serxiweşim

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 1 Xulek  760 Dîtin
li meyxanê bila xanî bî meyger
bi yek camê dilê camî bikî ter
cizîrî û herîrî bên semayê
ko dilxiweşbin bi dengê rist û nayê
bi destê ermenê bigrî feqî xweş
di dilda gur bibin sed pêta ateş
bila batî bidî lotan li hawîr
birîvkanî li her alî bikî qîr
bila nalî ji reşbiskan binalî
ji maçên lêv û çavên reş xezalî
bila hacî û macin wek syahpoş
li wê navê binaln gêj û serxoş
ku serxiweşbin bi wan reş - xewne –xavan
şikestî per di nav reşbisk û davan
ku çîm sîmê li ser çoka m rûnî
bi min xweşbin ji dil jîn û hebûnî
ji baxê paxlê bigirim du sêvan
meyê firkim bi lêvan ez ji ji lêvan
beranê kel li ber sîngê belendîr
cigerxiwînNasnava edebîm dibim îro cihangîr