xetî azadî ew řoje be min da diłistanî min

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  931 Dîtin
xetî azadî ew řoje be min da diłistanî min
ke serwî qametî teşrîfî hêna baẍî canî min
erê ey wesłî gułzarit ḧeyatî cawîdanî min
erê ey çawî bîmarit tebîbî mîhrebanî min
ke seyrî ḧîkmetî zarî be ’eksî zulf û çawî kewt
çi zû şêwa be camêk bade, ’eqłî nuktezanî min?
du’ay ředid û qebûł derḧeq be zulfî kird û gîra bû
îlahî têk neçê ’umrî dirêjî baẍebanî min!
be ’îşwey zulfekey tom da hemû sebir û qerarî xom
be neş’ey çawekey to çû hemû tab û tewanî min
serî zulifit çîye? ’umrî dirêjim, tûlî amalim!
qedî berizit çîye? serwî çemen, řoḧî řewanî min!
le kin to hat le çerxî heftemîn řabird û netzanî
’eceb mam boç negeyye ’alemî bała fuẍanî min!
eger mecnûnî to nîm leylekey bêmeylekem boçî:
le her kûçêk û bazařêkîdaye dastanî min?
le ser çahî zenexdan dê û deçê řuḧmî nîye zulifit
ferengî řojpereste, kafre zîndanewanî min
be daẍî zulf û xałî to qetarey besuwe firmêskim
xeyałî çîn û maçînî leserda karwanî min
kutim: kwa ḧusneket? ’enberfiroşî zulfekey fermûy:
ḧebeş îslamî dagirt, têk çuwe dewr û dukanî min
legeł abî ḧeyat çibkem? be toye zîndegî řoḧim
mesîḧa bo çî bê? qurban etoy aramî canî min!
le daẍî xałî ser lêwit diłim piř xwên û xwênawe
ke hîndûzade bote meḧremî řazî nîhanî min
nexoşî çaweket, xwênî wefayîNasnava edebî bote dermanî
fîdat bim, zîz mebe, ha bimkuje derdit le gyanî min