şufêrêkî şofar

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 6 Xulek  888 Dîtin

maşênî yekcar zor le ser sinûr bo îcazey çûne sûrya řîz bibûn. zor sermaş bû. zor direng noreman dehat. dû efserî sûryayî - ke yekyan lûskełeyek bû - be lamanda têpeřîn:

- êwe ’êraqîn?

- bełê.

lûskełeke begałtewe pirsî: eger min le beẍda bûmaye çon debûm?!

min gutim: beřastî řojê sed dînarit deramet debû!

herdûkyan zor pêkenîn. kuře cwaneke ẍarî da nobebřî bo kirdîn. gutyan her dû řoj heqtan heye le sûrye bimênnewe. degeł hewałekan way bo çûyn ke ew pasport gêřanewey dû řoje bo polîsî ’êraq buwe; nawyan nûsîwîn bimangirin. ba nîşaneyek danêyn eger yekê gîra xeber bida. adresî ewanem wergirt ke deçnewe beẍda. her hatme şam, gîr nebûm çûme ḧełeb. swarî utûbûs bûm. xom geyande qamîşlî û lewêwe çûme «tirpespî» (qiburalbîz) małe ḧacu. dway çwar řoj têlgirafim bo ’ebdulkerîm şêx dawid kird: «ḧałit çone?» nûsîbwî: «tenya selîm birawete bîmaristan». detirsam eger be pesaport biçme sinûr, polîs - qiř - bimgirê. de řojêk le tirpespî mamewe. be cîpêk degeł yekêk le kuřanî małe ḧaco, le řêyekî çepekewe, çûme gundêkî ’êraqî ke le ser sinûr û nawî «se’de» bû. çûme dûkanêk, qawexaneş bû.

- kes heye bimbate mûsił?

kabrayek ke şofêrî kamyon bû gutî: be çwarsed fils debtem.

- başe.

piştî kamyon çend bare deẍił û zor jin û mindał û pyawî ’areb û çil penca mirîşk û qelemûney lê bar kirabû. letenîşt şofêr danîştim. êware direng geyştîne çaxaneyekî ser řê (çaxaney gundî kesk). postî polîs le piştyewe le ser girdêk bû. şofêr gutî ba lêre şêw bixoyn.

- bira to dełêy bo mûsił bîst deqîqeman mawe, êstaş her êwareye. biřo bigeyne mûsił, şêwî be keyfî xot be dekiřim.

- nexêr her lêre dadebezim.

çûyne qawexane, daway çam kird. şofêrîş daway şêw. polîsêkî giruhban řûy tê kirdim: çikarey? bo kwê deçî? kwa pasportit? bo le telkoçerewe neřoyştûy? weramim dedawe, lenaw qisanda le cyatî biłêm «maku» ke ’êraqîyaneye û yanî «nîye» gutim «mafî» wek xełkî sûrya.

- heho! to casûsî cûlekey! pêşim kewe bo post. şofêr toş nabê biřoy.

- denaw hera û çeqey swaranî pişt kamyon û ẍełbeẍełbî çaxanenşînekan be girdyan hełgêřam. birdyanme jûrêk ke hem defterî kar, hem cêxewî sê polîs bû. sergirûhbanêk û çwar polîs destyan kird be pirsyar kirdin. sergirûhban û polîsekan bêsewad bûn; yekî tiryan bang kird ke kwêresîwatêkî hebû. řwanyane pasporteke. ’eksekem birîqey berqî le serimda hebû.

- ha ho! ewe ’eksî to nîye; to ciḧêłî û lêreda serit sipî buwe!

kê têdegeyenî?! basewadeke gutî: axir ’eksî şay pêweye; kes le dinyada natwanê ’eksî şa ce’il bika!» delîlêkî baş bû!

- dey bo gutûte «mafî»?

- le sûrya fêr bûm.

- to emşew debê lêre bimênî ta beyanî be telefon le efserî telkoçer depirsîn; ba xoy lêt bikołêtewe.

mandû bibûm; xom hawîşte ser textî nûstinî polîsêk, gutim: be îcazey êwe min xewm dê. şofêr peyda bû:

- cenabî sergirûhban! em pyawe zor musułmane; be qur’an qet nwêj û řojûy naçê!

ey be babewet be quřê daba. şerit bê de sałîşe nwêjim nekirduwe! řemezanîş nîye ta bizanî beřojûm. ewan xerîkî çenelêdanî xoyanin, dîtim çwar şûtî de bin textekedaye.

- bira kê çeqoy pêye, qaşêk şûtî dexom!

- şûtî çî?!

- bira xo pyawetî nebřawe. naka leser qaşêk şûtî be gijmida bên!

çeqoyekyan demê û milim le şûtî xwardin na. şew geybuwe nîweşew, çeqe û hera her nebřawe:

«casûse? casûs nîye!».

gutim: bira casûs nîym; zigim bew jin û mindałane desûtê ke le songey minewe qetîs mawin; sermayane. werin dînarêktan dedemê, sê butrî areqî pê bikiřn û lêm geřên biřom!

- bertîl dedey be pyawî dewłet? ew hewîre zor aw hełdegrê; debê her êste xeber be efser bidem, her emşew bitbene zîndan.

emşew na! ba leser em texte binûm!

telefonî hełxiřand; «elo! elo», małî efser des nekewt. xiřxiř! elo! elo! îdarey polîs xeber be cenab serwan biden karêkî zerûrîm heye. deyanewîst qise biken û min tênegem. be turkîyekî nîwe ’erebî û kurdî şequşiř destyan pêkird.

- dey kake eger êwe turkimanin û le xomanin bo deng naken?!

- qut bûn:

- to xełkî kwêy le ’êraq?

- eger sîwadtan hebwaye zû detanzanî min xełkî tisênim lepena kerkûk.

- le kerkûk kê denasî?

- małe awçî!

- le tisên kê?

- ’emû necef!

- çend kuřî hen?

ḧesen û ’esker.

- biram nemanzanî toş musułmanî (yanî şî’e), debê bibexşî; xizmetkarîn!

telefon lêy da, efsereke bû:

- ha çîye?

- qurban kuřêkî zor başman mîwane û le xomane; zor selamî bot heye!

- segî segbab! le xew řastim dekeyewe ta selamim pê bigeyenî? bo çî řoj nedebowe?!

qirim daxrayewe.

- dadey çemedanî bo hełgirin û beřêy ken!

- bira min emcar dînareket be mizgênî dedemê; areqekey ewşewtan be selametî her çî musułmane!

girûhbanekey girtimî, çemedanî hełgirt û kewte şwênim. le řê gutî: to ke turkimanî bo be zimanî segan (yanî ’erebî) qise dekey? êmet tûşî şermezarî kird! yekîş ke daway şûtît kird û leser text řakşay û her gałtet dehat, zanîm to karbedestêkî gewrey! tikat lê dekem xawen mał û mindałim, xirapem mełê!

- xatircem be!

boşî gêřamewe ke şofêr xeberî lêdawim; gutûye min ḧeqim sed fils buwe, çeney lê neda û çwarsed filsî damê. dyare casûse û pûłî muftî pêye! le cêgey xom swar bûmewe. be şofêrî gut: emey be selamet negeyenye musił, bawkit le ker dekêşim!

- xwaḧafîz; bełam le bîrit neçê lem řêwbanane be zimanî segan maxêwe!

le řê şofêr le paş «xwa şukur necatit bû» gutî: qewlit da şêwim bo bikřî.

- toş qewlit dabû şofêr bî; şofar nebî. be girtinit dam û jeqnemûtit dewê? heyhate...

debû ta êware le mûsił bim û be qetar biçmewe beẍda. bo firawîn çûme řistûranêk. le derkewtinmida ke wîstim pûł bidem, gutyan dirawe.

- kê day?

- how pyawe.