hawmałîy meḧmûd eḧmed le beẍda

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1320 Dîtin

ta hatmewe kût muhendîs tesadufî kirdibû birdibûyane beẍda. hatmewe beẍda. degeł meḧmûd eḧmed bûme hawmenził ke maweyek le beẍda mał û mindałî degeł buwe û xercî dernebirduwe; nardûnye silêmanî û jûrêkî le xanûyekî heşt małîda girtibû; be tenya dejya. meḧmûd nîwey jyanî le zîndanda guzerandibû; serî zor le gungeł dexura, le perj û biławîşda wek min kołewar bû. şewane areqî here giranî be lîwanêkî lêw qirincawî şikaw dexwardewe; be cûteş çaman pê dexwardewe. debû lêw bigêřîn xo le qirincaw ladeyn; newek birîndarman ka. lîwanim dekřî deyşkand ke min wam pêxoşe bew lîwane řaybiwêrim. carcare de’wetî gořanîbêj û musîqadanî dekird; bełam lîwan her nedegořa.

şewane cilî kurdî deber dekird û derdeçû. deçuwe qeḧbexane, yekêkî bang dekird: «pûłeket dedemê û karim her ewende pête bom bigêřîyewe çon geyştûye êre û serguzeştet çîye?...» çend carêk le layen gewadanewe darkarî kirabû, tirsabûn qeḧbekanyan lê bifřênê. ew çîrokaney ko kirdewe û le çapî da be nawî «le sayey derebegîda». her formeyekî derdeçû dûsed danem pê dehênawe małê. kitêb le çap derçû, gîra û meḧmûdyan girt.

paş bîst řoj berdira. kitêb nirxî bîst û pênc fils nûsrabû. ke lawan bîstyanewe xawenî gîrawe û nûsraw sûtênrawe boy degeřan; her nusxem be dûsed fils defroşt û ke hate der barêkim pare bo weser yek nabû.

boy gêřamewe ke ewdem hêşta mał û jinî le beẍda buwe û bo çîrok çote qeḧbexane, nîweřoyekî germa, jinêk xoy be mała kird. yek lew jinane bû ke meḧmûdî nasîbû: «kake meḧmûd hełatûm; bîke be xatrî pyawetît řizgarim ke». her ewdeme tirombîlêkî girtuwe û birdûye ta qeraẍ şarî silêmanî û geřawetewe. paş çend mangêk řêgey kewtote şêxe dêyek, le ḧesarî tekye sofîyek pêy gutuwe: «were daye xanmî ḧeremî şêx bangit deka». ke deçê dayexanim heman jine. xanim şanî maç deka:

- kake meḧmûd qet le minetit dernaçim.

- daykim be ẍełet çûy; bexwa ne detnasim, ne nawim meḧmûde; lêt gořawe.

xanim degrî û dełê: beřastî pyawî...

na na, daykim bexwa natnasim, xudaḧafîz.

le sofî û mofyanim pirsî: dayexanim çon jinêke? ewendeyan tarîfî xêrewmendî û îmandarî û bezeyî gêřayewe ke bas nakirê.

meḧmûd be ’aqîde çepî bû; bełam le ḧîzbî komonîst û partîda endam nebû; herdûk laş xoşyan dewîst. zor diława bû. carêk leber dûkanekem kabrayek sirtey degeł kird; meḧmûd řoyşit û zû hatewe, sê dînarî da be kabra. kabra řoyşit.

- meḧmûd ew sê dînaret lekwê hêna?

- kake ew pyawe gut pûłî seferim pê nîye, çûme heřace bazař kotekem bo firoşt!

zor karî seyrtirim le meḧmûd dîwe; bełam pêwîst naka zortirî leser biřom.

dway hawmałîm degeł meḧmûd řojêk le řojan xanuwekeyan têkdayn ke tazey kenewe, meḧmûdîş xoy neqił kirde silêmanî û naçar sîpałim birdewe małî mam ḧusên.