tac û textî koyxa homer

Li pirtûka:
Pêkenînî Geda
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 10 Xulek  1448 Dîtin

çend sał pêş şeřî dûhemî cîhanî, her le beyanîyewe řojêk le bazařî mehabad, sewda û kiřîn û firoştin wêsta. dû kandarekan ke hemû şitêk be gezî xoyan depêwin, we hemû şitêk be seng û terazûy xoyan dekêşin, ta gez û terazûyan le karda bê beteng hîçewe nîn, dinya jêrujûr bê, her ewan firoşyan bibê, pekyan pênakewê. ew řoje nîwgez weku miqaşî hawîn lewlawe kewtibû, terazûş mirîşke bekurkit têda binayetewe. kutûpiř çipeçp kewte bazař. yek le yekî depirsî: çi base, kirmanc emřo bodermanîş dest nakewê?

zorî pê neçû zanra: serbaz dewrî şarî girtuwe, suxreye, mayn, esb, wiştir, gwêdrêj, herçî be karî swarî û barî bêt be suxre degêrê.

emcar xełk zyatir tînûy dengubas bûn. çye? çi qewmawe? kes neydezanî! kesîş neydewêra zorî lê bikołêtewe. karubarî le şikirî dewłete û nihênîye, lêkołînewey basî sere.

dû sê řojî pêçû, wirde wirde suxre biřawe û wezi’ hatewe doxî xoy. dengûbas biław bowe:

beşêk lew leşkirey le mehabade, çuwe bo naw «gewrkan» paşan xeber geyşit ke le gewrkanîş têpeřîwe û berew serdeşt řoyştiwe. îtir dengubas wişkarî hat. hêndêk deyangût: řenge emane çûbin hîy serdeşt bigořn. hêndêkanîş deyangut: řenge lew nawe şeř bêt. hatuçû bo serdeşt nebû, neyandehêşt hîç kes bibîsê. ewe bibure meteło keyek kes neytiwanî hełîbênê. ta şîn û şepoř le małî «ḧeyder ’elî xan» da kewt. ḧeyder ’elî xan efserî fermandey beşî şest tîrî ew leşkire bû ke çûbuwe serdeşt. derkewt ke seyd ’elî xan kujrawe.

xełk le jûmarey serbaze kujrawekan kewtine xo. yekê deygut: sed serbaz kujrawe.

yekêk deygut: dû sed hîy wabû deygeyand pênç sed. hêndêkîş deyangut qelaçoyan têxrawe û çulekekujyan nemawe.

xełk ewendeyan ḧez be fewtanî leşkirî dewłet dekird, ewey le diłyanda bû be zorkirdinî jimarey serbaze kujrawekan deryan debřî û, bem core kiftukoy diłî xoyan deřişt. bełam serleberîş bitgirtate qiseyan bê naweřok, nebû, çûnke ew beşe leşkirî dewłet ke le serdeşt bû hîçî pi’ nekira.

dewłet neydewîst weku caran-ke le her layekî kurdistanî êran cûłaneweyek bibwaye tifengî be ’elî aẍay ḧacî êlxanî û qerenî aẍay mameş û çend serok ’eşîretî xofroşî dîke kodekirdewe û cûłanewekanî kurdî be kurdekan dexnikand - emcarîş wa bikat.

dułet xoy be destełatdar dezanî, ewanîş çek çin kirdibû, îtir neydiwîst carêkî dîke çekyan bidatewe dest. deygut; «řeş her řeşe». emane ba xanînî gelekeşyan bin, her kurdin û cêgay biřwanîn.

teşîdewîst le şarekanî dîkewe leşkir bênê. ta xełk nezanin hêşta kesî wa mawe بتۆانێ le zemanî řezaşada serî diłî heławê. le taranewe ferman dirameseleke le kurtî bibřinewe û pûş beserî ken.

fermandekanî leşkirî «wirmê» û «mehabad» û «serdeşt» kewtine řaw tegbîr. axrîyekey biřyaryanda le geł kwêxa homerî سۆێسنێ û tûyj biken. «kê em zengołe le milî pişîle bikat?» destyan kird be pirsyar lew bazirgan û derbeganey ser be dełewt bûn. be hemûyan «ka ḧisên» yan dozîyewe.

ka ḧisên hem seyd bû, hem be řawêjî demî ’eşayrî dezanî. katî şeřî hewełî cîhanî mîrzay ba pîraẍay mengoř bû. le paşan be nore mîrzay ’elî aẍay ḧacî êłxanî û qerenî aẍay mameş bû. serok ’eşîretekan deyannasî û be pyawêkî aqłyan dizanî. çeq û teqî dinyay zor dîbû. le şeřî hewełî cîhanda ke leşkirî ’usmanî le sabłax «mehabad» bû, dawayan le pîraẍa kird be xoy û leşkirekeyyewe biçê bo «xeza» ba pîraẍa be kaḧsênda wełamêkî zor tond û tîjî bo efserî ’usmanî nardewe. efserî ’usmanî ke destî nedegeyşte bapîraẍa, ḧukmî î’damî ka ḧisênî da.

ka ḧisên be tikay qazî ’elî bawkî qazî miḧemedî şehîd řizgarî bû. ke leşkirî řûsî qeyserî hat û leşkirî ’usmanî şikand, řojêk ka ḧisên bo karî bapîřaẍa deçuwe sablax. le řêga tûşî desteyek sałdatî řûsî bû, sałdatekan ke bo kabrayekî dîke degeřan, behełeçûn û kaḧsênyan girt, we legeł dîlî dîke nêřdira bo qefqaz, ta le şorşî meznî oktobirda berbû, hatewe.

ka ḧisên ke besard û germî řojgar qał bibû, bo em kare hełbijêrdira, we le geł efserêk nardyan bo lay kwêxa homer le gundî «qeleřeşe»

ka ḧisên gutî: fermandey serdeşt le pêşda pyawî nardibuwe lay kwêxa homer, ke le layen dewłetewe dû kes denêrdirên bo wituwêj, kwêxa homer qibûłî kirdibû. leser ew bełênîye kewtîneřê. ke le serdeşt derkewtîn û geyîştîne naw nizar, dû kabray سۆێسنیی řûtełe le bin dewenêk derpeřîn, tifengekanyan qayşî pêwe nebû, le cyatîy qayş benyan têxsitibû. pirsîyan çi karen, bo kwê de çin?

gutman: le layen dewłetewe deçîn bo lay kwêxa homer.

gutyan: řawestin ta pirs bikeyn.

yekyan řoyşit, dway nîw se’at hatewe gutî: ba biřon.

řoyştîn, geyîştîne bendeyê, dîsan dû swêsnî lebin darêk derperîn:

çi karen? bo kwê deçin?

le layen dewłetewe deçîn bo lay kwêxa homer. řawestin, ba pirs bikeyn.

yekyan řoyşit û dway se’atêk hatewe, gutî: ba biřon.

be dołî qeleřeşda berbûynewe. le şîwêk dû swêsnîman lê debeřê:

çi karen? bo kwê deçin?

le layen dewłetewe deçîn bo lay kwêxa homer.

řawistin, ba pirs bikeyn.

yekyan řoyşit û dway se’at û nîwêk hatewe.

gutî: ba biřon.

řoyştîn ta geyîştîne ber ḧewşeyek ke be teyman gîrabû, çeperêkî gewrey pêwe bû.

swêsnîyek be tifengewe lew dîwî çepereke řawêstabû.

çi karen, le çî degeřên?

le layen dewłetewe hatûyn bo lay kwêxa homer.

bangî kird: pîrot! emane deyanewê bêne lay kwêxa homer.

dway çarege se’atêk pîrot le hîwanî hodekeyewe bangî kird: ba bên.

řoyştîn geyîştîne heywaneke. pîrot le heywanî hodekewe bangî kird: ba bên.

řoyştîn geyîştîne heywaneke. pîrot gutî: řawestin.

pîrot çuwe jûrewe. çi bibînîn? seyr û semere! hodeyekî quřîn, dîwarekanî be dûkeł řeş bibû, mîçekey qurmawî bû, taqe pencerêkî çûkî têda bû bo ser heywaneke, şûşekey be dûkeł řeş dageřabû. hîçî łê řanexrabû. le naweřastî hodekeda kursîyekî zistanî ke leser tenûr daydenên û lêfey pêda deden û le dewrî dadenîşin, danrabû. kwêxa homer leser kursyeke danîştibû, laqêkî nabuwe ser laqêkî, beser seryewe seweteyek be ben be darî mîçekewe heławsirabû. kwêxa homer serî kirdibû be bin sewetekeda kwêxa homer ne temaşay kirdîn, ne wełamî daynewe. pîrot qelyanêkî têkird û daye dest kwêxa homer. kwêxa homer nawbenaw mijî le qelyaneke deda û çawî biřîbuwe pencereke. êmeş wêstabûyn. kabray efser sipî hełgeřabû., le bîçmî wa derkewt lay waye bedest em dêw û dirincewe hezar gyanî pê bê gyanêk be saxî dernakat. be çaw îşarem lê kird: netirsî. dway tawêk kwêxa homer gutî: pîrot, çay bêne.

pîrot çayekî hêna û dayna. kwêxa homer nawbenaw mijêkî le qelyaneke deda û qumêkî le çayeke dexwardiwe ke le qelyan û çayeke bowe, řwîkirde ême û gutî: êwe kên? dełên çî.

gutim kwêxa homer: eme řesim û barî kurdewarî nîye. le hemû małêk řêz û ḧurmet le mîwan degirin. ême mîwanî toyn.

bełê, ke destitan nařwat, em qisane deken. êsta qisetan çîye bîłên.

le pêşda pyawyan nardibuwe lat qibûłit kirdibû ême bêyn. ewa le layen dewłetewe hatûyn qiset legeł bikeyn.

çon hatin?

le serdeşt kewtîne řê û ewa geyştûynete êre, lay to.

na, na, bewrdî bom bigêřnewe, tûşî kê hatin? çîyan lê pirsin?

bewrdî hemûm bo gêrayewe, çend car řayangirtîn, çend lê pirsîn?

bewrdî hemûm bo gêrayewe, çend car řayangirtîn, çend birsî û tûnî bûyn.

gutî: lêre, lem hodeyeda çon?

gutim: wełamî siławit nedaynewe, mandû nebûnît nekirdîn. lew sawe ta êsta be pêwe řatgirtûyn.

qisey çîm legeł deken. eme wełameketane. kirdewey pyawekanî dewłeteketan le serdeşt legeł ême awaye. be şayeketan biłên kirdewey pyawekanî baş deka û weku însanan debzûnewe, ewa başe. eger her leser em pêwdananeş deřon, ew tac û textî heye, minîş eme «êşarey bo seweteke kird» tac û, emeş «îşarey bo kursîyeke kird» textim. desa dest û qewet le xwa. kwêxa homer derfetî nedayn qise bike, gutî: pîrot bîyanbe.

pîrot birdînîye hodeyekî gewrey řûnak û xawên, qałîy lê řaxrabû, pał û piştî lê danrabû, semawer qułtequłtî bû. danîştin, çayan bo têkirdîn. dway tawêk kwêxa homer hat û lay xwarewe danîşt. be řûxoşîyewe be xêrhatnêkî germ û guřî kirdîn. nan û xwanêkî başyan hêna û nanman xward.

gutim: dey kwêxa homer, êsta ba qisan bikeyn.

qisey çî bikeyn? «qisey hezare yekî bekare». min wełamî êwem dayewe. to pyawêkî aqłî.

biřwanakem tênegeştibî. maławayîman lêkird. kwêxa homer zor be ḧurmetewe beřêy kirdîn.

hatmewe, ser leşkirim têgeyand tawanî jandirmeye swêsnîyekanî ewende herasan kirduwe naçar bûn begij dewłetda biçin. dewłet qedeẍey kird jandarim be xakî soysinîda biçê. bo karubarî ewê dayreyekyan dana be nawî «dayrey întîzamatî ’eşayrî», kabrayekyan kirde serokî ew dayrye be nawî «serheng pizîşkîyan» serbazekanî pizîşkîyanîş paş yek dû sał wirde wirde çûnewe ser pêwdanekey jandarim, ta řijêmî řeza şa řûxa. řojêk le řojekanî hawînî sałî 1941 pizîşkyan û serbazekanî, weku siqłî řût, be twêy kiras û derpê hatnewe mehabad û lewêwe řoyştinewe bo pêtextî şahenşahî.