çawî piř xwênim degêřim qîblekem peyda nîye

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 3 Xulek  1549 Dîtin
çawî piř xwênim degêřim qîblekem peyda nîye
nûrî çawim řoyîwe ya dîdekem bîna nîye?
wek neystan awrê berbote derûnim bendibend
dił ke herwek ney denałê dem be dem bêca nîye
ey çira leḧzêk mudara têr bibînê řeng û řût
werne perwaney ẍerîb can û diłî perwa nîye
bo nîsarî meqdemit ’umrêke degrîm řoj û şew
ta bekey gewherfişanî, çawekem derya nîye?
çî dekem, degrîm, desûtêm, awrî dił namrêtewe
çi bikem axir nûrî dîdem, sînekem sîna nîye
ger hezar car bê be koy zûxał be nûrî kêwî tûr
ew diłe, coyayî yek dîdarî wek mûsa nîye
hat û řûy wa kird û dunyay kirde nałey ’aşiqan
da nełên nayê qyamet, řojî waweyla nîye
ḧełqe ḧełqe tarî zulifit xiste ser řûy nazenîn
da nełên řoj ḧełqegoşî mahî şew’ara nîye
pêkenî memnûnî kirdim, zulfekey damê be dił
da nełên şekkerfiroşî ême xoşsewda nîye
xom beser gêřa kutim: qurban perêşanî bese!
swêndî xward bew zulfe wesiłim ’eynî sergerdanîye
men’î nałînim le şewqî gerden û řûy xot meke
bulbulî subḧî behar bê şîn û waweyla nîye
dił ke bestey zulfe lew lêwane meḧřûmî meke
bê şeker em tûtîye najî ke hêndustanîye
ga be naz, gahê be ẍemze memde ber tîẍî birot
kuştinî ’aşiq be hîç dînêkî qurban ça nîye
ba firîbî min neda wa’îz be gułzarî îrem
’aşiqî řûy to be hewyay cinة alim’ewîErebî nîye
ger hemû ’alem biłên: mecnûne, ta demirim dełêm:
herdû dunya qîmetî dîdarî yek leyla nîye
dad le dest ḧusinit ke zulifit nabê bê nałey diłan
arê arê da’îrey şahane bêẍewẍa nîye?
çit le wesłî zulfî min? fermû wefayîNasnava edebî ha demim
talîbî ’eyşî ebed be, ’umrî dunya fanîye
sed hezar dił pêkenî wek guł bedem badî beheşt
ya henasey canfezay gułzarî ẍewsî sanîye?
canşînî ḧezretî ẍus alxilayqErebî qutbî ḧeq
fer’î tahaNava taybet esłî yasînNava taybet newberî geylanîye
řewşenî çaw û qulûbî ’arîfe ’eksî diłî
kêwî tûre, mezherî nûre, kilî subḧanîye
pêy leser şanî hemû welyane ceddî xoy dełê
cêy leser çawane şah û şanşînî sanîye