berew beẍda

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  769 Dîtin

be maşênî kuřî ḧacî mîrza çûyne (telkoçer)ke leser sinûre. cîpêkman be dû dînar bekirê girt bimangeyenête mûsił. debwaye îcazey çûne ’êraq le efserî sinûr wergirîn. gutyan efser le mûsłe, dû řoj sebir biken ta dêtewe. kabray şofêr ke neydewîst dest le dû dînar hełgirê, kake û biraley degeł sergirûhbanêk kird ke wereqeman bo efser bidatê le mûsił pasportiman bo mor ka. barekeman çi bû? dû beře mêjûyyekanî ke coła le kone pełasî berman çinîbûy, dû sê petûy kon, hêndêk qap û mencełî ełmonyom. le wextî bar kirdinda me’sûm hêndêk ard û pênc şeş mist nîskî hêna.

- ememan bo çîye? bar giranîye. xo be řojêk degeyne mûsił.

gutî: ewe le deşt maynewe û mindałekanim birsî bûn, çibkem?...». naçarî kirdîn ewîş bar keyn. hemû bareke têrî kołî ḧenbałêk nebû. ber le nîweřo geyştîne mûsił. mindałim birdine utêlêkî ser decle. çûme îdarey polîsî sefer ke bitwanim biçme beẍda.

karbedest řwanîye pesaport:

- kwa morî efserî sinûr?

- lebatyan namey sergirûhbanim pêye.

- ḧey ḧey! sergirûhbanî segbab ḧeqî çîye řêget bida?! her emřo le sinûr detkeynewe bew dîwda.

- min be îcaze hatûm. eger gunaḧbarêk hebê sergirûhbane; min nîm.

- nexêr her debê derit keyn.

gutim: le hemû ’umirimda ewe yekem care be qanûn debzûmewe; ewîş tûşî kêşe bûm! dena boxom bo be qaçaẍ ehatim?

- qaçaẍ? bo teyr derdeçê? ême başman aga le sinûr heye.

- ca ba girêw bikeyn: emřo deřom sibey dêmewe û pêşim nezanin.

- miḧałe!

hawkarêkî pêkenî:

- miḧałe miḧałe! řojî sed kes be qaçaẍ dên û xeberîşman nîye. bawkim girêw nakeyn!

paş hezar çeqe û çeneçen, qerar dira biçme lay efserî sinûr, eger boy îmza kirdim lêm geřên. her çûme der, têlgirafêkim bo ’ezîz şerîf, ke le qasim nizîk û le şam bibûyne aşna, lêda. hatmewe lay mindałekan ke nîweřoje bixoyn. le utêl çûme xwar le dûkanî şûtîfroşêk gutim: şûtîyekim deye!

- hełbijêre!

baweř bike şûtî way têda nebû ke bom hełbigîrê.

- bira şûtî mûsłe! to çend kîlot dewê?

- heşt ta de.

letêkim kiřî. paş nîweřo çûme małî efserî sinûr «zahîd miḧemmed» ke basim kird. ke zanî min hejarekey mîwanî małe ḧaco bûm, be řûy xoşewe dwandimî û boy îmza kirdim û telefonîşî kird ke polîsî sefer destim lê berden. êware direng çûyne ser qetar û le wagonêk cêman girt. dû kesim dîn le xwarewe be wagonanewe degeřên û deřwanin; tirsam. zanîm polîsî nihênîn û le min degeřên. be me’sûmim gut: «êwe xo le min mekene saḧîb. ewane derimdekenewe sûrye. biçne beẍda. xom be qaçaẍ dêmewe». polîs dîtyanim, gutyan: «dabeze karman pête. bira xo dezanî ême hîç xirapeman degeł nekirdûy. tikaye le beẍdaye şikayt le polîsî sefer meke. mudîrî polîsî giştî eḧwałî toy pirsîwe û çawenořte!». dyar bû têlgirafî ’ezîz şerîf karî kirdibû.

beyanî geyne beẍda. «nûrî eḧmed teha» le îzge çawenořî dekirdîn ke le birîkarî ḧîzbî partîyewe hatbû. barman dagirt. tûrekey nîskeke diřa û lêy řija. têrî gałte pê kirdîn: «eme çîye? bo pêt wa buwe bêkesî û ḧîzbî partî de hanat naye?!». degełman hate nawşar; bûyne mîwanî îmamî. nûrî řoyşit be bê ewe biłê çîtan lazme!! celal bêtûşî şerîkim hat pênc dînarî damê, bûjamewe. çunke nîw dînarîşim şik nedebird. celal gutî bîst û sê dînarim be wasîtey mam celal bo nardûye sûrya.

- pêm negeyştuwe...

xanuwêkman be şerîkatî çayçîyekî koyî le geřekî(barudye)ke nizîk be dûkaneke bû, mangê be pazde dînar -heştî min û ḧewtî hawmałekem- bekirê girt. le dûkan destim kirdewe be ’ekasîyekey caran. çûşme lay mudîrî polîsî giştî supasim lê kird. çûme lay celal tełebanî le utêl (wabzanim dyana) wetaẍêkî tenyay girtibû. basî bîst û se dînarekem kird.

- çon pêt negeywe? dawme be mes’ûlî partî le mûsił, çawî derdênim!

dway dû řoj gutî: «bot be endamêkî xomanda beřê kirawe, ew xwardûye».

- kake teslîmî to kirawe; wabzanim to debê bîdeyewe.

derheł bû:

- bo çî min dizim? to bo ewende be temaḧî? deba ew pûłe nebê!

- kake celal! lew řojewe min aware bûm hergîz mixarcî mangêkim be qed mixarcî řojêkî to lem utêle nebuwe. herdûkîşman dełêyn bo kurd kar dekeyn, hezar ewendey tom kwêrewerî dîwe. êsta daway ḧeqî xom bikem pyaw xirapim?! ba wabê, ewa nemwîst...