şehîdî zułme, kifin û şordinî nawê

Li pirtûka:
Pêkenînî Geda
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 9 Xulek  1085 Dîtin

sałêk le sałan dêwî qat û qiřî û giranî bałî řeşî beser nawçey «jawero» kêşa, řehêłey perîşanî û peşêwî û şipirzeyî daykird. werzêr le kiştukałî beharî û le řeste û awenyawî payze, mafnigî û řenceřo mayewe, hejar û nedar û kiz û keneft kewt û jyanî tał û ałoz bû. sereřay emaneş ewendyan birdibuwe gel û herewez wek qisequtan ełên «le çwarpela gwêçkey saẍ bû» zigî birsî û piştî birîndar û şan û şepîlkî têkşikabû. kołkêşanî zor û zewende hêz û twanayî pê nehêştibû. birsyayetî û bêbjêwî řist û dertanî lê biřîbû.

werzêř ewendey serincî da û bîrî kirdewe û serî hêna û bird, neytiwanî řêgay řizgarî û çarî çareřeşî xoy bedî bika. le layekewe bêgar mewday ne’eda berjewendêk le xałî xoy bikat û, le layekî tirîşewe naşarezayî û nezanî řojî řûnakî lêkirdibuwe û şewezeng.

bêbaranê û wişkesał û xele giran bû. bêkarî bû. îş le ḧand řenicber û êşkeran çûbuwe piştî şêran. ewey le naweda fire û firawan û kem nirx û herzan bû, tenya term û cendekî nejaran û fiřîn û peřewaz û awekî bûnî gyanî werzêřan û bû, ajawe û peşêwî bû lenaw leşanda. gyanî serbeheş twanay manewey naw cendekayan nemabû, naçar hełweda ebûn û řayan ekird be asmana.

hebasî werzêř pêş gyan lêtoran çişî le xaw û xêzan û serêxwî hełgirt û řoyşit. bedaredare û larelarewe řêgay girteber, bełku le cîgayek çareserî xwî bika. be çingekřike û pelekute û łingelerze be çend kej û kêw û çya û hewraz hełgeřa û leçend şîw û doł û nişêwewe dageřa û, le çend çem û řûbar peřîyewe ta axrî beher meynetêk bû xoy geyande şarêk le şare nizîkekanî germên.

ke le şar nizîk bowe şiney hîwayek day le diłî zamarî. be xeyałî xoy lay wabû îtir awdanîye û cêgay însanetî û pyawetî û şaristanîyete. zigî têr û leşî tîmar ekat û ke tozê û bûjayewe des û edate û karubarêk, xoşî û ejyênê û, pareş bo xawxêzanî enêrê û le çing birsîyatetî û mirdin deryan ehênê. ca be şêneyî ewanîş dênê wiłêy da’enîşê. heryek xerîkî îşu karêk ebin û leşaristanî piř xêr û bêr û le wiłatî têr û teselda asûde û diłnya eḧesênewe û carêkî tir be bîrîş nagerêtewe.

werzêřî sawîlke û diłpak herwa jînî xoy û xêzanî lew şareda sûk û asan be xeyał pêkhêna û bizey humêd û hîwa eygirt û leber xoyewe eygut: nem ezanî kuřdistan awaye, cêgay bepît û bereketî wek êrey têdaye. namexwa em xełk û merdime çen têr û piřn, çen poşte û perdax û behêz û gořn. çen kok û boşnaxtin; çen řeng û řû sûr û xerîk û desbekarin. eger kurdistan wa awedane. ey bo lay ême ewende kuř û kiřên û xapûr û wêrane?

ebû ke qat û qiřî û nehatî řûykirde layekî tir dirêẍîy lê nekat û yarmetî bidat!

dîsan her başe dêyn lêre ebîn ta le syayał û nehatî řizgar ebîn. exwa deruyekî başî lê kirdimewe. be hoy meynet û derdewe geyandimye êre. pîro û pêşînyan gûtûyane: xwa ke be łêzanî dergayek daxat, be mîhrebanî kełênêkî tir ekatewe. îtir şan û qołim le bêgar asûde ebêt û, mirdûy goř û gořistanîşim le xusend û cimên û cinêw eḧesêtnewe.

werzêř geşayewe û zorî pê xoş bû ke řizgarî buwe û, cenderme û xan û beg û bêgarî le koł kewtuwe. be diłêkî piř le awat û hîwawe řûykirde naw şar û hêndê geřa be cade û bazařa.

şermî kird daway hîç le hîç kes bikat û le řûy nehat le kûçe û kołanan hewłî dû sê nan bidat.

be zigî birsî leşî mandû û şeketewe řoyşit û řûykirde mizgewt, bełku lewê dił nermê, dîndarê, xawen îmanê, be çen filsê ya be yek dû nanê desgiroyî bikat, ta şew biḧesêtewe û beyanî xoy gurc ka bo îşukarêk. tenya řojêkî dijware, ke yek dû jem têr bû îtir wirde wirde îş ekat û parey des ekewêt û ebûjêtewe û dêtewe doxî caran «çi bika? biłê? kar bo řenicberan ḧesaneweye. pîşey kirêkar řenc û çewsaneweye. kar kałayeke be bejin û bałay kirêkar û werzêřan biřawe. ew řojey bêkar nebin xoşî û cejnyane».

çû le heywanî mizgewt danîşt û be çawenwařîy řêkewt kizkey kird. zorî nexayand kabrayekî çiłkiney çaw mijmor le dergay mizgewteke hate derewe, lem negbet û çareřeşe hate berewe. çiłkin be têxuřînewe gutî: kabra xełkî kwêy?

werzêř be xaw û xilîçek û bêhêzîyewe wełamî dayewe: ja.. we.. ro

çiłkin gutî: xêrake hese biřo.

werzêř gutî: hîç erkêkim leser, boçî derim ekey? êre mizgewte, xaney xwaye, cêgey aware û hejar û damawane. le xwa natirsî wa têm exuřî û eguřênî beserma û lem xaney xwaye wa be sûkîyewe derim enêy? toş her wekû min mafit pêweyetî, êtir boçî wazim lê nayenî tozê biḧesêmewe? çiłkin gutî: ba micêwrîş bim, pêm naxoş nîye û lêm le çaw naye kabrayekî çareřeşî weku to lêre bêt. bełam leber xwa emet pi’ ełêm, keçî dyare naşarezay û nazanî. quřbeser, bitbînin ełên bêganey û etgirin. ca êtir arezûy xote.

werzêř gutî: boçî min û to herdûkman kurd nîn? herdûkman wek yek hawřegez û xwên nîn? êreş her kurdistan nîye? min û em xełkey lem şaredan giştiman kurd nîn û le kurdistan nîn? îtir boçî emgirin? em min û toyî û dûberekîye çîye û, em cyawazî û qîneberîye şûreyî nîye? xo min nehatûm beşî kes bixom û bibme bar beser kesewe. emewê lêre biḧawêmewe û be řencî şan û kirêy destî xom bijîm îtir sûç û tawanim çîye, leser çî emgirin?

çiłkin gutî: tê egem û emanem wek řoj belawe řoşin û řûne. bełam kê em çend û çûnet lê ebîstê? bêsûde řaken, etgirin û maweyek etxenezîndan û le paşan beřêt ekewnewe bo wiłatî xotan. wezêř ke emey bist cerg û henawî dakewt û ḧewş û ḧesawî mizgewtî lê bû be kune mişk. cinêw û łêdan û birsîyetî û bêgarî bîrkewtewe û zamî cêge koł û darî zordarî kulayewe. axêkî hełkêşa û çawêkî be asmanda xişand, çi řwanîn û çawpyaxşandinêk! be qedrayî sed kitêb piř bû le gileyî û binaşt. be dû sê tekan hestaw leşî le qaçî barkird. laqî lerzî û etgut ełê: îtir bese, hêzim têda nemawe, swawim, daruberd asin û połanîm, goşt û êsqanim, pekim kewtuwe; řastîyekey eweye îtir be min dernaçê!

werzêř gwêy nedaye, be komegî gałokekey wek pet kêşî kird û be dare dare xwî pê geyande qerax şar. îtir lewê meynet kutayî hat. laq lerzî. leş kewte zewî. gyanî şeket û weřzîş bo asman řê.

micêwir ke qisey pitew û bîçmî meynetbarî kabray werzêřî karyan kirdibuwe diłî û azaryan eda, hestî hawmeynetîy bêdarbû û gutî: êmey hejar bezeyîman be yektira neyetewe, kê bezeyî pêmanda dêtewe? hesta dway kewt ke bîhênêtewe

bełku xêromendan le mizgewt xêrî pê biken ta tozê ebûjêtewe, ca ewsa milî karê bigrê yan biřwatewe. bazař û cade û kołanî bedwada geřa û kelên û qujbinî şarî pişkinî. tûşî nehat. ta axrî le qerax şar dozîyewe, bełam çî?

laşeyekî bêgyan û zamar! zanîy tawanêkî gewrey kirduwe û sûçî ewe em çareřeşe mirduwe.

terîq buwewe û pařayewe le termî zamar û, du’a û fatîḧay xwênd bo gyanî peřewazî hejar, bełku lêy biburê û lewtawaney kirdûyetî bîbexşê. leber xoyewe eygut: min be gyanî naxêrim diłsozîm kird, bew qisanewîstim xêrxiwayî bikem, xo boyekim nebû bem řoje bigat.

be şermezarî day be kołî xoyda û peyta peyta lejêr liçewe eygut: birya sed birya min bûmaye le cyatî to! hełîgirt û hênay le ḧewzî mizgewt řakêşa û bo kifin kewte naw bazar. řoyşit ta geyşte dûkanî mam ḧacî bazirgan û gutî: kabrayekî hejar û aware û bêkes û kar le birsa mirduwe hatûm bo kifin. to kifnî bo bike û şordin û gořîşî lesermin. ḧacî pîşî xwardewe û mijêkî le cigerekey da. wek mar pêwey da, piř be pêst awsa. le paşan koyeyekî kird û hate qise û gutî: bem bêbazařîye û gutî: başe, pele meke, ba bazařman bibê ewsa werewe kifnî bo ekem. micêwir be tûřeyî û beser řaweşandin geřayewe, lejêr lêwewe, be dem řêgewe be cinêwewe eygut bełê, mam ḧacî! termeke xwê bikem bo gen nekat ta bazařit ebêt, ewsa bêmewe xizmetit! tif le xot û pareşt. boçî mirdûş kała û kûtałe û pesa û îḧtîkar bikirê! birdî be cil û be gerkey beryewe naştî û gutî: şehîdî zołme, kifin û şordinî nawê.