le asayşgay «beḧnes»

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 17 Xulek  1591 Dîtin

(beḧnes) yan (biḧennes) gundêkî mesîḧî nişînî lubnane. le řojhełatî bêrût û hezar û penca mîtir le beḧir beriztire. asayşgake bew nêweye û ser be kilîsay katolîkî feransaye. deyrî jinanî řahîbe û terkednyaye. jinêk ke «mamêr» yan pê degut (wata dayk) êdarey dekird. jine terkednyakan karyan bo dekird û pêyan degutin «masêr» (xuşk). herçî le derman kirdinî nexoşan qazanc dekira, dedra be supay feřanse. asayşga sê tebeqe bû; tebeqey çwaremî sînema bû, tebeqey sêhem taybetî dewłemend û xawen partî zil bû; mangî şêst dînaryan bo dedan; xorak û derman û îstiraḧetyan lewpeřî çakî da. tebeqey naweřast bo feqîr û bêkesî herzan bayî nexoşî ’êraqî. tebeqey xwarî bo nexoşe feqîrekanî lubnanî û şwênî tir bû. êmey ’êraqî mangê be ḧevde dînar bexêw dekirayn; be dermanewe. xorak heta biłêy xirap, derman zor kem û be destende. ḧurmet? xozge be ḧałî seg...

dukturekan be hetîwî le kilîsa bexêw kirabûn; le feřanse pê xwêndirabûn. her şeş mang desteyekyan deçuwe feřanse bo zanîn zyad bûn û ke dehatnewe destekey tir deçûn. tenya şitêkî ke xudapêdawekan û damawekan tya şerîk û beranber bûn, heway sazgar û tîşkî xoretaw, dîmenî cwanî çyay lubnan û dukturekan bû.

hemû řoj beyanî, lîsteyan bo tebeqey sê debird ke corî xwardinî be awatî xoyan hełbijêrin û boyan lê nên. êmeş ḧewtey carêk şorbay goşt wiştir û hemû cemî zistan nîsk û baqle, le dû mangî beharda zorbey cem kengirî le awda kuław, hemû hawîn şorba kûleke bû. sałê dû car: řojî kirîsmîs û cejnî fesiḧ, goşt mirîşkiman be birincewe hebû.

řojê çend car masêr seryan dedayn. dû řoj carêk duktur dehat be sermanda degeřa. ḧewtey carêk mamêr û hemû duktur û masîrekan ke peristar bûn geştêkî be komełyan dekird û beseryan dekirdînewe. şewane, zistanîş ba, debû başman dapoşin bełam serman le derewe bê. derk û pencereşyan dekirdinewe ta le xewa heway pak hełmijîn. zor car be xirtey befir małînî bin textekanman wexeber dehatîn ke be firyan lê debarî.

ta çil řojêk zor kelela bûm û germam geybuwe çil derece. wirde wirde hatmewe ḧał û be pay xom degeřam. ew dem çarey sîl zor le êsta kemtir bû. tenya ’emelî peraswan û hełkêşanî řye le řêy lamlewe hebû. dermanîş derzî (sitruptomaysîn) bû; ewîş zor giran û destî feqîr nedekewt.

zorbey nexoşekanî hewałim xwêndewar û řoşnibîr û mamosta û nûser û şa’îr bûn. ewî demanewe, kone polîs û řannide û tozxorî deşt û sara bûn. piley nawincî zor kem bû.

megîn çilonkayî ba, dena debû leser textekanman nebziwîn û xo mandû nekeyn. çîne nexoşekanî pêş ême wirde wirde kitêbxaneyekyan pêkewe nabû. pitir le dû hezar ciłd kitêbî zor çak û betamî têda ko bibowe. be hełbijardinî nexoşan serperist û agadarî kitêbxane nawdêr dekiran. pareyekî zor kem abûney kitêb xwêndinewe werdegîra ke ewîş dedrayewe be kitêb. eger carêk dewłemendêk bo serdanî xizmî nexoş yan bo seyrî nexoşanî sîl bihataye û le řûy xêrewmendî bîgutaye: çîtan bo bikiřim? deyangut: kitêb bo kitêbxane. lew bêkarîye û nebzûtneda, hemû kes serî beser kitêbda degirt. tenanet nexwêndewarekanîş dersyan dexwênd ke bitwanin bixiwênnewe. tenanet kabrayekî lê bû, mistefa şêxelî naw bû; pitir le şeş sał bû le asayşga mabowe, dełałî heřace bazařî beẍda û nexwêndewar, le asayşga xwêndibûy; bibuwe xwêndewarêkî ’erebî, melay debezandin. minî wa tînûy xwêndinewe, destim bew hemû kitêbe řabga û cige le danîştin û řakşan hîç karim nebê, debê çibkem? qurban şanim lê daxist û milim lê na û řîzim lê girtin û wişk û teř, ayînî û kifirname, tarîxî û edebî, bêwçan û sanewe, řoj ta êware û şew ta xew le lamda debatewe, çaw le kitêb natrûkênim. nûsrawî teha ḧusên, ’eqqad, siba’î, yezbek, selame mûsa, ḧesen zeyat, dîwanî ḧafiz îbrahîm, şewqî, dîwan û kitêbî nûser û şa’îranî kon, tarîxî kon û nwêy cîhanî û mełbendî, zincîre nûsrawî qedrî qel’eçî, komełe govarekanî dinyay ’ereb... řastîyekey nazanim çend kitêbim xwêndewe. terceme le şiksipîr, anatol firans, wîktor hogo, mark tiwayn, balzak, maksîm gurkî, çîxof, gogol, kitêbî kone beytî ’ereb, felsefekan, îlyad û herçî le nûseranî urûpawe kirawete ’erebî. xulase çîm nehêşt ke car û dû carî nexwênmewe. tenanet kitabî muqeddesim dû car ser leber xwêndewe. dû sał bo xwêndinewe û fêr bûn zor derfetêkî zêřîne; hem le me’lûmatda, hem le ’arebîda desmayeyekî zorim des kewt.

le nawmanda keşîşêk û melayekî necefî peyda bûn. mela nawî şêx xełef û zor wirya û qisexoş. lebîrme carêk lêyan pirsî:

- le qur’anda dełê: «zewî be mîrat bo sałḧan demênê», yanî çî?

- menzûrî qur’an le sałḧ ew kesaneye ke be zewî deçarên û îslaḧî erazî deken, nek sofîlke û melay desbiř û tenbełî wek min. lewaneye sitalîn lew sałḧane ḧîsab bê. keşepyawêk bû le temenî bîst û ḧew sałîda, nawî «uẍsitîn» bû. ta nexoş nekewtibû be ’umrî xoy le dêrêkî ser çyayekî ’êraq dernekewtibû. latînî, îspanî, feransî, îngilîsî, farsî, turkî, ’arebî, kildanî û kurdî be herdû zarawey kirmancî û soranî wek aw dezanî. zorîş řûḧsûk û le şanan xoş bû. le xway dewîst pirsyarî lê bikey û cwab bidatewe.

- bawkî řûḧanî, ewey to fêrî bûy be hezar zanay ’ereb nayzanin. to lew kêwe kwêřa ew hemwe fêr bûy?

- kake, ’ereb zimanekeyan bote bełayan, ewendeyan le xoyan giran kirduwe be sî sał fêrî nabin. xetekeyan aramî konî çwar hezar sałeye; layan waye kifre bîgořn. naçar giramêrî çend ciłdî bo nûsrawe ke řast bixiwênrêtewe. eger wek latînî binûsraye be penca peř giramêr saz debû. her xerîkin ziman fêr bin ta qur’an řast bixiwênnewe, îtir nayanpeřjête ser ’îlmîtir û be cahîlî pîr debin.

řojêk pirsîm:

- beyanyan řahbeyek be çiraye neftêkî dagîrsawe û keşeyek be zengułewe be dewrî kilîsada degeřên û zengułe řadejênin, ewe bo çîye?

- çon le katolîkî ewendeş nazanî? ewane şeytanî dewrî kilîsa ke şew hatûn derdeken!

- ca bo çî deryan deken?

- bo ewe ême keşîşekan cêgeyan bigrînewe!

leser daway ew, dastanî (kirank bîl)y anatol firansim kirde kurdî. hêndêk deskarî zanayaney têda kird û pesnidî kird. nusxe xetîyekem fewta û be çap negeyşit.

le axir û oxrîyekanda wîstim îngilîsî fêr bim. ferhengî ’erebî - îngilîsî, îngilîsî - ’erebî û ferhengî lehce derbiřînim le dewrî xom dana. wişe be wişe mana û lehce derdênim û deynûsim û leberî dekem. bew zeḧmete giraney ke kêşam demtiwanî dastanî hasan bixiwênmewe û kemtir karim be ferheng bê. bełam bedaxewe le paş ça bûnewem le beẍda bu le pênawî nanî řojaneda, nemtiwanî leserî biřom û lebîrim çowe.

zor aşnay başim hebûn. le hemuwan nizîktir «ḧusên wettar» nawêk bû xełk ’îmarey ’êraq. le xom řût û řecałtir, le dinyada taqe birayekî hebû ewîş serbaz bû. ḧusên zor le edebî ’erebîda zewqî hebû. bo xwêndineweş pirsî dekirdim, kitêbim bo hełdebjard.

zor nêwanman xoş bû. pêkewe degeřayn. kurd gutenî: «wek gwêy ker cût bûyn» û bibwîne xemřewênî yektir.

sînema le tebeqey çwar bû. debwaye her kese kursî xoy berê û le fîlim biřwanê. kilîsa bû; leber xawen sînemayan depařanewe, be xêr fîlmyan werdegirt û seru çarege lîreyekyan le nexoşî timaşaker destand. her jûrey cêgey heşt nexoş bû. kabrayekî sertaşî lê bû, řadyoy deda be îcare, mangî be şazde lîre. min her zû řadyoyekî konim kiřî û hawwetaẍekanim le îcar řizgar kird. katê ça bûmewe û derçûm be qazanc firoştimewe.

komonîstekan ḧelqey dersyan bû, sebrî yûsif nawêkî kurdî mesîḧî dersî pê degutin. gutî: ḧusên bo naye şitêk fêr bê? ḧusênim birde dersê. gutim: ’îlim eger xoşîşt newê her başe bîzanî. bo negbetî dersî ew řoje le manîfîstî markis û îngilîs bû ke dełê hîç xwayekî nêr û mê nebuwe û berî bîrî miroye û řast nîye. ḧusên hesta řoyşit. ke lêm pirsî bo řoyşit, gutî: «bira to gutit behre le ’îlim debînî. min şî’em; ḧusên û ’ebbasim zor xoş dewê. řast yan diro be xoşewîstî ewanewe hogirim girtuwe û zorî pê şadim. sebrî her guz û gumbet bê ewe hîçim bidatê mayey diłxoşîm lê destênê; ta şitêkim nedenê nabê de şitim lê bistênin...». sebrî gutî: řast deka, ḧeq bewe. sebrî bo deng û basî kurdistan zor koşa bû. her řojname û govarêkî urûpa û ’ereb, herçîyan derbarey kurdistan nûsîbû, basekanî biřîbûn û de bergî girtibûn. ’eksî zorî hebûn. tenanet řojêk ’eksêkî le řojî ała hełkirdinî sabłaẍ nîşan dam û îşarey bo ’eksêkî biçûkî dûrgîrawî nenasraw kird ke le serban lekin darî ała bû. gutî: «min lam waye em ’ekse î toye». řastî dekird û zorim pê zîrek bû. temrêkî ḧikûmetî şêx meḧmûdî be yadgar damê. dû xencerî têk peřîw bû; leserî nusrabû: «ḧikumetî kurdistanî cenûbî». lew dîwîş nûsrabû: «çwar ane». hêndem ew temre xoş dewîst û taqetim dekird ke lêm win bû.

şewêk destî heykelî mesîḧ şikabû. wirde pûłî zyaretkeran dizrabu. kilîsa zor řiqî hełsa. gutyan ta gunahbar xoy dernexa, nantan nadeynê. demanzanî kê way kirduwe; bełam hênde hejar bû, bezeman pêda dehat û poşîman. ta nîweřo bê nan mayn û ewsa hêndêk baqley kuławyan daynê. masêrêkî kîje’erebî mesîḧî zor cwanî lê bû, be dwandinim keyfî dehat. le minî pirsî: «kê ewey kirduwe û destî xuday piřanduwe?», gutim: «le xuda xoy pirsin hemû şit dezanê!», be bizêkewe gutî: «leser ew qisane xot tûşî beła dekey!». giftugoman degeł masêr ke nawî «marî lwîs» bû, her le dewrî dîn û řeb degeřa.

min demgut: «eger mîrdit bikirdaye, dû mindałit baş perwerde bikirdaye û meselen bibûnayete duktur û dermanî hejaranyan le mil baye, lewe çatir bû ke xot estêwir kirduwe û be serî taşraw, le kirasî caw, le zîndanî dêrda dejî». ewîş le cwabma karî xoy be baş dezanî û deygut xizmetî řeb dekem. bełam zorcar dehate lam û degełma řûxoş bû. řojêk gutim: masêr deçme bêrût bo mi’ayney çawim, firmayşit nîye?

- na, her hêndem dewê qewl bidey ke xot zor mandû nekey!

têgeyştim çî le diłdaye; bełam xom gêl kird, gutim: be pê nařom; maşên heye!

wa dyar bû herdûk yektirman xoş dewîst û sed kêwî şahoman le nêwanda bû...

leser xwardinî zor xirap hemû nexoşekan manyan girt. yekêk ałayekî be lûlake wiştirêkewe kirdibû; kirdyane hera. xeber be bêrût dira. sefîrî ’êraq û duktur ẍusin (wekîlî ’êraq derbarey nexoşanî asayşga) hatin; bûne mîwanî mamêr. goşt beraz û mirîşk û piław aşî pê degeřa, xo şerabî konî kilîsa her mepirse. min leser textekem nebzûtim, gutim man nagirim. şikayet lay sebrî kira, gutî: ba neye min be pyawî başî dezanim. xeber be mamêr dirabû. gutbûy: yekêk heye lew pirsin ta bizanin emane komonîst û teşqełebazin û diro deken. řegeł mamêrêk bang kirame lay sefîr. be naw sefda ke têdepeřîm, «xayn! xayn!» kerî nêr neydekêşa!

sefîr gutî: kuřim to biłê xizmet û xwardintan çone?

- qurban sek dejî û êmeş dejîn!... be dirêjî basim kird.

rûy kirde wekîl û mamêr:

- pûłman lê destênin û eweş ḧałî nexoşane? ewe qibûł nakirê.

sefîr hate der û gutî: «em kuře başî têgeyandîn ke êwe çend mezłûmin. eger ew neba lewanebû lêre biřoyn û netanbînîn. xwardin û xizmettan çak nekirê, detanbeyne şwênêkî tir».

îtir xayn gurc bû be biray baş û sebrîş aferîmî kirdim. ḧurmet û xizmetîş zorî ferq kird.

çil řoj bû le beḧnes bûm. degeł eḧmed nawêkî kurd bûme aşna. zorî jimarey govarî gelawêj hebû. dway çil řoj hatuço kirdinî yektir, lêy pirsîm:

- erê kes nameyekî bo eḧmed nedawyey?

- ay xecałet xom, namekem hir de baxełdaye!

lew têgeyştim ke meḧmûd û eḧmed beçke ’erebin; le silêmanî gewre bûn û bûne kurdî diłsoz.

řojêk nameyekim bo hat. ’ezîz nanewa nûsîbûy: «kake hatûme şam; le utêl ẍazîm, ḧałim xirape, çibkem?». cwabim bo nûsîyewe le utêl mebzû. nameyekim bo biraym nadrî nûsî ke firyay kewe! biraym birdibûye menziłî xoy. řojêk ’ezîz be dûçerxe geyşte lam.

- to çî û êre çî?

- dway to nawmałekem firoşt; be qetar hatme musił. çûme sincar, mîwanî şêxêkî yezîdî bûm. nardimîye qamîşlî, małe cigerxiwên. xerîk bûm kiçekey bixiwazim, serî negirt. be dway toda hatim, geyştime şam, êsta hatûm bo lat; çend řojêk le lat debim.

- lîre řêgey mîwan naden.

- kewabê deçmewe, xwaḧafîz!

beyanî ew řoje gutyan lawêk le utêl buwe, dełên pare nada; heraye! řwanîm ’ezîze û daway bîst û heşt lîrey lubnanî lê deken; dełê nîme. lew bełaye řizgarim kird û řoyşit. biraym boy nûsîbûm le řê dûçerxey bekirêgîraw şikawe û min tawanekem dawe.

’ezîz le çapxaneyekî şam damezrabû karî dekird. carêk biraym nûsî: «nisḧetî bike dełê deçme mîsir. dełêm ewe nexşe, řêget nîye. dełê min be nexşe nařom; boxom deçim!» le cwaba nûsîm: «to bizane ’ezîz xoy le min be ’aqłitir nazanê ta nisḧetî bikem?!»

’ezîz wereqey penaberanî felestênî saz dabû; morêkî berawejû pêwe nabû; çûbuwe urdun. geřabowe le řê zanîbûyan fêłî kirduwe, xistyane zîndanewe. paş de řoj ḧusnî ze’îm kûdetay kird û cige le xoy ke kurdêk bû, ḧusên bezazî serok wezîrîşî le kurdekanî şarî ḧema bû, ’ezîz berdira.

řojêk namehênî asayşga bangî kird:

- kê ’ezîz nawe û êranîye?

nameyekî be diruşmî pişîle û kelemî êranewe hênabû. tewaw tirsam, xwaye çi qewmawe?

namey sefaretî êran le lubnan bû ke: «aẍay ’ezîz nanewazade! karman be to nîye; bo naçîyewe mîhenî ’ezîz?!» adrêsî ’ezîz min bûm. řojêk le beẍdawe namey ’ezîzim bo hat:

deřomewe wiłat, karit nîye? nûsîmewe xeberî małewem bo binêre. paş maweyek ’eksî kuř û jin û xuşk û biramî bo nardim; degeł çend řojnameyekî êranî û nûsîbûşî:  «mecelley hîlal ew jimarey basî řûsyay sûre; binêre fiłan utêl le wirmê». îdî xeberim le ’ezîz biřa. le sałî 1354y hetawîda ke hatîne êran, bîstim ke nawî duktur ’ezîzî jyane û mamostay danişgaye.

pênc mangêk bû le bîmaristan bûm; řadyo beẍda biławî kirdewe ke řefîq çalakî komonîst gîrawe û îqrarî leser hemû endamanî ḧîzb kirduwe û ewa her řojê nawî çend kesêkyan leser řadyo biław dekeynewe. diłim lerzî, neka nawî minîş biłê û le bîmaristanewe bimbene zîndanî beẍda. serbarîş řefîq demnasê ke le komełewe hatûm. xwaye hawar! hemû řoj gwêm be řadyowe dena; řojnamey beẍdam depşikinîn; le nawî xom degeřam. nexêr, naw nehat.

henaseyekî asûdem hełkêşa. řefîqyan kirde guwîndey řadyoy kurdî beẍda; ḧiqûqî casûsî û guwîndegî werdegirt. řastî guwînde û edîbî wa kem debêtewe. way weser zewq xistim, çend carêk întiqad û pêşnyarim be nawî «qoytas pepûle» bo nard û le řadyoda cwabî dedamewe.

nexoşanî kurd çend sał bû le layen mamêr û dukturanewe be azatir binyadem nasrabûn. bo nimûne şêx ’ebdulqeharêkyan naw debird ke bo ’emelyatî perasû be mişar biřîn neyhêştuwe bêhoşî ken, ke hatûn xelas bin, gutûye: «duktur, pêẍember fermûye xwa řuḧim bewane bika ke sin’atî xoyan baş deken!». kurdêkî tir be nawî «seydo» le cengey ’emelyatda ke neyhêştuwe bêhoşî ken gutûye: «duktur başî bibře, taze natwanim bêmewe!». zor dastanî wa le kurdan bibuwe şewçerey dukturan. çunke ’ereb her miqestyan dedî degryan û deyanneřand û hezar cwênyan be mesîḧ û ced û ’abadî dukturan deda. em awî nawî azayetîye bo kurd řijabû. her kurdêk bînałandaye deyangut: «to kurd nî; kurd zor beẍîretin!».

ca ême çend kurdêk ke lewê bûyn zorîşman êş pêgeyba, pêman şerim bû hawar keyn. min le kelekemda awî pîs peyda bibû. be cure tirumpayek xałîgeyan kun dekirdim; awyan lêdekêşa û dermanyan têdekird. ḧeftey dû car em kare dekira. řojêk duktur hat, wa be dû masêr têm berbûn û kewłim deken. dîtî ḧałim zor şiře.

gutî: demrê, destê lê berden, kes ew azarey dernaba.

gutyan: edî bo çî hawar naka?

- kurd hawar naka; şêx qehartan lebîr nemawe?

carêk debû derzî le zigim den. hełmikird, piř le tûk, duktur gutî: «wek zige bizin deçê!». gutim: «duktur wa dyare şarezay nûsrawî darwîn nî; min wek bapîre meymûnekan deçim!». em dukture le naw hemû dukturekanî tir beçke musłiman û nawî ḧebîb bû. ewîş be mindałî mamêr bexêwî kirdibû. wek kuřî xoy lê deřwanî û kirdibûye serokî dukturan û nazdarî bawan. herçî bîgutaye beqsey dekira. cige le duktuyekeşî, zor edîb û le edebî ’erebîda şareza bû.