şadî gerdî xem çon nedo we bad
Li pirtûka:
Dîwanî Mewlewî
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
1 Xulek
1192 Dîtin
şadî gerdî xem çon nedo we bad
xem çon we yagey şadî nebo şad
azîz, we kerem min tełeb kerden
min derdî dûrî tewanam berden
dił çon weş nebo, gyan çon netawo
leyl întîzar bo, mecnûn neyawo
bê’emrî ferman azîz ta wekey
hay derwêş, neyçî, meyçî, def, mey, ney
beł bałî beydax taqet ew pa bo
boy te’sîrî bezim bedreqey řa bo
def asa bew soz nałe û sedawe
řû ew yaran bû, pişt ew dimawe
des gêrû ne ser seday ney pey pey
ta we întîhay ew ser seday ney
çun pyałey saf derûn ce mey keyl
binmanû xas xas ’eksî çîhrey leyl