payz nimana

Li pirtûka:
Dîwanî Bêsaranî
Berhema:
Bêsaranî (1643-1702)
 1 Xulek  1208 Dîtin
payz nimana ...
nîşaneş be bad sitem nimana
xetî ẍezebnak xezanan wana
pel pel û zar zar ne řûy xak şana
çend sertapa sewz wêney seyîdan
çend bergî hûnîn wêney şehîdan
çendê be bargey berg hûnewe
midrabê çûn koy bêstunewe
sed hezar řengî nemayeşan bî
diłdar û bê dił ne sayeşan bî
naga bad ama çûn ḧał nezanan
biřîş tenafan çetrî xezanan
pare pareş kerd wełgî camedar
řêze řêze bî, gird ama be war
sitûnan menden sertapa sya
wêney ẍułaman ce ḧebeş zya
minîç çûn ewan derûn siftenan
be badî ẍezeb sed car keftenan