mizgênîy řefêq çalak!
řefîq çalakCih bibuwe yekêk le zelamekanî ḧîzbî komonîst û berpirsî beşî beẍda bû. řojêk hate dûkan gutî:
- mizgênekim deye!
- xêre?
- to dezanî ḧîzbî komonîst dû dereceye, endam ta dû sał deçête ḧîzbî «teḧeřuřî wetenî», lejêr çawedêrîda debê; eger le ezmûn derçû, ewdem dikirête kandîd bo ḧîzbî komonîst!
- bełê bîstûme.
- ca kakî xom, to ke pyawêkî başî û neşeratî êmet bo dê û deykiřî û řêgey polîs û guzarişdan nazanî, seranî ḧîzb begşitî toyan be endam qibûł kirduwe û dû sałey pêşekeyan leser hełgirtûy. destit bêne, tebrîkit dekem!
- kake řefîq zor şanazî dekem ke êwe baweřtan be min heye û be pakim dezanin; bełam biřyarim dawe paş «jê-k» neçme hîç ḧîzbêkewe. eger be bê bûne endamî řesmî pêm řazîn başe; řazîş nebin min her ew hejarem ke nasîwtim...
herçî ḧewlî degeł dam, nehatme ředaye û becêy hêştim.
be hoy meḧmûd eḧmedewe bûme aşnay cubrayl nawêkî ermenî. zor hatuçoy dekirdim û nêwanman zor xoş bû. le darûxaneyek benaw «se’adet» karî dekird. řojêk lêy pirsîm: to le êran efserêkî şořewît denasî be nawî ye’qûb?
- bełê le bokan bûme aşnay; derecey serwan bû. le nasînî wiłatî kurd û ’eşayrekanîda pispořêkî bêhawta bû. ca to bo deynasî?
- kuře ewe dû sał bû be nawî ’ecemêkî baẍewanî êranî le «qesru zizuhurErebî»y małî padşada baẍçewan bû. ta bîdîbam eḧwałî toy lê depirsîm. min le meḧmûdim depirsî û cwabim bo debird. ew řojane řoyştewe; gutî selamî minî lê bike û pêy biłê min yaqûbekem ke le bokan deynasîm.
paş maweyek cubra’îlîş hełat û derçû ke darûxaneke mułkî ḧîzbî komonîstî ’êraq buwe.