eger xałit biłêm mîşkî xetaye

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  1549 Dîtin
eger xałit biłêm mîşkî xetaye
’ezîzî min emem ’eynî xetaye
le ber newxêzî sebzey dewrî lêwit
tenim kahîde mîslî bergî kaye
dełên ’ennab û şekker çake bo derd
guławî lêwî to bo min şîfaye
tebîbim hate balînim wehay gut:
dirêẍa derdî ’îşqe, bê dewaye
eger kufre biłêm min mubtelatim
were sa bimkuje bîlla ẍezaye
ewe xałe le ser gonay şerîfit
we yaxud daneyî dawî bełaye
xemîde qametî dawî xemî tom
emendey řaste ḧacîNasnava edebî bê řyaye