be sûtan çûnî kitêbekanim

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  824 Dîtin

êware çûme êzgey qetar; «kutik le ser řimban bû»! xêzanî małî şa le kwêstanî swaretûkewe deçûnewe; nîwey pitir wagonekanyan bo terxan kirabû. fîlim dewîst cêgey berkewê. tûşî kone efserêkî ’êraqî bûm be nawî «’ebduřezaq ’ebayçî» ke le beḧnes bibûyne aşta û leber nexoşîy sîl baznişist kirabû. ewîş wek min sergerdanî cêga bû.

dû telîs gwêzîşî pê bû.

- hejar! cê des nakewê; çibkeyn?

- to kartî şunasayîy efserît mawe?

- bełê le gîrfanmidaye.

- wagonêkî dûrudrêj bo efseran terxan kirawe; kartit derxe.

- çon debê?

- çon nabê?!

çûyne ber wagoneke. sergirûhbanêk kartekey dît, çestêkî cananey kêşa: qurban fermû! gwêzyan bo bar kird. minîş xom tê xizand û le řîzî pişt qurbanewe text danîştim. ber le řoyştinî qetar, sergirûhban pêda geřa bizanê kê be qaçaẍ swar buwe. le jinêkî ew bermî pirsî:

- to çît?

- min ’ayley efserim.

xoy tênegeyand. geyşte min:

- bira to çît?

- min ’ayley em efserem!

bû be fiłq û hořî pêkenîn! le wagonî efseranda hatmewe beẍda. wek pişîley paşa řast çûmewe małî mam ḧusên! mam ḧisên le dûrewe be pîrmewe hat û gutî: çûbûn zebîḧî bigirin, tirsiman řê nîşt, kitêbekanman sûtand. bayî çend bûn pûłeket dedemewe. kizem le cergewe hat. qederêk tasam. gutim: mame! eger kesêk serî kuřit bibřê be çendê lê řazî debî? ew kitêbanem zor be xwênî cerg peyda kirdibû; syasî û qaçaẍ nebûn. xot selamet bî!

ḧîkayet çi bû? şa - ke le hełatnida çûbuwe beẍda - zebîḧî şewnameyekî dabû be lawêkî xełkî silêmanî, birdibûy leber derkî derbar biławî kirdibowe; girtibûyan; gutbûy qadir daymê.

- kwa qadir?

- le kafe ’ebdułłaye.

çwar efserî sîřřî degeł çend polîs deçin. le zebîḧî depirsin:

- kwa qadir?

- neka qadre komonîsteke biłên ke zor bedfeře? dadey qawe bênin! êwe bêdeng danîşin ba quşqî nebê. êsta deyhênim û bîgirin!

- zebîḧî le cadey lay ebûnewasewe řadeka. polîs laq leser laq qawe dexonewe. le xizmetkarêk depirsin:

- qadir bo nehat?

- qadir lay xotan bû; bo kwêtan nard?!

zyanî kitêb sûtan zor karî têkirdim. îtir taze le kitêb kokirdinewe diłim sardewe bû. ke demdîn - wek nezeryan ḧeram bê - řûm werdegêřa. be giftî mewlanay řumî: «maweyekî wîst ta xwên bowe be şîr», sałêkî bird ta lew tasane derçûm û milim le ko kirdinewey kitêb nayewe.

katê geymewe beẍda - paş serdanî mam ḧusên - çûme kin yermya. gutim: dar û nedar ḧewt dolarim heye. gutî: bêne! le heřacebazar, lêfe û doşegêkî tenkî konî degeł senîrêk bo kiřîm be çwar dolar. sê dolarekey tirîşî - ke kirdibuwe dînar - damewe. gutî: ta kar peyda dekey le mizgewtêk, dîwanî neqîbêk binû! utêl bo to nabê.

feqê seyîdêkî hewlêrîm peyda kird ke le mizgewtî melîk, beranberî wezaretî daxle deyxiwênd. biřyar dira lewê û lay feqê řaybiwêrim. nawî feqêm lebîr nemawe; bełam melayekî zigzilî qepozberanî şał le pişt û mêzer sipî kurdane, şewane dehate ḧucre; nawî şêx mistefa bû. be řawêjî demî hewlêrî bû.