řoḧim be fîdat ey gułî gułzarî medîne

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  1986 Dîtin
řoḧim be fîdat ey gułî gułzarî medîne
lutifit hebê řû wa bike meqsûdî me, dîne
bew cêge bûyte şeref û qurb û meqamit
lutifit bibê bimbexşe were curmê mebîne
derman meke, hatûme ḧekîmî hemû derdan!
derman bike cergim ke hemû konebrîne
’umrêke denałim be umêdî gułî zarit
carêkî bifermû ke çi haware? çi şîne?
feřzen hemû dunya min û ’umrî xizirim bû
bê cennetî řûy to çi ḧeyatêke? çi jîne?
îḧsanî guł û xakî derî pakî le çawda
boyêke felek ta heye çawî le zemîne
řewşen bike çawim be kilî xakî derî xot
bew ’îzzete ferşî qedemit ’erşî berîne
zulifit le dûla şad û guşadin be cemałit
kwa ehlî şîmalî? hemû esḧabî yemîne
mewqûfî nîgahêke bifermû be teřeḧḧum
jengawîye awî nîye awêneyî sîne
pabendî îşarêke derî ke le derûnim
xudbînî û buxil û ḧesed û nîxwet û kîne
bew xał û xet û sûřetî gîsûy hete ḧeqye
manîNava taybet ke perêşanî senemxaneyî çîne
naydem be hemû dewłetî dinya û qyamet
carê be wefayîNasnava edebî ke biłê kelbî emîne