bêne çwarsed û çil û çwar lîre!

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  867 Dîtin

çend řojê dway geřaneweman le seferî urûpa, nameyekî zebîḧîm bo hat:

«bira dewłet be çorit ḧîsabî kirduwe sînem û min û to her yek çwarsed û çil û çwar lîre û de qirûş qerizdarîn ke boman xerc kirawe! xanmî daykî sînem ke mudîr medreseye - qerare be eqsat bîda. řojêk birdyanme îdare: yan pûł bêne yan biço zîndan. le naw miqomqoy hatuçokeranda fîzmałkim daye û xanuwekem gořî û xom dizîyewe. toş agat le xo bê...».

çwar mangêk be serda řabird. leber derkî qawexane danîştibûm; sê polîs û efendîyek hatin. polîsekan çûne qawexaney ewberî cade. me’mûr hate lay min. kurd bû; gutî min kuřî fiłan kesim.

- ay çonî? çakî? bawkit çone?!

- erê seyda to qet çûye ełman?

- çon neçûm? ay xuda ew ser çomî řayne û ew bad...

- seyda ber lewe basim bo bikey, ewe dû mange le şwên to bew sê polîsewe dê be dê dekem. kes neygut ’ebduřeḧman ḧesen denasim. her nûsîwme cêgay me’lûm nîye. bêne êsta çwarsed û çil û çwar lîre û de qirûş neẍd bixe miştimewe. xo min diřam hêndey lêt bigeřêm!

tasêk birdimîyewe. ay xwaye çon pêwe bûm!

- bira ba pêt biłêm: bexuda cige le hêndêk sawar û ard şik nabem, naçarî debê bimgirî û ḧebsim key ke amadem. bełam řenge bawkit ke şewêk le gundî (ḧacî řeşk) mîwanî bûm diłî lêt biřencê. îtir xot dezanî!

biřêk dama:

- de başe teblîẍeke îmza ke ba min xelasîm bê.

- ca eger îmzay kem yanî ha werin bimgirin! ferqî çîye?

- edî çar çîye?

- çar her eweye binûse nemdîtewe û bibřîtewe.

- başe xom naxeme ber neḧletî bab û daykim. xwaḧafîz!

întixabat bo nasir dekira. ’ebid, mudîr polîsî tirbespî hat:

- were hełbijardinê.

- bexwa nayem!

- pênasekem deye bot mor kem dena le kar dekewê.