ta be ta lew řoje to zulifit be řûda xistewe

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  683 Dîtin
ta be ta lew řoje to zulifit be řûda xistewe
min le sayey zulf û řûy to řojî řûnakim şewe
da bizanin xet le dewrî ’arîzî hat û kutî:
«herçî neydîwe şew û řoj nûr û zulmet pêkewe!»
dił leser taqî biroy xoy xiste dawî zulfî xaw
qîblekem gořawe boye pêm be dawî kufrewe
řoḧî şîrînim be çawan wa be zarî demkujê
qed nełê: daxo ewe ferhade yaxo xesrewe?
çunke dił ’aşiq be ebroy bû be dawî zulfî best
ḧeqye zincîrî bika dêwaneyî mahî newe
min weha zû mestî mey nabim be neş’ey çaweket
mergî min saqî legeł ew came lêwit bênewe
to wefayîNasnava edebît kuştuwe îsbatî kułmî sûrte
řoj ke gîrabê nîşaney qetłî mezłûman ewe