şewan bêdarî
Li pirtûka:
Dîwanî Bêsaranî
Berhema:
Bêsaranî (1643-1702)
1 Xulek
1135 Dîtin
şewan bêdarî ...
derdî bê ham derd, şewan bêdarî
seyl esrî hûn dîdem bezarî
menmano ne řûm řengî weharî
henasem çûn bad wextî subḧidem
xêłî gułxunçan mawero wehem
xeyał guł xunçan mawerûn ne dił
çemanim derûn mepêkan we çił
şikawnowe we dîdemeda
meyan we mujgan hûn dîdemeda
be řuxsar medan pêkanan tebeq
çûpey meşanan be daman wereq
piř wereq daym keylen derûnim
gułçînî baxçey derdî mecnûnim