zimanî em kitêbe

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  1857 Dîtin

gêřanewey beserhatim le jyanda, qisey ber agirdane û çîrokêke bo lawêkî degêřmewe. îtir namewê biłên edebî nîye û ’îlmî nîye. pêy nawê fiłan biłê bo lew cêge way negutuwe? bo fiłan wişey ’arebî yan farsî dekar hênawe?

eger řastit dewê be zimanêk nûsrawe ke le meclîsan qisey pê dekem û hîç xom pêwe mandû nekirduwe ke asewarêkî edebî bêt. ew karî bo şerefnamem kirduwe û xom degeł mandû kirduwe û bîr û mêşkim hełkuşîwin, lêreda basyan nîye.