tobeyek bo hemîşey jyanim

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  1011 Dîtin

řojî cêjneyek degeł mamosta çûyne małî ’elyaẍa. ’elyaẍa ke nexwêndewarêk bû, bełam zimanî farsî dezanî, pirsyarî le feqêkan kird: «fiłan şit be farsî çîye? be fîsare şit dełên çî?...» şî’rêkî se’dîm lê pirsîyewe ke dełê: (çend deske gułim dîn ke le ser «ginbid» ê be gya bestirabû). ’elyaẍa gutî: « êwe netandîwe, min le şîraz dîtim guł le ser gunbez dadenên!»

gutim: netzanî, «ginbid» be pyałe dełên.

- le kwêda?

- le «burhanî qatî’»da

- xot dîwte?

- bełê

- dabçin burhan bênin...

em bełêyey min diro bû, nemdîbû, le mela qadre pîrim bîstibû ke zor farsîzanî çak bû. her manay gunbedî lê dirayewe û pyałe nehat. hemû gyanim weser areq geřa. axrî tûşî hatin ke gunbed be mana pyałe hatuwe. be zahîr qisey min serkewt, bełam êstaş paş çil û şeş sał ta bîrim dêtewe, şerim demgirê... diroy bo çi bû? ba bimgutbaye mela qadir way degut. îtir tobeyekî way pê kirdim ke bo hemîşe tenbê bim. zor kesî tirîşim dîwe, ke şitêkî boyan gêřawnewe dełên beser xoman hatuwe; bełam ewan eweyan başe diroşyan le ser sûr bêtewe şerim nayangirê...