le birlînî şerqî

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 9 Xulek  1123 Dîtin

qetar hat, xoman tê xizand. ḧol ḧol çûyne wagonêkî piř le mindałî wird danîştîn. jinêkî derecedar, tenge estûr, dimuçaw hełpizaw, fît fîte be qedewe hate jûrê. way guřand baweř nakem hîç marşałêkî hîtlerî way neřandibê. dyar bû deygut: êwey zelam çon hatûne naw wagonî taybetî mindałanewe?! çemedan hełgire û řake bo wagonî zelaman. la qetarewe deman řwanye deşt: be setan jinî wek peřey guł nask, laqyan ta estûrayîy řan hełmałîwe, qoł řût, qîřetawî cadeyan pê deken. gutim: sînem timaşa ke! zortan fermû beranberîy jin û pyaw. xwa kerîme awat bibînmewe! le êzgey birlînî şerqî dabezîn. çemedan be nîxenîx hełgire û biřo. sindûqe postekeş nîye dayanmezrênîn. le demî meydanêk leser ’erz řawestayn. kes nîye cige le ełmanî bizanê. jinêkim dî ciḧêł bû; naşîrîn nebû; bełam biroy taşîbû, be qełemî şîn biroy bo xoy xet kêşabû. şitêkim gut, lîçêkî hełqirçand û řoyî.

- ay daykit le qingit xwa! çend be de’yeye!

dey edî çibkeyn? morî lawanî cîhanîm leser řojnameyekî peř çikołe dît; mindałêk deygêřa. dîtmewe! ew řojname le kwê bê lawan lewên. ba biçîn. kuřman têgeyand; geřawe, paş hej no hengaw be dest nîşayn dayn.

- xoş hatin! çemedanekantan be amanet danên.

- le kwê?

- le how sałone.

yek dane efserî derece serhengî pîrî lerzok be ser amanetîy qetar řadega. řûsîyek dełê, dełêy zimanî be pełûłey germ sûtawe! zebîḧî gutî: laçin min be řûsî deydiwênim. hêşta çwar kelîmey negutbû, gutî: mela! řûsîyekem lê xelas bû! sînem banke! nîw se’atî pitir kêşa ta çemedan teḧwîl diran û řesîdman wergirt. lawêk pêşman kewt! birdînye wetaẍêk le ser êdarey řojnameke.

- elo kake qasmilû! geyştîne birlîn, dey çî bikeyn?

qise dirêjey kêşa, kutim bîde be min:

- bira hîç dekey, hîç nakey be qîr û be tûn! to biłê nanman denê, birsîmane û şwênêk hebê lêy werkewîn.

- telefon bide be yekêk le xanexwêkantan.

dway hêndêk «gut gut» û «şiłîxtin piłîxtin», kabra telefonî dana û gutî fermûn.

- ey xuda saḧîb fermûdet ka!

çûyne řistûranêk - bê to naxoş - goşt berazî sûrewkiraw, lîkawî babe ẍełîfeşî detkand! be hełpe werî geřaynê, êskekanîşman dekiroşt! miř, her dinbeman dehat, de maşênyan nayn. birdyanîne medreseyek be naw «şilêman şule» le ser cadey nazanim çî.

sînem le lay jinan, êmeş dû be dû le wetaẍêkî dirêjî herawda. ser û doşeg û senîrî fûdrawî lastîk û dû petoyan daynê. beyanîyan ser û hêlkey kuław, dû cemey tirîş koponî yařełmasî û goşt beraz; ke biřoyn le řistûran noşî gyanî keyn. daway awman bikirdaye nebû; deyangut ziktan we jan dekewê; abco bixonewe. be dizî deçûm le destişoyî awim dexwardewe. hewałekanîşim fêr kird; dîtyan zigyan janî nekird.

tûşî taw û lerzêkî zor sext hatim; birdyanme bîmaristan. jinêkî pispořim hate ser, gutî: to le şwênêkî piř malarya hatûye dinyaye; her ga geyşitye cêgeyekî awheway ewê, lêt dejêtewe. minîş katê dîl bûm le lînîngirad wam be ser hat. dermanî bo nûsîm û hatmewe şwênî xom. le tawî ta demnałand. zebîḧî doşekekey lê fiş kirdibûmewe. kewtime ser zewî. ewîş lew demeda gałtey hatbû!

kiçêkî barîkełey genmiřengî ełmanî - ke nawî «zigrîta» bû - tercumanî dekirdîn. feřansî û îngilîsî û espanî dezanî. hênd řoḧsûk û be destewe bû ke zor xoşman lê dehat. hemû řoj telefonman bo piřag dekird. gutyan le mosko mela mistefa barzanîş boman de ḧewldaye; bełam wextî fistîwał beser çuwe. ême her le birlîn mayn. zebîḧî fêre şetrencî kirdim û řojman pê řadebward.

dîbûm ke ça le urûpa keme û zorîş zerd dexonewe. qorîyekim pê bû, bo xoman çayîy ’êraqîman lêdena. çam dekirde çadan û dembird awî kułîwyan bo be serda dekirdim. řojêk ke tam hatbû gutim: kake to biço awî kułîw wergire.

- mela min nazanim biłêm çî?

- zimanî nawê, kitrî le ser fiřgaz dekułê, lêy piř ke.

- namdenê!

piřim be qorîda girt û çûme ḧesar, pîrêjnêkî qûn qełewî topeł řabird. ẍarim da, destim le şanî da, gutim: «şiłxin piłxin, awî kuławxin!». pîrêjin dest û pêt biřîba wexo nedehatewe! her lêy wergirtim û piřî kird le awî germ.

lawêkî ’erebî ’êraqî be nawî «falḧ ẍennam» ke lam wa bû ewîş wek «selîm şahîn» her le wirg leweřandin degeřa, hate laman û bûyne sê kes le wetaẍekeda. danişcûy hendesey mî’marî bû. řojane timaşay simêłmanî dekird:

- la simêłî çepit le hî řastit kurtitre!

- beřastî muhendisêkî şarezay!

zorî ’aqîde be zanayî zebîḧî bû. carêk le minî pirsî:

- mamosta le kam danişga derçuwe?

gutim: le danişgay «tirkeş»!

- bełê bełê, be xway danişgay çake!

xo nedekira biłê tirkeşim nebîstuwe!

perdeyek le jûrêk hełwasrabû; serman pêda girt, falḧ ẍennam destî denaw gełî zigrîta dabû; demîşyan be demî yekewe bû. falḧ hatote der swênd dexwa em kiçe şyû’îye û zor dawênpake; xeyałî xirap meken!

- na na, kak falḧ! dezanîn bo detewîst hêlkey lê derênî; dena fikirêkî tirtan nebû!

kabrayekî kurtebałay mil kurtî êranî hate dîdenîman:

- min aẍay yezdîm. jinêkî ełmanîm hênawe; deyhênim bitanbînê:

- lazim naka, xwa pêktan bêłê!

- be xwa her deyhênim!

jinêkî şiłey kej, ke çawî leber taw hełnaye; qaç barîk, lawaz, detgut dardojenge, hat û destî de destî nayn.

- aẍay yezdî kest dest nekewt ew tajîye řûte nebê?!

- tuxwa sebir qise bike! jinekem tozêk le farsî têdega!

her ke çûyne medreseke, dwazde markî ełmanî ẍerbîman mabû. be qetar çûme birlînî ẍerbî, gořîmewe be çil û heşt markî şerqî û qaçaẍçyetîyekî baş bû. eweş zigrîta fêrî kirdim; dyar bû konekare!

hêşta fêrî awxiwardinî destişoyî nebbûm. şew gutim deçme derê lîwanêk abco dexomewe; tînûme. zebîḧî gutî: zor zû werewe, nîgeran debim. tewaw daway abcom nekirdibû, ałmanîyekî sed kîloyî pałewan gutî: ereb? kayro?! be ser gutim bełê. meçekî girtim; detgut şikandî. bangî kird widkayekyan bo hênam:

- bîxo!

- naxom!

destî tund kird.

- ay destim!

xwardimewe. bawer ke le demmewe sûtandî ta naw zigim.

- yekî tir!

ḧasił, berî nedam ta sê pyałey be gerûda kirdim. eme tomemz «ês. ês»y hîtler buwe û le qahîre ḧebis kirawe û bûyne xizim! be tikay bařmeneke berî dam. hatmewe laqim miqestey dekird. zebîḧî tûře bû:

- wam zanî gum bûy.

- hetîw xizmim peyda kirduwe. qise meke!

text nûstim ta řoj direng xeberim nebowe.

řojêk lew telefon kirdinaneda, qasmilû adrêsî «newrozî» nawêkî daynê, gutî pêm gutuwe kartan bo pêk bênê. zebîḧî û min çûyn. le ser cade le tiram dabezîn. zor geřayn, kołanekey adresman nedîtewe. desa carê ba bizanîn le małe? telefonêkman le ser cadewe kird.

- bełê le małe; dełê werin!

dayxistewe.

- bo netpirsî çon małeket bidozînewe?

- ay řast dekey!

gîrfanman geřayn de finîkman pê nebû telefon bikeynewe, dîsan wêł bûyn. ta dozîmanewe şeytan gutî çeq! areqkirdû, mandû: «selamun ’elêkim!» taranîyekî řeştałey bałaberzî lût beranî, çwar telefon be dewre, detgut ’ala’ezrete! be mîngeyekî taranîyanewe pirsî: dełên çî? le ser cwab meḧtel nebû, telefonêkî hełgirt; wextî bo kiçêk dadena!

- bełê çitan gut?!

ew car be telefon degeł jinêkî farsîzmanda cêjwanyan dyarî kird.

- ha, çîtan fermû?!

paş zimanlûsî û te’arufêkî xest û xoł, nûk û bedî ḧałî xoman bo bas kird; bełam ew leber telefon hełgirtin û danan zor kemî gwê lê bû.

- wa êstaş qasmilû bo lay toy nardûyn ke basî êmey boy kirdûy.

- qasmilû nanasim, kêye? le kwêye?!

- kurde û le piřag ustade.

- kurd çîye?! zor tazegî heye bo min! qasmilû bo naçêtewe êran? le piřag çi deka?!

gutim ba biřoyn bêfadeye. zebîḧî destî pê kird: be xatrî new’perwerî, însanîyet û çî û çî! kułî pêkenînim hesta û xom bo negîra, derkewtim. zebîḧî be dûmda hat:

- mela bo pêdekenî?

- kake! ’eynen swałkerêkim hate be çaw ke be kafrêk biłê: bo xatrî xełîfey îndirqaş lîreyekî zêřim deye!

zebîḧî le min pitir pêkenî! xêrî ewîşman bexşyewe.