bo çî çêştî micêwir?

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  1976 Dîtin

micêwrî mizgewt mencełêkî xoy dêna, herçî bermawî ew xełke bû, beser yekîda dekird û emeş cêjnaney ew bû ke nawî nirabû: «çêştî micêwir». têkeławêkî seyr bû; lenaw mencełda denke birinc pałî be denke biřwêşewe deda. denke kişmîşî piław, perj û biław buwe û her yekey le sûçêkewe cêgey girtuwe. parçe êskêk - ke řojî xoy le pena quçke birînc dandirawe - êsta denaw biřwêş û keşkekî genmida xinkawe! min dîtim ew çîrokey jyanim - ke paş şêst û çend sał beser dekemewe - řast bote çêştî micêwir. ne demî řûdawekanim le bîr mawe, ne detwanim yek bedway yek be zincîre byangêřmewe. lêkdirawe û boxoşim nazanim kamyan lepêş kamyanda bûn; bełam dezanim ewî nûsîwme, yan dîwme, ya le xom qewmawe, yan le demî biraderanî hawseferim qoztotewe. temam wa bû nawî binêm: «qangelaşk», «babirdełe», «bot birêm» keçî be bîrimda hat «çêştî micêwir» piř be pêstyetî.