tirsan û wêran

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 8 Xulek  1431 Dîtin

minîş wek zorbey mindałanî dîkey kurd, her le bêşkewe be şewleban û cindoke û ẍulî byaban û ew şitaney ke her nîn û qet nebûn tirsêndirabûm. ca çunke ew beła û muczatane her le şewda dageřên, le şewda detirsam û nexwaze le tarîkeşewda detirsam her derkewm. bełam tirsêk ke min hembû řenge wek tirsî kes nebê. baweř nakem hîç mindałêk le xom tirsenoktir bûbêt.

carêk le xaneqay şêxî buhan, cengey çêştengaw çûbûm le ser merqedî şêx qur’anim dexwênd. jenge sûreyek be lay serûy ber heywanî merqedda wizewez degeřa. ewendey lê tirsam wext bû gyanim derçê. nemkira qur’aneke lêk nêm, becêm hêşt û hełatim, bełam hełatin! êwarê degeł zyaret keran hatmewe, qur’an be awałeyî becê mabû, hênamewe. şewane hemû pinick û darêkim lê debû be cindoke û ’îfrît. betaybetî ke zorim çîrokî xêwî awan (xway kanî) bîstibû, betenya nemdewêra biçme ser kanî û çomawan.

nazanim çon bû biřyarim da ke ew tirse le koł xom kemewe. wirdewrde ẍîretim weber xom dena. şew derdekewtim, tozêk degeřam. carêk le gundêk ke nizîkey se’ate řêyek le xaneqa dûr bû, wextî xewtinan gutim deçme xaneqa. le dê derkewtim. haşey gełay daran be dem bawe, xuřey awî çem û xiřan, hařey aşan, tirsêkî zorî weber nam. le tirsan destim kird be goranî gutin. lepiř be ser qebiristanêkda kewtim ke řêge be nawîda deřoyşit. min û gořistan û şew? řuḧ le cêyekî sexte û dernaçê. her hênde dezanim çawim quncand û hełatim. dehełatnekemda haře le gwêmewe dehat. nemdewêra awiř demewe. le dengî seganî dêyekî ser řêm wişyar bûmewe. çunke tirs le seganîş zor be hêz bû. řêgam le dê lada û lew lawe hatmewe ser řê û le seg řizgar bûm. tuzêk dem û çawim le coge şişt û pişûm tewaw hatewe ser xo, milî řêgem girt. hatim ta xaneqa û çirakanîm le dûrewe dedît. bełam lepiř û nekaw çî bibînim? yek dane cindokey pîrêjin le tenîşt řê hełtirûşkawe, destî deber çeney nawe, zeq zeq temaşam deka! çon ’erz qûtî nedam û ’asman hełînekêşam? qaçim sist bûn, tiq le demmida û şik bû. baweř dekey yan nakey, distim bo kiławekem bird, mûy serim wa girj bibû, wek derzî le kiławekemewe derçûbûn. nazanim çon şêt nebûm. hêndêk ayet û du’am dezanî ke bo demî wa be kar bê, bełam kê le wextî wada du’a û mu’ay le bî demênê?! hełêm, hêzî qaçim nîye. xo eger se’atêkîş hełêm, cindoke be dû şeqaw demgatê. dyare ecelim hatuwe. be bîrimda hat ke eger le beranberî dujminî kafirda pyaw dest nekatewe îmanê naba. na’îlac be destî lerzokewe, be darûkeyekewe ke be destimewe bû, xom be ser cindokey mel’ûn dada. dest û çawim hemûy be nûkî diřû birîndar bû. çunke cindoke pole şîlanêk bû le dem řêge. ca were lew deşte be tenya xom be xom pêbkenim! îdî lewsawe îmanim bew hemû çîrokane nema ke basî cindoke û ẍul dîtnyan bo kirdibûm. zanîm ew kesaneş her piniçkêk miniçkêkyan dîwe û hełatûn û bo êmeyan wek çîrokî cindoke dîtin gêřawetewe. tirsî tarîke şewm nema û lêkim dedawe ke boçî le jûrî dîwar sipî natirsim û eger řeşyan hełgêřa lêy bitirsim? sipyayî řoj û řeşayî şew ferqî çîye?...

şewêkî baran be řêgeda deřoyştim; mandû bibûm. tûşî qebiristanêk hatim ke qebrekan be berdî lûs hełnirabûn. wîstim wiçanêk bidem. zewî quř bû, be tirs û lerzêkewe qunim xiste ser berde tabutêk, mirdûm lê řast nebuwe. nexêr lew xwanî řostemeş řizgarim bû. zanîm mirdû taze ḧewseley şeř kirdinyan nemawe. tenanet wam lêhat ke şewî engusteçaw girîwim dekird biçme naw gumbez û ser qebiristanî zor be sam û nedetirsam. emcar demewîst herçonêk bê cindokeyek bibînim.

berde gewreyek le damênî şaxî tereẍe heye, be aman û zaman deyangut herkes be şew be layda biřwa, cindoke destî lê deweşênin û nawî çend kesyan degut ke lewê şêt kirawin. şewêk ke wirde baranî beharî debarî, bo çûnewe mał be anqest řêgem xiste ewê, çûme naw hiłołayî berdeke û çawenoř bûm. xişpey gełayek, haşey bayek, xirmey wirde baranêk dehat, dedłî xomda demgut ewa hatin; bizanim çonim dengêwin, her debê cindoke bibînim. le serman kesîre bûm û kes nehat. be nahumêdî derkewtim û milî řêm girt. kwêřeřê bû. şewe řeşî behar kemtir řêgem bedî dekird. lepiř dîtim şitêkî řeşî zelam leber çawim qut botewe. «eha bexwa ewe cindokey bin berd hatote ser řêgam betaqîm katewe!», bełam tirsan nemabû. boy çûm, fîşqandî û derpeřî û berew gund pel bû. caşkêkî yekpiř bû, le gařan becê mabû. be şwênî ewda řêgem dîtewe û pêkewe geyştînewe gund.

ke tazeş çûbûme naw feqêyan le seg zor detirsam; feqê gałteyan pê dekirdim. leweş řahatim; eger segim bo dehat dadehatmewe bo berd û ew řaydekird.

depêşda leber marmêlkeş hełdehatim, wemdezanî mare, bełam ke demdî mindałî wek xom be dar yan berd mar dekujin, minîş werdewrde ẍîretim weber xom dena û fêr bûm leber mar hełneyem û bitwanim bîkujim. «seyd miḧêdîne şête» hebû, pûrzay daykim û pêm degut xałe. pyawêk bû zor be aza û şeřker meşhûr bû. hemîşe pêy degutim eger to kuřêkî tirsenok bî, dyare xizmî min nît. carêk min û xałozayekim ke herdûkman le sayey wiłat têkçûnî şehrîwerî bîst û paşegerdanî taze seru tifengiman peyda kirdibû, paş nîweřoyek wîstiman le şarî sabłaẍ derkewîn. gutyan řêge xetere û çete heye, gwêman pê neda. sêber şoř bibûn tûşî kabrayekî swałkerî geřîde bûyn. gutî: «kuřîne le řahî xuda bigeřênewe, çetetan leser řêgeye û êsta leber çawî min karwanêkyan ber gulle da û řutyan kird». lew xebere tirsam, řûm kirde xałozakem gutim: «ême ta êsta lêman neqewmawe û dyare tûşî şeře tifeng debîn. to dełêy çî?» kabrayekî xawen qawexaney sercademan degeł bû ke betemay ême hatbû, gutî: «bigeřênewe, şew mixarîctan le ser min». ḧemedemînî xałozam gutî: «herçî to biłêy wa dekem. lepiř xałe miḧêdînim hate bîr, gutim: «řenge biřoyn bikujrêyn; eger bigeřêynewe lewaneye xałe miḧêdînim bizanê; ewsa abrûy be hezar sałman deçê». ḧemedemîn gutî: «toş bigeřêyewe min her deřom». le bin hewrazî cêgey xeter espekanman be kabray qaweçî espard, ke be řêgada biřwa. xoşman her yeke be layekî çyada dest leser pelepîtke û leser hest serkewtîn. bełam be selamet guzera û tûşî çete û şeř nebûyn. lewsawe kewte diłmewe ke eger qumaba şeřim dekird û bom hełkewtaye çetem dekuşt. yanî minîş xom be pyaw zanî û dexom řadedît ke le kabray dest dirêjî ker kemtir nebim. herdûkman her xwênman le leş dêt, bo dujmin bwêrê hêrş bika û min newêrim berberekanî bikem?

maynêkim hebû, zînêkî konî îngilîsîm lê dekird. be lay minewe zor şitêkî baş û asayî bû. le sabłaẍ mîwanî małî se’îd nawêk bûm. tikay lê kirdim be swarî maynekem ta qunqeła biçê. êware ke hatmewe se’îd denałênê û le cêda kewtuwe:

- ey małit awedan bê, zîneke hemû qingimî damałîwe! çûme lay ḧekîm, mełḧem û derzî bo nûsîwim.

taze çûm seyrî zînekem kird: ewendey baran û taw lê dabû, wek berdî qirinc qirincî lê hatbû, bełam dyare qunî se’îd le hî min naskitir bû, min fêrî bibûm.