har bûnî şîw’îyan û le xişte birdinî qasim

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  827 Dîtin

min tarîxî ew demane nanûsim û naşzanim bînûsim, bełam hêndêk bîrewerî xom webîr دەێنەûە, ewîş zor kem ke be pêwîstî dezanim basyan bikem:

ḧîzbî şyû’î le şar û dêhatî kurdistan zorî pere sand. deste deste be werzêranewe degeřan; le hîç diroyek bo diłxoş kirdinî ḧeşamat nedeprînganewe. şerim kirdin û diro nekirdin asewarî borciwazî bû; debû nemênê! herkes nawî aẍay pêweba, her dereqetî hatban, gurîs le mil řadekêşra ta demird. gutyan yekyan le deştî hewlêr kuşt micêwrî mizgewt bû; her çunke nawî ’usman aẍaye! le qebiristanî koye kêlî meřmeřî qedîmyanyan wird û xaş kirdibû. tenanet kêlî qebrî cemîlaẍa, ḧacî qadir ew hemû tarîfey lê kirduwe. herçî le hezaran sałewe nawî ayînî û exlaqî baş û pyawetî û řuḧim be kes û kar û behre wergirtin le kitêbanî cige le komonîstî, nîşaney îrtîca’ û kone perestî bû. le dêhat leser maşîn be mîkirofon bo gundinşînanyan biław dekirdewe: «ey bedbextî kiłoł! sałê no mang be çandin û dirwêney genmewe mandûn. le řûsya genim berî dare, wek dargiwêz û dartû! werzêrêk her çwar darî bê -ke pitrîşî heye- hîç xoy mandû naka. sałê carêk deyantekênê û şwênî namênê genmî têka! le şeřda pitir le ḧevde milyon pyaw le řûsya şehîd bûn. be milyonha jinî bê mêrd heye; hemûyan duktur û muhendîsin, seru jintan dedeynê! werin nawtan binûsîn. êweş lew genme bênirxey ke lem dewrane řeşeda berhemtan hênawe yarmetî ḧîzb biken. pûłîş bênin lêtan werdegrîn. zû bin, bigenê ta le kîstan neçuwe!...».

gutyan katê le sałî 1959da, ’ebdulkerîm qasim lêyan wexo kewt û şarezûrîyekanî ser be ḧîzbyan berew ḧebsî silêmanî dêna, şarezûrîyek deyneřand: «baweḧîzane êjim xatey xom besme, êjin jin duxtorit bo têrîn!».

hemû řoj le şaran û le patextida xopêşandan bû. tarîf le qasim û sed leqebyan bo taşîbû: «ze’mî ewḧed» (taqanetir), «mu’ellimî ewḧed», «nabîẍe ewḧed...», ewḧed û ewḧed! qasim ser le hewełewe zor nerim û nyan û xoy bêde’îye denwand; bełam şyû’î hêndyan ewḧed pêgut û çepłeyan lêda, xoy le xoy gořa: (to biłêy ew hezare zîle bexořayî be nabîẍe û yekemîn pyawî serzemînim bizanin, nezan bin? nexêr řast deken!).

yekêk pêy gutbû: «ze’îm şikłî tom le mangida dîwe!». hemû şewêkî mang dyar ba, wezîrekanî hełdepêça be dûrbîn timaşay mang biken bo şikłî ew biřwanin. fêłbazêk ’eksî qasmî be mîdadêkî kemřeng leser hêlke kirdibû, gutbûy mirîşkekeman ew hêlkey bew şikłewe kirdûh! cayzey wergirt û qaw daxra ke muczat řûy dawe!