berew beẍda

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  967 Dîtin

zor kes be daymî hatûçoy małî şêxyan dekird. lewane dû lawî bira û zor nocwan û cwançak bûn ke şêx zorî xoşdewîstin û be giftî se’dî: «ser û siřêkî» degełyan hebû. zor şitî tirî piştî perdeşman debîstewe ke basyan şyawî gêřanewe nîye...

qizłicî û min herdûkman lew jyane penaberîye weřez bibûyn; biřyarim da dwayî pê bênim. şêx gutî: «meřo, min dû gundit teslîm dekem, beseryan řabge».

- ya şêx to defermûy min dizî bikem? boye negeywime êre. deçme beẍda û kar dekem.

nameyekî bo ’elî kemał beg nûsî ke milyonîrêk bû. nûsî karim bidatê. qizłicîş bew hewaye ke mam û amozay le beẍdan, milî da û çûyne beẍda. le pênc sed timeneke (ke dînar dwazde timen bû) şazde dînarim mabû. qizłicîş bîst dînarêkî hebû. ’arebîman nedezanî; bełam le tirsan çûyne utêlêk ke hîç kurdî lê nebê. şew demanewîst şêw bixoyn, kabray xawen utêl ke xoy cergî birjawî dexward ḧałî kirdîn ke êmeş wek ew bikeyn. cergyan bo hênayn. paş tawêk mindałêkî çiłkinî borelûke, detgut mişkî çewre û de xake řejîda gewzawe, hat gutî: «kwa qapekan?»

- qapî kê? (xawen utêl pirsî)

- qapî êranîyekan!

wişey «êranî» le qizłicî bû be ’îzrayl:

- ewe casûse û be girtiman deda!

- kake! herkes ’ereb nebê be êranî nawî debem em hetîwe pîse çuzanê casûs masûs çîye?!

herçî kirdî degełî neřoyştim ke cêge bigořîn û ew şewe xewî lê nekewt.

le zemanî řezaxanda ke çend hawdiłêkî kurd bûyn û diłî xoman dedawe, bas basî ’elî kemał bû ke demanbîst şewane ser le utêlî beẍda deda, her kurdêkî des kewê yarîdey deda û hênde hênde kurdiperwere. be diłî xoşewe namey şêxman hełgirt û defterî kemał beg bigre û hatim. zelamêkî çaw hełpizawî sûre zirte bû. namey wergirt; ber lewe bîxwênêtewe be tałîyewe gutî:

- destim lê hełnagirin, babe min pûłim lekwê bû bîdem bew xełke? bo nařonewe silêmanî?!

gutim: cenabit nameket nexwêndotewe; ême swałker nîn. nûsrawe karman pê bispêrî.

xwêndîyewe, gutî: nawêrim kartan bidemê; êwe xeterin. boxotan kar peyda ken, min detwanim sê dînartan bidemê!

- cenab sê dînarîş mede û xudaḧafîz...

bełam nabê cwanan bişkênîn: ’elî kemał kone efserî ’usmanî, mudîrî emnîyetî ’êraq buwe, destî kirduwe be tîcaret, bote milyonêr. zorî yarîdey ḧîzb û komełanî azîdîxwazî kurd kirduwe. pûłî bo şořşî mela mistefa narduwe û zor dostî buwe. le hemû dewranî perlemanî ’êraqda wekîlî silêmanî buwe. mułkî zorî le dewrî şarî (kût) deber desta bû. hemû sałêk mindałî feqîrî silêmanî be cilk û kaẍez û qełemî ’elî kemał xwêndûyane. mindałî feqîrî şarî kûtîş, egerçî kurd nebûn herwetir. emma hewlêr û ko û kerkûk û şarekanî kurdinşînî ’êraq lew xêrate bêbeş bûn. pyawêk bû deyzanî dewłemend debê çi bika û ’ereb gutenî: «le kwêwe şan dexurê». le silêmanî hełîdebjêrin; le kût le kêşey mułkida yarîdey deden û qazancî dû sereye. mangî de dînarî dawe govarî «gelawêj» bew şertey hemû jimareyek şitêkî derbarey pyawetî ’elî kemał têdabê. bełam dû řûtey lêqewmawî bermawî şořşî fewtawî qazî miḧemmed û barzanî, wek qizłicî û min, herçî degełyan bikirê befîřo deřwa û hergîz xêr nadatewe. bełam dîsan îdare teblîẍatekey biławyan kirdibowe ke dû kurdî êranî lêqewmaw hatne lay kemał beg;

biřyarî da her mangê yekî pênc dînaryan bidatê, pyawetî awa debê!!