fistîwałî lawan le mosko

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  1273 Dîtin

seretay hawînî 1957 deng dakewt, fistîwałî lawan le mosko degîrê û kê deçê xo saz ka. lêjney meḧellî komonîstî qamîşlî nawnûsîy xełkyan dekird. hatne lay minîş;

ke be řwałet her dost bûyn. sirûdêkyan pê dirust kirdim. her kes bîgutaye deçim, debû şeşsed lîre bida be ḧîzb; yanî hezar û dûsed timen. çûbûne lay ’ebdułłay ḧacî mîrza ke tacrêkî dewłemend û endamî ḧîzbî komonîst bû.

- toşman nûsîwe detbeyne mosko; bide şeşsed lîre!

- bira min kabrayekî nezan û destewestanim. çûnî min her eweye xanûy biłînd û xeyabanî cwan bibînim. şeşsed lîre dedem, hejar le cyatî min binêrin; hîç nebê hawarêk bo kurd deka.

- nexêr hejar kelleşeqe! gwê bo fermanî ḧîzb şil naka û herayekman bo denêtewe.

- awa?! yanî her çî gwê le mist nebê be kartan naye? carêkî tir be lamewe bên segtan pêwe denêm. heydê leber çawim laçin! carê ewe endamêkit qit...

nameyekim le celal tałebanîyewe bo hat:

«ḧîzbî şyû’îy ’êraqî - beranber be qerarekanî kongirey payîzî 1956 hatûne ředaye ke destey kurdistan serbexo biçête mosko û azadane basî kurd bika û ewanîş yarîdeyan biden. min nemtiwanî pasport wergirim; em nameye nîşanî hewałanman le şam bide û to serokayetî bike û biçne fistîwał. bełam parey sefer leser xot. xot pêkî bêne...».

kewtime barbû kokirdinewe; yan biłêm swał kirdin. nizîkey şeşsed lîrem pêkewe na. yek lewaney ke gutyan hîçî nedawe, «’arf ’ebbas» nawêkî milyonêrî qamîşlî bû; ke le hemû kes pitir berdî kurdayetî le sîngî deda! keçî tûşim bû, dełê: ew parey bot ko kirawetewe noşî gyanit bê; bîxo her bo to başe!

çûme şam. no kesîş bo ew sefere lelayen partîyewe geybuwene şam û çawenořî celalyan dekird. be dił qibûłyan kird ke min le batî celal bim. şewêk se’at dûy paş nîweşew, le meydanî «saḧe albircî» çawenořî qerarî ḧîzbî şyû’î bûyn û pêkewe be kurdî qiseman dekird. kiras şořêkî wek kwêtî bewêda hat.

gutî: bira êwe kurdin?

- bełê.

- minîş ḧacîm û bokanîm.

gutim: to ew simayle nî ke qeḧbeyekî tewrêzî xoy be serda biřîbû?

- berewełła řast hewm!

- ḧacî le bokan mełê hejar û zebîḧim dîwe; detgirin! bełam ḧacî her le řêwe gutbûy dîtûmin. girtibûyan û birdibûyane řeza’ye û zoryan çermesere dabû.

degeł zebîḧî danîştîn herçî demanewîst le qistîwałda basî bikeyn, le 15 řûpeřda nûsîman. bo eweş ke newek le tercemekirdinda bo zimananî dî tûşî zeḧmet bîn, kirdimane farsî ke le mosko farsî tercemey dekirê. namane naw paketewe û amade.

debwaye hey’etî şyû’îyekanî ’êraq - ke le şam bûn le ser giftî ḧîzb yarîdeman biden ta demanxene ser sefer; wîze û mîzey pêwîstiman bo wiregirin. çûyne binkekeyan. her gutim: «kurd serbexo deçin», ay ne’uzîbîlla! her le dîn derçûn, şitî wa nabê!

- kake! ḧîzbî şyû’î - zelamekanî - biřyaryan dawe ke destey kurd le jêr fermanî partîda bê û şyû’îy yarîdeyan le serewe biden.

yekyan gutî: gûm kirde qeraratî ḧîzb! duktur sefa ḧafiz - ke le řomanya degełim bibû - gutî: em hejare hezar kes dereqetî naye; min le řomanya dîwme çend beẍîrete...

herçî delîlman hênawe û qîřandiman, «gezî çî û cawî çî?!» her ewekanî řomanya bûn... le derkewtinda be safa ḧafzim gut: to demnasî; wa dekem baştirîşim binasî! řoyştîn. lenakaw celal tałebanî peyda bû. îtir celal ře’îse û xoy zanî çi deka. celal gutî: şyû’î be hîç barê qibûł neken hejar û zebîḧîman degeł bê, êwe eger twanîtan be řêgeyekî tirda xotan bigeynine mosko, lewê yektir debînîn.

- mam celal! herçî demanewîst le mosko bîkeyn û bîxwênînewe, be kurdî û farsî nûsrawe. eger êmeş netwanîn bigeynê, wek hatbîn waye.

celal xwêndyewe gutî: qet lewe baştir nabê. min deybem û behrey lê werdegirim. emcar be hoy řewşen xanim bedirxanewe, sefaretî çîkoslawakî, wîzey zebîḧî û sînem berdixan û minî da. celal hêndêk pûłî becê hêşt. pûłî swałîy min û pûłî řewşen xanim ḧeqî teyyarey ta piřagî dabeş kird. gutman le piřagewe be xořayî demanbene musko. geřaneweş leser şorewîye. řojnameyekî ’erebî le şam be nawî «elweten» kartî numayndegîy xoy damê; ke êstaş kelîmeyekim bo nenûsî!