bikenewe û nutqî ze’îm bibîsrê. lem ser ta ew serî xeyaban û bazař, hemû kes, hemû dem gwêy le fermayşatî ze’îm, keř û serî gêj debû. şewane hemû wezîrekanî le xoy ko dekirdewe, newarî nutqî xoy bo dekirdinewe. hîç wezîrêk ta debûwe řoj nedebû bixewê û le pesta debû gwê le newarî nutqî ze’îm bigřê. gutyan cenazeyekyan debirde qebiristanî ẍezzalî. kabrayek be layda řabird, gutî: xozgem be xot ka, le eqwalî ze’îm necatit bû!

şyû’î wirde wirde pêyan lê hełêna. degeł ewḧed, şî’arî ḧîzbî şyû’î le ḧukmida dedra. destey zoryan le cewananî be naw «miqawemey şe’bî» (pedafend) bo parêzgarî le înqîlab pêkewe nabû. herkes bonî dijayetî komonîstî lê dehat, lêdan û şeqî zorî dexward û zorîşî be bê qanûn û bê pirsî karbedestanî dewłet î’damî înqilabî dekiran.

aşnayekî zor wiryalem, bo mesłeḧet parêzî xoy bibuwe yekêk lew cewanane û řastî zor şitî le la degutim; ya xuda diroy kirdibê:

- dûkandarêk le kazmên daway qerzî le cewanêkî pedafend kird, gutî nemdeyey şikayetit lê dekem. sibey ew řoje be tezahurat çûyne serî, gutyan tewtî’eçîn dozrawetewe. petyan xiste mil, kuştyan.

way beser hat ke le tezahuratî çend sed hezar neferîda, her yekey pete gurîsêkî pê bû, ta dijî xoyan bitirsênin. řojêk dewrî tirombîlî eḧmed sałḧ ’ebdîyan dabû, ke ře’îsî sitadî supa bû. petyan řadaştibûye. pet hebê xeyanet ser nagrê... beryan le małan degirt, qet małêkyan nedebward. debwaye çendî xoyan biłên, xawenmał bê xo girtin byandatê, nekû tûşî pet petên bê. řojêk seryan be małekemanda kirdibû, serî hawmałekemyan ça kirdibowe. seryan be małî êmeda kirdibû, ’eksî mela mistefayan be dîwarewe dîbû, bêhest û çirpe geřabûnewe.

sałḧ ḧeyderî, biray cemal ḧeyderî meşhûr, gutî: «çûme lay kakim dû dînarî lê qerz kem. şeş telîsî xet sûrî be pêlaqe dagîraw le dînarî û pênc û de dînarî le goşey wetaẍekey leser yek dandirabûn. gutî: ewe małî ḧîzbe û filsêkim nîye bitdemê!

tenanet le hemû îdarandabûn. gutî: ewe małî ḧîzbe û filsêkim nîye bitdemê!».

tenanet le hemû îdaranda her şyû’î ḧîsab bûn. řojêk çûme merkezî (yonîsîf) bo lay mudîrekey, ke dukturêkî zor benawbang be nawî cîhad şahîn bû. timaşay kirdim û dermanî bo nûsîm. bangî le feřaş kird, cwab nebû. çuwe der hatewe gutî: «xizmetkarekan çûne ber taw lîngyan dirêj kirduwe, dełên ême cwabî murtecî’ nadeynewe! debê le řûsyaş wabê?!».

mela mistefa ew karaney debîstewe. carêk gutî: dû kurdî lay hełebce hatûne lam. yekyan dełê kabrayek ser be şyû’îyekan xencerî řûtî leser milim danawe: «segbab biłê kurdim ta bitkujim!», ewî tir dełê: çend kesêk řawyan lê dabeşîm, girtyanim. ca were bikute! bangyan dekird: «werin bîkujin! eme êjê kurdîçim û partîçim!».

mela mistefa lew akaraneyan zor nařeḧet bû. basî dekirdin, pêy wabû karî zor xirap deken. carêk cemal ḧeyderî serokî bałay şyû’îyekan çûbuwe lay:

- mela mistefa xot dezanî minîş yekêkim wek cenabit..

mela mistefa nayełê qisekey bika, dełê: heste dayk fiłan! to debê be beraz biłêy wek tom, ne be min...

biraderêk efserêkî pê nasandim, ke eme ře’îsî pedafende û kurdî hewlêre û nawî mehdî ḧemîde. pêy xoşe to binasê.

- kake řoj baş!

timaşa dekem be ’arebî cwabim dedatewe! way xo nwand ke hergîz kurdî nebîstuwe! gutim: «gutyan kurdî, peşîmanim ke dîtûmî...».

gutyan goran û çend kesêk çûbûne mosko, çûbûne ermenistanîş, lay kurdekan. bełam be qisey ewaney boyan gêřabûmewe, neyfermûbû minîş kurdim; çunke ewe le mesłeḧetî ḧîzbida nebû!