dastanî dar dizîn

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  1449 Dîtin

zistanî wiştepe zor sard bû, êmeş darî sûtanman bo kure nebû. hawarman bo mamosta bird. gutî: dar be min peyda nabê, xotan ’îlacî xotan biken. gutman meger bidzîn. gutî: bidzin, çî têdaye?! fitwaman wergirt û milman le dardizîn na. dû sûxteman hebûn be nawî seyd ḧesen û qadir, her ke êwaran deçûne nan çinînewe, darî małanyan hełdena û şewane deçûn, yekyan segî be xoyewe xerîk dekird û ewî tiryan darî dedzî. dardizîn geyşte řadeyek nîr û amur û pine û tîrokîş dedziran û desûtênran. řojane le mizgewt bas her basî dardizîn bû. hemû xełkî dê êmanyan wabû ke cindoke ew kare deken. du’ayan be mela denûsî ke gêçełî cindokeyan lê dûrxatewe.

małe ’elyaẍay êlxanî û hemû małe êlxanî, mirîdî zor diłgermî şêx ḧîsamedînî tewêłe bûn. yek le xelîfekanî tewêłe be nawî xelîfe miḧemmed bo bereket lew dêye dejya. xwa hełnagrê hemû dinya bigeřêy dwanî wa xwêntał û miřumoç û xobezlizanit dest nakewê. beřastî le şeytanman naxoştir dewîst. êwareyek ke seyd ḧesen le nan çinînewe hatewe gutî: «kuřîne karîteyek beser dîwarî jûrêkî serdanepoşrawî xelîfe řayeł kirawe, beşî em zistaneman deka, bełam hênanî karî kesêk û dwan nîye». şew małnûstinan her şeşman çûyn û karîtekeman be neqeneq kêşaye heywanî ḧucre û semawerî tenekeman coş da û be bîwir wergeřayne karîtebor û ta melabangidan hemûman kirde qełaşkerî sope û le ḧucreyekî çolî tenîştimanewe leser yekman kełeke kird. ḧucre leser řêgey mizgewt bû. taze demanwîst bixewîn. xelîfe le mizgewt hate der û dû sofî degeł, řast řû be ḧucre hat. yekêkman ke mela miḧemmedî kuřî mela ’elî ḧemamyan û birazay mamosta bû gutî: «êwe xotan dexew ken, xelîfe be karîte dizînekey zanîwe, lêman tûřeye. tenya min be nermî û zimanî xoş cwabî dedemewe, bełkû des hełgirê û şikatman lê neka».

xelîfe ber le her şit çuwe ḧucre çołeke û destî kird be teq û hořî dar be seryekdanda. ewsa hate jûrewe û gutî:

- feqê! êwe xotan be musłiman û xizmetkarî qur’an dezanin, ’eyb naken dizî dar deken?

mela miḧemmed ke nisḧetî êmey kirdibû, serî le bin lêfe hełêna û bê sê û dû guřandî:

- hey řîş kilkesegî segbab! wat lê hatuwe qisey sûk be feqê biłêy? hestim hezar şeqit têhełdem?!

xelîfe demî bû be tełey teqîw. mał birya û be koy zuxał bê. her derpeřî û sofî be şwênîda pel bûn û be bołeboł berew małî aẍa řoyştin. bextî ême mamosta le ḧewşe desniwêj deşwa û pirtewbołey xelîfe debîsê.

- ha xelîfe gyan xêre?

- bełê feqêkanit karîteyan lê dizîwim ke be kuřêkim nededa. serbarîş ewî xirape pêyan kirdûm. deçme lay ’elyaẍa, eger ḧurmetî şêxî tewêłey le la bê, debê ewanem bo tenbê ka.

mamosta be zimanî xoş xelîfe xaw dekatewe ke xoy tołey bo distênê. mamosta be xelîfewe hatne serman. demî kirdiwe û çawî quçand, hezar cinêwî da:

- řû řeşîne! çon feqê dizî deka? ewîş le pyawêkî wa mimbarek?!

serî xoman daxist û milman ḧîz kird, miteqman leber nehate der. cwên û heřeşey mamosta ke  «bem zistane dertan dekem» geyşte řadeyek ke xelîfe gutî: « qurban min gerdinyan aza dekem, toş byanbexşe». xelîfe řoyşit, bełam mamosta le cinêwdan û lome kirdin destî hełnedegirt. gutim: «qurban, xot fermût dar bidzin qeydê naka». lepiř le qaqay pêkenînî da, gutî: «eger wabê cindokekey daredzîş her êwe bûn! xwa bitangirê, pine û nîr amurîştan dizîwe? emma wełłahî karî çaktan her ewe buwe ke daẍtan be diłî ew xelîfe segbabewe nawe. da sopey lê nêł den ba xom germ kemewe! »

îtir bo xełkî awayş saẍ bowe ke cindokey dardiz le ḧucrey feqêyanewe serî hełdawe.