ḧałî şa’îr

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  2235 Dîtin

demewê carê be serçiłî basêkî giştî le xom bikem. zorim basî şa’îranî kon û nwê xwênduwe û bîstuwe. lam waye lem řojhełatey xomanda, yanî lenaw fars û ’ereb û kurdida, řenge min -wek şa’îr- le hemuwan ḧałim xoştir bûbê. dexwênmewe ke fiłane şa’îr tarîfî fiłan xelîfey be qesîdeyek kird, de hezar, sed hezar zêřyan daye. bełam ḧałî şa’îr çon buwe? to bêne ber çawit: sed şa’îr her yek çend şew xoy cîřebabe dawe, qesîdey piř le diroy gewrey be qed û bałay nafesałî xelîfe yan padşada hełgutuwe; pirsîwyane:

- emřo xelîfe yan şa řûy xoşe? tûře nîye? îcaze heye biçîne xizmetî?

- bełê fermun ... dey şî’ir bixiwênnewe!

şa û xelîfe -le ker kertir- lew naweda şî’rî yekêkyanî pesind kirduwe; xełat bew dirawe û ewanî tir dem lepûş derkirawin. «nîzamî» ke xuday şî’re, be ḧakmî wext dełê: min segêkî derkî tom; çawim le êskêke bom bawêjî. «fîrdewsî» xawenî şaname, weha xoy le beranber «meḧmûd ẍeznewî»da be swałker nîşan deda, pyaw bezey pêda dêt. zorbeyan, lew şa’îre gewrane be swałkerî jyawin. ewaney xom dîtmin û zor le xom şa’îrtir bûn, wek mela marfî kokeyî, qesîdeyekî sed beytî bo tacrêk denûsî, deygeyande teşqî ’asman; nîw kîlo goştî dû timen bayî bo denard.

min ke taze destim be şî’irgutin kirdibû, lam wabû minîş debê tarîfî pyawêkî gewre bikem û cayze wergirim. çend şî’rêkim le medḧî eḧmedaẍay ḧacî bayzaẍada gut. cayzekem ewe bû deygut: «ew kere baş başî gutûn!» em qise bo min bû be dersêkî gewre. îtir wazim lewe hêna bo cayze şî’ir biłêm; ba her bo ’îşqî diłî xom bê. ’aşiqî azadî kurdistan bûm; keyfim pê dehat. ca eger medḧî qazî miḧemmed yan sitalîn û řûsyam dekird, boye bû ke be řemzî azadî kurdistanim dezanîn. çawim hergîz lewe nebû pûłêkim bixene gîrfanewe. bo xom kasbîm dekird û şî’rekanim dyarîyek bû bo gelî kurd.

le bîrme carêk şî’rêkim le kobûneweyekda xwêndewe; qazî miḧemmed aferîmî kirdim û gutî: sed timenit bexşiş bê. her le meclîseke gutim: ew sed timene bidrê be defter û qełem bo mindałe feqîrekanî medrese. tenanet ke «ałekok» le «řewabîtî ferhengî řûs û êran» le tewrêz çap kira, gutyan çwar hezar timenit ḧeqî te’lîf heye. herçend ewe qanûnî û hîç swałîş nebû, nemewîst. le awareyîşmida le ’êraq, her xom be areqî nawçawan û řencî şanî xom beřê deçûm û şî’rîm pêşkeş û dyarî bo azadî kurdistan bû; ke em ḧałe ḧurmetî zorî le berçawî xełk bo peyda kirdim û le nûsînî şî’irda zor azad bûm.