çend aşnay ew serdeme

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 10 Xulek  1761 Dîtin

lew řojgareda baw bawî «xulepîze» bû. azayetîyekey bibuwe diłxoşkerey dax le diłan û bêçaran. le tirsî serbazî řaykirdibû; le dewłetî ’êraq yaẍî bibû. xełkî şarbajêr be dizîyewe yarîdeyan deda. ’elyaẍa nawêk hebû le gundî (eḧmedawa), zor zimanlûs û be çap û gup; deşîgut dêbokirîm, le silêmanî pêncised dînarî le estandar estandibû ke xulepîzey bo bikujê. ’elyaẍa be şat û şût ew qisey dirkandibû. beyanîyek xeberyan hêna ke şew le cêda serî aẍa biřawe û kes ta beyanî direng neyzanîwe. xulepîze lew yaxî bûneyda dûsed û heşta polîs û pitir le sed caşî dewłetî kuşt. le axrîda be destî hawkarêkî xofroş le xewda kujra. êstaş basî azayetî ew, çîrokî şewaney şarbajêryane û bote zapatayek.

legeł şêx hatînewe şar û aşnakanman beser kirdinewe û zorîş dost û aşnay tazeman bo peyda bûn. cige le mîrza û řeḧman, ew kesaney bibûne nasyawman û şyawî basin emanen:

1- řefîq çalak:

řefîq çalak mu’ellîm, ahengisaz, dengixoş, edîb, hunerpîşe û numayşinamenûs bû. zor xoşman degeł řadebward. le axrîda le ḧîzbî komonîst piley berz bowe û kira be ře’îsî ḧîzb û gîra û bû be casûsî dewłet û le şořşî barzanîda hate şořş û le řadyo karî dekird û be nexoşî dił mird.

2- meḧmûd eḧmed:

meḧmûd eḧmed mu’ellîm û hemekarey şêx letîf û xoşewîstî şêx meḧmûd bû. le layen şêx letîfewe nardirabuwe bakoye; hatbuwe sabłaẍ. degeł ḧemeḧusên xan qisey têk gîrabû; derkirabu. hatbowe silêmanî û gîrabû. daykî şêx letîf (ayşexan)çûbuwe tikaye ke berî den û swêndî xwardibû ke meḧmûd le ’êraq dernekewtuwe û leser mułkî ême buwe, estandar gutbûy:

xanim fermayştit leser seran; bełam meḧmûd dû şahdî wa ’adłî degeł xoy hênawe ke řed nakirênewe.

- eyřo şayetî çî? bexwa diro deken.

cûtêk çekmey libadî fişufołî sałdatî řûsan û kiławêkî kewłe berfî be estêrey sûrewe hênabuwe berdemî ke: «babe eger ewe nîşaney çûne řûsya nebin lekwê des dekewn?!». bew ḧałeş beryan dabû.

3- qanî’:

her le bokan bûm ke qanî’ hatbuwe mukiryan û bo yekem car le (qeregwêz)çawim pêy kewt. maweyek pêkewe bûyn. geřawe ’êraq. le zemanî desełatî komełeda hatewe sabłaẍ û degeł ’ebdulqadir debaẍî jûrêkyan le karwanseray seyd ’elî girtibû. ḧewlî karî deda û cwabyan dekirdewe.

çûme lay pêşewa, daway karim bo qanî’ kird. fermûy: «dełên casûsî îngilîse».

gutim: «em kabraye pitir le şêst sałî ’umre, kes neybîstuwe têrî zigî nanî xwardibê, axir ew bexşişî casûsîyey bo kengêye?! babe min debme zamin. eger xeyanetî kird min î’dam ken».

pêşewa fermûy: «to řast dekey; bełam ha bixiwênewe»: pitir le sed guzarşî ’êraqîyekanî naw şořş hatbû ke qanî’ pyaw xirape!! fermûy: xoyan pêkewe xirapin...».

řojêk nameyekî şandam ke bo «’elî medhoş» nawêkî, hem xeyat û hem şa’îrî nusîbû: «kake êre zor xoşe, layekî řîşt le silêmanî taşîbê layekey bêne sabłaẍ. çaweřêtim».

- qanî’ ewe yanî çî?

- ew ḧîzbane hate bin kiłîşemewe, witî to biço; eger xoşt lê guzera xeber binêre minîş dêm. demewê ewîş be derdî min biçê û karî des nekewê!

êwareyek degeł qanî’ çûme menziłekey. le dûrewe bangî kird:

- ’ewlqadir jûreke çaket de.

- yanî çî?

- gizkiman nîye be çaket eymałîn!

qanî’ kira be mu’ellîm le (bałanîş), paşan le (kelbeřezaxan). ke lêyan depirsî çi karey? deygut: ham le (segî pêşewa)! em gunde nawî (kelbeřezaxan) buwe, (kelb) sege û řezaxanîş nemawe.

mał û mindałîşî hêna û maweyek le bokan jya. legeł têkçûnî şořş berew ’êraq řaykirdibû. kuřêkî le řêge lê win bibû, paş maweyek boyan hênabowe.

lem beyneda ke le êran bû, dîwanî şî’rî ke nawî řastî «daykî kitêb» û nawî řwałetî «bałe kolare» bû, lay min danabû, degeł şî’rekanî aşna bibûm. qanî’ le sîdekanî (çoř)bû. bawkî şêx bû, ke bawkî mirduwe le feqêyetîyewe hênawyanetewe le cêgey bawkyan danawe ke hîç zewqî leser nebuwe. şewane, şêxane zîkir û talîley bo mirîdan damezranduwe û her ke çawyan nûqanduwe bêhest becêy hêştûn û çotewe mał û milî le çayî xwardinewe nawe û taw tawe hatuwe zîkirî bo taze kirdûnewe û geřawetewe û be eqłî derwêşekanî pêkenîwe. derwêş bemeyan zanîwe û deryan kirduwe. le kar geřawe, bote polîs, bote cengełban, kirawete mu’ellîmî dyanet. zemanêk le małî şêx meḧmûd jyawe û karbedest buwe. hergîz le ’umrîda nan û doy negeywine yek û hemîşe şiř û wiř jyawe, bełam ewendey ew gałtey be xełk kirduwe û ewendey ew le ’umrî xoyda pêkenîwe, baweř nakem bo hîç şazadeyekî bêkar ewe lwabê. meclîsî le şî’rî xoştir bû. şî’rîşî ke zor be zimanêkî sade û şarezûryane bû, yekcar karî kirdibuwe ser çînî nexwêndewar û pitir le her şa’îrêk kurdayetî biław kirdotewe. şî’rekanî zorbeyan xembarane û dax û ax bo ḧałî bindestî û perêşanî kurdistane; bełam qisekanî ewende qidîlkeder bûn mirdûyan dexsite pêkenîn. şêx û mela, aẍa û xan, desełatdar û dewlemend lay ew gałtecař bûn û zimanekey lê bibuwe beła û le hîç kwê danedemezra. newîstanî be kafryan dezanî û bem tometeş pêkenînî dehat.

çend nukteyek le qanî’ degêřmewe ke dezanim le dîwanekey çap nakirên:

* şêx meḧmûd le sîtek mîwanî şêx letîfe. zor kes le beẍda û şarekanî tirewe hatûne lay. şew debê be fiřan fiřanî lêfe û zordar le dest bêzorî deřfênê. efendîyekî zor be şerim û ḧeya ke lay şêx danîştuwe û debînê qanî’ hełdesûřê, be sirte dełê:

- şêx qanî’ destim damanit. minit le bîr neçê.

- efendî řazît toş wek xom bî?

- zorit memnûnim.

şew direngêk le kelênî dirgawe be qamk îşaretî bo deka. deçne ber heywanî mizgewt dû ḧesîrî buryay dirêjî lêye, qanî’ leser yekyan řadekşê.

- dey efendî lûlim de!

efendî lûlî deda ta ew ser, laq û mil be derewe û ḧesîr dezg pêçrawe.

- toş řaweste bełkû yekêk bête mîz kirdin, bêje lûlit bidat!

* cengeł bane, gutûyane herkes gwê berazêk berê bo dewłet dûsed filsî dedenê. qanî’ şeş beraz dekujê, dwazde gwê debate îdarey fermandarî le çwarta.

- qurban bifermû dû dînar û çwarsed filsim benê.

- kawra herwa gotreye? be çît kuştûn? kwa pasî tifengeket? fîşekit lekwê hêna?

- qurban mudîr beg, kuştinî çî û tifengî çî û pasî çî? min meladêm û em gwê berazaneyan be zekat û seriftire dawmetê! xwa xêryan binûsê!

polîsêk besera dêt û dełê: şêx qanî’ mandû nebî.

mudîr dełê: to ke qanî’î bo deng nakey?

- cenabî mudîr xerîk bûy gwê berazekanim bixoy!

* kawrayek hawar bo şêx meḧmûd dênê:

- qurban mar we kuřmîyewe dawe; nan bicawe ba xasî katewe.

qanî’ hełdedatê:

- baweḧîz nuştey marî ewê û nanî xoşî nehawirduwe şêx boy bicawê; eşê le nanî xoy kem katewe!

* řojêk şêx meḧmûd lay aẍawetî mîwanî basî tajîyek deka ke nazanim deşgate kerwêşk, boçî naygirê. qanî’ dełê: «qurban emir bike kerwêşkêkî saẍit bo bênin, nanêkî le pişt beste; ew tajîyey berde, be heway nan deygirê û îtir her kerwêşkêkî dît wadezanê nanî beser pişteweye û řizgarî naka!». şêx leser ewe derî deka.

* qanî’ û feqêyek le mizgewtî dêyekin. ḧacîyek topêk xam bo bermałî mizgewt dekřê. qanî’ derfet dênê û be feqê dełê: em mizgewte çend sałe binyat nirawe?

- sed sał.

- çend sałe řûxawe û be mirdû ḧesawe?

- çuzanim, penca sałe.

- xase, pazde sał minał û nabałẍ buwe, emênêtewe sî û penc sał, xo îsqatî bo nekirawe!

bermał depêçêtewe û sî û pênc car dełê: «em bermałem da be to le kefaretî ew tiř û tisane û diroyaney ladêy lem mizgewteda kendûyane û kirdûyane. biłê qibûłim kird û damewe be xot!» bermał let deken û deykene kiras û derpê. leser emeş le dê derî deken.

* mamostay dîne le gundêk. be minałan dełê: «kuřim, eger bazřes hat û basî dirust bûnî xełkî serzewî pirsî, biłên adem le quř dirust kirawe, dare sîwakêkî le kûngî xirawe ta kunekey wêk nekewêtewe. katê wişk botewe daryan řakêşawe, dar gîr nebuwe çote lay xuda bo şikayet: xwaye bo kirdûtme gałtecařî daran? xwa fermûye: xem mexo, wa dekem musulmanan řojî pênc car bitxene demyanewe!». bazřes ke gwêy lem cwabe debê dełê:

- ewe le kam kitêb daye?

qanî’ dełê: qurban (qisis alanbya’) nûsîwye.

- ke wabê gałte be dewłet dekey; yałła bo derewe!

* ke le sabłaẍ geřabowe; kabrayek nîwe’aşêkî dabûye; bibuwe aşewan. leser cadey giştî tabłoy nusîbû: (bo aşî qanî’). tabłoy be darî dewrî aşda çespandibû: (aşêr lêre dadenîşin), (kerekan lem bin dare moł dexon). şêx ḧemedemînî xawen aş řojêk deçête serdanî qanî’ û çawenoře bîbînê. qanî’ le aş dête der û le qaqa deda.

- bo pêdekenî?

- ya şêx xo to xwêndewarî, le cêy keran mołit xwarduwe!

- bexwa kesêk hewałî qanî’ bê her mołgey kerî řewaye!

nîwe’aşî lê sêndirayewe!

* şořşî kurdî ’êraq destî pê kirdibû. řojêk qanî’ deçête seyrî xopîşandanêkî gewre le silêmanî. witarbêjêk deneřênê:

- be şanazîyewe em şořşe leser şanî řannide û komeg řannide pêk hatuwe.

qanî’ dest biłînd deka:

- mamosta ke wabê mektebî syasî ha le garacî ’ebde!

leser ewe biraym eḧmed le ’êraqî derkird û le merîwan girtyan û birdyane taran û ta direng nehatewe ’êraq.