çiraẍim ce wîr

Li pirtûka:
Dîwanî Bêsaranî
Berhema:
Bêsaranî (1643-1702)
 1 Xulek  817 Dîtin
çiraẍim ce wîr ...
ce dimay merden nimeşîm ce wîr
eger we giłkom řat gino teqdîr
sengî ełḧedim mebot daman gîr
zinhar ne giłkom pa nekerî kem
řoḧî řewanim medarot be çem
newaçî merden hane jêrî gił
hêmay daxî tom ber neşyen ce dił
ewřo ce ełḧed ser maro we ber
we meylî towe meşûn we meḧşer
ce boney towe beheşt medan pêm
werne çe karem? kê zano min kêm?