tabloy çwarem

Li pirtûka:
Ask
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 14 Xulek  946 Dîtin
«şano řûnak ekirêtewe, kors amadeye»
kors:
ew toze derfetey tarîkî
day be jûr bo diłdar
neydawe hezaran qutîlke û neydawe,
hetawî zor řojgar
le małî kwêxada
hetakû berbeyan pirçî xoy şane kird
kiç û kuř nîgayan wekû mom
leber dił řa’egirt
tak lenaw korsewe:
ew şewe şewê bû bo diłxiwaz
ebête xeyałê ke zor car
pêş mirdin be serdan bîkate hewarê
bo axî yadgar
kors:
ey şewî kotayîy payîzî
girmołey ber serma
ba giřî ’eşqekey
pîrot û xawerit pya bideyn
ber lewey ke bimrî
- tarîkî -
«řûnakî, ḧîkayetxiwan dêtewe ser şano»
ḧîkayetxiwan:
xerîke beser çê ’umrî werz
dirextî têk řijaw
wa destyan lêk berda
barane payîzey kem dewam
be bonî xołewe diłopî diriştî
wek guław hełpirja
bałindey kêwîle le kunî şaxewe
gwêy tirsî bo hajey
çemî xuř heł’exa
dû çawî biçkoley
le astî ba û bija
etrûkê û enûqê û serî xoy
le peřî naw bałda win eka
- wiçan -
êstake cê kořî herewez xałîye,
çołe wek ser sekoy ber małan
gełakan semayan leser aw
siławî dwa koçe
ke eyka le xełkî dêy xezan
- wiçan -
askekey xezanîş be bazî em berd û berdî
ser çyay, řawkerî wêł ekird
be lerey naw bařey
hetakû êstekeş ew bangî
azîz û diłdarî xêł eka
milwankey ber singî zortirin le dwênê
maçkerî xałî ser tewêłî takû bê
le řîzî çiřtirda
eřon û eçne pêş
bo ewey xwên ben û,
maçêkyan ber kewê
- wiçan -
ta dwênê wa eřoyî asayî jyanî dêy xezan
wa emřoş hewałê wek bûmelerzeyek
em gundey leber yek hełtekan
hewałê derûnî xełkî dêy
le binc û bêxewe řaçenan
- tarîkî -
«şano řûnak ekirêtewe, dîmen naw awayîye, pîrot bepřitaw û şipirzeyîyekî zorewe xoy eka be naw gunda û, hawar ekat».
pîrot:
ho, ho, ho awayî
ho kwêxa, mam wisû
pya bigen, pya bigen
zû, zû, zû
«leber xoyewe û be dengêkî nizmî piř le dax û giryanawî».
siteme, siteme û cexarîş
çon wa bû?! seretay zistanê dyarî da
ew diłey gułêkî tya řwabê
bebê ew natwanê hełbika
siteme û nazanim çon çonî geyşte
ew cêye?! nazanim, nazanim
- wiçan -
gelê car, çawî ew meřanem bînîwe
ke çeqo ebînin, qet be qed
çawî em kiłpem wa tya nedîn
xwaye gyan, qudretit bixe kar, qudretit
natwanê, natwanê, natwanê
- wiçan, hawar ekatewe -
ho kwêxa, mam wisû
ho sware, wan le kwê
wan le kwê?!
«kwêxa û mam wisû komełe xełkê bepele dên û egene lay»
kwêxa:
«be peşokawîyewe»
xêre, xêr! çî buwe?! çî buwe?!
çî řûyda?!
mam wisû:
«be şipirzeyîyekî zorewe»
xwa hawar, xêr bê xêr, çî buwe
pîrot:
«be na’umêdîyewe»
çî nebê!
wisû:
bo, bo?!
pîrot:
firyay kewîn, firyay aske mubarek
firyay kewîn, firya...
hemûyan be yek deng:
boçî, bo?!
pîrot:
wa leser tiropkî řewezda
’asîye û gîr, gîrî xwarduwe
ey gwêtan le baře û nałînî ew nîye?!
çon gwêtan lê nîye?!
kwêxa:
tiropkî kam řewez?!
kam řewez?!
pîrot:
tiropkî řewezî qeleřeş
hemûyan be yek deng:
tiropkî řewezî qeleřeş
«komełe xełkeke biław ebnewe bo hewał geyandin»
wisû:
dek kwêr bim! lewyane?!
le her cê gîr bwaye û,
tiropkî řewezî qeleřeş nebuwaye,
her ewê nebuwaye
kwêxa:
her ewê nebuwaye
qisey her lê ekira
hewłêkî bo edra
her ewê nebuwaye
pîrot:
siteme, siteme û cexarîş
dûr be dûr hetakû direngan
her çawim tê biřî û nîzam kird
bařjinî berd eka be aw û
çawanî bûnete dû kiłpe esûtên
a, a, a, esûtên
le tawa xerîke bał bigrê
bełam çon bał egrê, bê bałe, bê bałe
wisû:
dek kwêr bim betenya bałinde
etwanê lew cêye qutar bê
betenya bałinde, ey daxî giranim
kwêxa:
«bê bayexane û be sardîyekewe»
pêş sê sał biznêkim řêy kewte
heman şwên řewezî qeleřeş
pîrot:
«qisekey pê ebřê»
ê, ê, ey encamî, ey dwayî?!
kwêxa:
çî ekeyt? desełat ke nebê
hełdêre û bo xerend kewte xwar
pîrot:
siteme, siteme mam wisû
bełam em aske û aske mubarek
em beła laderî gişt dêye
wisû:
ew nebê, awayî çon bijî?!
kwêxa:
to netut çonit dî?
çon zanît?!
pîrot:
çon zanîm?! min lepał gaberde şîneda
ke dwayîn bijwênî emsałe
tirûşkem kirdibû, řanemeř lew lawe
leweřgey bo xoş bû, miř bûbûn
le nakaw bařjinî askeke hate gwêm
daçłekîm
bařjinê le bařey caranî ne’eçû
bařjinê le qîje û zirîkey jin eçû
ke çûm û dûr be dûr seyrim kird
zanîm çî qewmawe, mamewe, mamewe
bêhûde, ewîş her zirîkey lê eda
«sware be şiłejawîyewe dête jûrewe»
sware:
dax, dax, dax
çon řaste?! tiropkî řewezî qeleřeş?!
le kwêy tir gîrbiwaye û her ewê nebuwaye
hewałî weha şûm qet xezan bîstiwêtî?!
kwêxa:
ew wehay le çare nûsrawe
desełat ke nebû
wisû:
«qisekey pê ebřê»
ew nebê çon bijîn
bînayîm xerîke lêł ebê
ber pêy xom nabînim
mergî xom ewêt û,
mergî ew nebînim!
sware:
«wek şitêkî bîr bikewêtewe»
bo lêre ebłeq bûyn?
ba biçîn bîbînîn
ba biçîn bizanîn
kwêxa:
arezûy xotane!
wisû:
ne’, eçîn
pîrot:
a, sware řast ekat
ba biřoyn, ba biřoyn
bîbînîn.
- eçne derewe, tarîkî -
«řûnakî, ḧîkayetxiwan dêtewe ser şano»
ḧîkayetxiwan:
bînîtan û gwêtan lê bû
hewałeke nek wek berdê
wek kendełanê biřûxê û,
bikewête gomî naxî xezanewe
aweha bû
karesatî em hewałe
mał be małî naw xezanî
hejan û, dê
daygirt temê
- wiçan -
bo ewey bizanin tiropkî řewezî qeleřeş
çend tûşe û kam tirsî çarenûs
çaweřêy askî pîrozî gîrxiwardûy ewêye
karesat çend gewre û dijware
ba gwêman le qisey pîrtirîn mirovî xezan bê
çî ełê, çon edwê derbarey
ew xem û azare
- eřwat, tarîkî -
«şano řûnak ebêtewe, cêge jûrêkî gundî ew serdemeye, bapîre, ke pîremêrdêkî êcgar besałaçuwe legeł herdû kuřezakeyda danîştûn, xembarin»
memend, minałî yekem:
bapîre to dîwte? to çûyte
ser lûtkey řewezî qeleřeş?!
bapîr:
memend bawkekem
dûrbedûr min dyûme
bełam çun
kuřekem, hîç kesê natwanê biçête ser lûtkey
zor giran, bişgene nizîkî
tiropkî řewezî qeleřeş
her bałdar etwanê her bałdar
zorab, minałî duwem:
«qisekey pê ebřê»
bapîre ey aske mubarek
çon çuwe?!
bapîr:
zorabe kuřekem
bałinde eçêt û dêştewe
hatnewe, giringe hatnewe
berane kêwîyekan, askekan
kam řêge barîke pya eřon
etwanin bigene ser hemû tiropkê
bełam ke
«kokeyek eygirê»
memend:
bapîre bełam çî?!
bapîr:
berxekem, memend gyan
řewezîş ta řewez kewtuwe
tiropkî řewezî wa heye
wek serî qeleřeş
eygenê, bełam bo hatnewe
natwanin bênewe
gîr exon wek aske mubarek
gîr exon, daxekem.
zorab:
axir bo bapîre?!
bapîr:
kuřekem, bawkekem, lem seryan
ke eçin be qeder yek cê sim
řê heye pya eřon
- ḧałî bûy berxekem -
lew seryan ger řewez tewaw bû
bwarî tya nema werçerxên, bisûřên
ewsake gîr exon
werçerxan bo cê sim lew seryan
ey nabê hîç nebê le simêk
bwarî zyatir bat, hetakû bisûřê û bêştewe
wa nîye bawkekem?!
memend:
bapîre dway ewey
neytiwanî werçerxê
dway ewe?!
bapîr:
dway ewe le hełdêrewe bo xwarê
bo xerend
heta çaw bîbînê qûł qûł û tarîke
bîrêke lenêwan dû şaxa
ger biřon ekewne xwarewe!
werçerxên dîsan her
ekewne xwarewe!
zorab:
ey çî biken?! bapîre
ey çî biken?!
bapîr:
le cêgey xoyanda ewestin, nabziwên
tenya her bařebař eken û hîçî tir
ḧałî bûn?!
memend:
ḧałî bûyn, bapîre ḧałî bûyn
bełam bo bapîre eçne ser
lûtkey wa
hemû car her eçin?!
zorab:
leberçî bapîre?! xo aske mubarek
lewew pêş neçote şwênêkî wa ’asî
ey êste bo çuwe?!
bapîr:
bawanim, hemû car her naçin
tûş ebin, tûş ebin
herdûkyan beyek deng:
leber çî?
bapîr:
ke katê payîzan
darubar řût ebin
berdî şaxudax
ekewne ber çawan ser ta bin
perjînî siruştî ḧeşar û lanekan
be carê ewerên
canewer, de’bakan zor ebin
bo nêçîr egeřên
ew kate ke askê kewte ber
temaşay diřinde
diřinde boy eçê û ew hełdê
naçare û her hełdê
ewsake letawa řêyekî wa egrê
ke ta ser diřinde netwanê
dûy kewê.
ḧałî bûn?
- wiçan -
memend:
ey başe bapîre le tirsa
wa eda le bařjin
etirsê?
bapîr:
a kuřim etirsê û hawarman bo dênê
zorab:
çî ełê?
bapîr:
bang eka
lem cêyem qutar ken
lem cêye xełkîne.
- wiçan, tarîkî -
«şano řûnak ebêtewe, şwên naw awayîye, kwêxa û mam sû û pîrot û sware hemûyan bekomeł degeřênewe û em careyan pîrbałîşyan legełe»
sware:
her ebê diřinde, sa îtir çon buwe
dyare her wîstiwêtî ke bîxwa
bem derdey birduwe
ca îtir gyanî xoy lê bote tewqêk û,
xistiwêtye ser řewez
ax aske mubarek
daxî to çend gewre û girane
kwêxa:
«be sardusřîyewe»
qudretî tenya xwa etwanê
ew aske qutar ka
egîna meḧałe bînîtan le kwêye!
pîrot:
ke bařjin lê eda wexte min
le cêy xom giř bigirim
řwanîtan çawî çon biřîbuwe nêw çawman
letawa zimanî girtuwe
pîrbał:
çon serî aweha lê têk çû?!
pirsêke wek çeqo
çeqîwe le diłim
wisû:
mam pîrbał to dinyadîdeyt û ezanî
ke de’bay em wexte çend birsîn
çend diř bin hêndey tir diř ebin
ne cêgey leweře û ne cêgey hîç şitê
betenya her cêgey tirs û bîm
naçarî û bêkesî, pîrbał gyan
sware:
řojêke êcgar şûm
ax xozge kwêrêtîm ebînî û
nemdyaye em wexte
nemdyaye ke aske mubarek
way lê dê
netwanê bibziwê
kwêxa:
«be gumanewe»
mam wisû, her ebê diřinde
bem derdey birdibê?!
wisû:
qisey seyr
çi mile û řêgeyek tenanet hîç berdê
nîye ew şarezay nebûbê
qisey wa her nekirê baştire
pîrot:
biznekan ezanin řêy řewez
kameye û naygirin
ey çon, çon aske mubarek
eygirê
ew kate qisey wa řast ebû
be çya nwê buwaye û ew kate eman wit
řeng waye
ke serî le řêge derkirdin şêwabê
sware:
kareke her karî de’baye û hîçî tir
êstakeş be ême çî ekirê?!
wisû:
ezanin, hemûtan ezanin
ke aske mubarek dêrîne û,
demêke le say ewewe
xełk û xway em dêye
her xêryan be sera barîwe
le çawî ewewe derûnyan be xełkî
dway xezan nasîwe
kê heye nikûłî lê bika?
pîrbał:
kê heye?! aşkira
wekû xor şitêke leberçaw
pîrot:
ke aske mubarek diłteng bû
dêkeman diłtenge
tenganey ke tûş hat
tengane ebînîn
kwêxa:
şiteke her le des xwadaye
be ême çî ekirê!
wisû:
karesat eweye, ke aske mubarek
nemênê hîç şitê namênê
ew tenya yekêke û qet nabê be dû
ledway ew xezan û em xełke
wek nebin wehaye
her tenya barkirdin emênê û hîçî tir
bar kirdin le xezan
yan şeytan dałdedan
pîrbał:
melay dê ełê çî!
dyar nebû, naybînim
kwêxa:
le lay bûm kewtuwe û nexoşe
efermiwê şiteke her le des xwadaye
lêgeřên baştire!
pîrot:
çon çonî lêy geřêyn?!
wisû:
her tenya barkirdin emênê û hîçî tir
pîrot:
ey çî bikeyn?!
sware:
ey her wa bwestîn hîç nekeyn
bařjinî nabîsin
wa kêwî kird be aw
kwêxa:
çî ekeyt?! etewê çî bikeyt
bał egrî yan efřî!
pîrot:
şitê bê her şitê ke bikirê
pîrbał:
hîç ekirê?!
wisû:
çon nakirê!
wa bare û hatuwe û lem řoje
tenganey tarîktir kwa buwe
êstakeş hemûtan wa lêren
zanîman ke aske mubarek ’asîye,
tiropkî řewezî qeleřeş cêyetî
zanîşman her ebê diřinde
bem derdey birdibê
bełam ey necûłêyn!
kwêxa:
mam wisû, le řêy xwa berew kwê
ecułêy, bałinde egate ew cêye
bałindey?!
çî ekey çar nîye
pîrot:
bimirim û nebînim bar ekem le xezan
ew merge û nek řoştin
pîrbał:
barkirdin, siteme
wisû:
zor řaste
hemû şit le destî xwadaye
bełam xwaş ta îste
diłtenge
ke aske mubarek ’asîye
ta ewîş diłtenge
- wiçan -
(bapîrî xeme)şim bînîwe,
pirs û řam bewîş kird
ewîş her tawwitûy be kêşey giran kird
gwê bigirin:
diłnyam kes nîye bigate tiropkî řewezî qeleřeş
gwê bigirin, şaxewan, çawnetirs
ewaney ke řoḧyan exene naw mişt û ser destyan
etwanin be qonaẍ dway ewey qulape
le kałe û pêtawî taybetî gîr eken
dway ewey ke destyan
be ełqey gurîs bo hawîştin řam eken
sûk sûke etwanin biçne pêş
bigene nizîkî
lewêwe ełqeke bihawin bîxene naw milî
ew şwêney min eyłêm şaxewan bîgatê
ger bigat, her gurîs hawêjê dûre lêy
emeşyan her weha asan û sûk nîye
girane û zor giran
- wiçan -
«hemû mat ebin»
kwêxa:
le řêy xwa, mam wisû çî ełêy
bo xełk be kuşt çê
emey to bast kird le wizey kêdaye
her pêyek bitrazê
merge, merg
kê ewey pê ekirê
em xetey to kêşat
meger şêt řûy tê kat
yan ewey be dewrî mirdinda giř exwat
wisû:
a, kwêxa, a, ebê bo aske mubarek
ewane bêne pêş
be dewrî mirdinda giř exon
pîrbał:
emeşyan siteme
pîrot:
siteme, bełam ey nazanin
ke jyan dway ask
ewîşyan mirdine.
sware:
beřastî mirdine
pîrbał:
mam wisû, ew pyawe le kwêwe bihênîn
bo ewey emey to efermûy
bîkat û henasey řeḧetîy hełkêşîn
wisû:
kes naye, pîrbał gyan kes naye
ew pyawe her êmeyn
kirdiman wa eykeyn û neşmankird
çaweřêy kes meken
kes naye
- wiçan, leser qisekirdin berdewame -
megeřên bo řêy tir
řêgeke tenya her yek řêye
cêgekeş yek cêye
wa ême lêreyn û ewîşe lewêye
ne ême bał egrîn, ne ewîş
heta zûş be firyay bikewîn
direnge, çî ełên?
- wiçan -
«hemû bêdeng ebin, lem kateda yekêk xoy eka be jûrda û řû ekate hemûyan»
wa dyare agatan lê nîye
pêş tozê
melay dê
êwe xoş.
«hemû temaşay yektirî eken, tarîkî».