diłdarî û lawetî

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1522 Dîtin

wek basim kird taze temenim debuwe yazde sał kîjêkim xoş dewîst. be bê ewe hîç le lay diłber bidirkênim, depał xomda desûtam û pyaw heq biłê ew diłdarîye zorî diłnerim kirdim û hest û bîrî naskî fêr kirdim. diłdarîyekî zor pak bû. herçend diłberekem le paş zor sałan hestî pê kird û řûy xoşî nîşan dam, bełam ferqî darayî małî bawkî ew û bawkî min neyhêşt pêk bigeyn û berhemî hemû giryan û dił dořandin le yek dû maç tênepeřî û bo yekcarî lêk dîdar axret bûyn û êstaş be pîrî ta webîrim dêtewe, axêkî sardî be dûda denêrim.

dûhem car diłim wek pepûleyek be peřey gułî řûmetî kîjêkî kiçe meřdarewe nîştewe. herçend xełk deyangut dem û çawî denke denke awławye û sipîlkełeyekî zor cwan nîye, bełam leber diłî min wînûsî xuday cwanî bû. ewîş zorî xoş dewîstim. řeşmałyan le nizîk řeşmałî xanexwêy min bû, her çîẍêkman nêwan bû. řojane ke pyawan deçûne karê û karî małê leser ew bû, zor derfetman bo deřexsa ke yektir bibînîn û be řaz û nyaz û wirdemaçan kuł û koy xem damirkênîn. şewêk le şew şeq bûnda, êstaş nazanim çon twanîm xom le segan bidzimewe û çonim wêra wek dizî lezebir dirgay çîẍ ladem û biçim le xew xeberî kemewe. hate der û le ser wirde diřwe gwênyan destemlan dirêj bûyn... ewende kîjêkî pak û şerim bexo bû ke şermim lê dekird û be hîç barêk xeyałî xirapim be diłda nehat. ḧezî dekird hełîgirim, bełam tarmayî bawkim dehate berçawim û detirsam. le paş maweyek le diłî xomda biřyarim da ke biçim û hełîgirim. bełam heyhû, gutyan birakanî zanîwyane û pasî dedêrin û toş bibînin sêberit be tîr dengêwin. her ewendem twanî le derfetêkda nîw deqîqeyek bîbînim û dax û ’ezret be yektir bigořînewe. řastî birînêkî taze hate ser kone birînî qirtimaẍe girtûy diłim... le paş ew dû car nahumêd bûnem, îtir diłdarî řasteqanîm le bîr çowe. bûme pepûleyek ke le gułêkewe bo gułêk defřî û le cyabûneweş tem daynagrê. le her dêyekî xwêndûme, le her cêyekî pya řabirdûm, her cwanêkim dîwe, çawî bizim tê biřîwe. ca yan be bołe cwênyan pê dawim, yan bizeyan hatote ser lêwan û car û nacar be dû qisey xoş beseryan kirdûmewe û gagayekîş maç û mûçêkim des kewtuwe.

hêşta lawêkî lûs û pûs bûm, jine aẍayekî zor cwan û be ser û sîma û keyxuda û pyawane, ke le meclîsî pyawan dadenîşt û le dakujanî kêşey xełk û gundyanda qisey le serûy pyawanewe bû, temenîşî lewdêw sî sał bû, nazanim çonî çaw dabuwe min; be hezaran nermefêł û lawandinewey daykane kêşamye ber kemendî xoy û be tepkeyewe bûm. maweyekî zor wek daykekey jan jak řusoy lê hat. ta nemird lew diłdarye derneçûm û le řastîşda mergî ew daẍêkî gewrey be cergewe nam. îtir ew diłdarye řast û diroyane, giştî be jin hênanim dwayî hat û le her dû carî jin hênanmida ’aşiqî şerîkî jyanî xom bûm û zorîş xom be bextewer zanîwe.