xoşewîstî

Li pirtûka:
Zewî Sext û Asman Dûr
Berhema:
Marif Aẍayî (1966-1998)
 1 Xulek  1233 Dîtin
asman be qed min
estêrekanî xoş wîstibaye,
hîç estêreyek
danedeřja.
 
zerya be qed min
masîyekanî xoş wîstibaye,
hergîz denûkî masîgrekan
nedebuwe tabût.
 
çya be qed min
befrî xoş wîstiba,
ya her çwar werzan befrî demawe,
ya xoyşî legeł ewa detwawe.
bełam daxekem
awatim: asman, zerya û çyaye
xoyşim: estêre û masî û befirim.