qeqnes

Li pirtûka:
Řengaɫe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 4 Xulek  1135 Dîtin
dîdenîm ke
wam leber jûrî dwaşî’ra řawestawim.
çiředûkełî pêçxiwardûy
werze namoy em xełwetem
pepke marin
le jîlemoy naw qefezî singima nebêt
oqre nagirin!
dîdenîm ke!
were û serê bikêşe ew temey bêzar bûnim
le tewnî em dûrîyeda
hełî’epêçête gyanim
lûl, lûlim eda û
emda be dem řûbarêkî serkêşewe
«řûbareke ciłewî xoy
be des zemanewe piçřan
ew her ewende ezanê ke îsteke
bixinkênê û derbes nîye»
dîdenîm ke
şanî řazim dadawete ser lêwarî
take pencerey nîgay to
min lewêwe bazî temaşam enêrme
ser sereřêy çaweřwanît
bem řojgare
min janêkî kêwîlem û be kejî çaweřwanîta
eçme serê û dême xwarê
dême xwarê û eçme serê
bem şewgare
keştîyekim weřisbûnim empiçřênê û
şepolî wêł
emda be nûkî tełzime tîjekanî
řoxî azarî dinyada.
çaweřwantim
«baz eřwat û ke dêtewe
çawekanî lim xwardûnî
to ezanî limî tînû heta îste
çend asogey xinkanduwe?!
çend henasey diłdaranî wek «mewlane»y
kirduwe be jêr girdołkekanî xoyewe?»
mewlane nîm
bipirse mewlane dêt û
ew şarezay kun û qujbinî azar û
wiłatanî xołemêş û hełwerîne.
ba singî xoyt nîşan dat
ca bibîne:
çi kîşwerê cêgey lenawya botewe!
- çawit epeřête piştî serit -
ew, le geştî bêdengî naw hełqirçanya
xwa hawřêy řêwbanî bû
ew, bazê bû dû pirşingî
le çawî xwa kirdibowe û pêyan efřî.
qeqnesê bû
berz ebowe û, berz ebowe û
heta leşî le ateşgey
derûnî yezdan ber’eda.
lew serewe legeł befrî řoḧî ewda
kilûy firîştey sipî bû
ehatewe bo ser zemîn.
ey min çî bikem?!
mewlane nîm
firîşte nîm û
qeqnes nîm.
bałekanî min be giřî dozexî leşim esûtên.
- gyanim ewê-
tenya diłopî aramî mewlane bikeyte gerûm
bese bo ewey ke biçme kołî ẍerîb û
bese bo ewey ciłewî ziryan kem û
kêşî kem heta berdemit!
mewlane nîm û çaw le xwa netrûkênim ta esûtêm
mewlane nîm û be kwêrîy biçim desî çaw saẍekan bigirim
byanbeme ber baregay
nihênîyekanî mirdin û hergîz siłîş nekemewe
ew be byabanî ewt:
- wa ezanî tînûm ekeyt?
ey nazanî min dem enêm be pilûskî
nûrêkewe, le serçawey diłî xwawe heł’equłê?
wa ezanî kiławřojney xełwetekey hîndistanim
lê egrît û nazanî min
le her kwê bim, řoj lewêye!
gułebeřojeye ’eşqim
legeł çawî pakî yarda
pişkoye
esûřêtewe
pêt nagîrê!
dîdenîm ke
pizîzkêkî ew pişkoyem bo bihêne.
ey mewlane!
to ewende lebnî kanîy diłî xwa wird bûytewe
heta çawit le kalaney hatne derê û bûn be masî.
to ewende gwêt bo bangî deẍłî birsî û
sozî hejaranî řewend řagirt,
ta bîstinit bûn be bînîn!
- kwa mewlane?!
gomî lîxin dûrgeyekî xoy nuqim kird
ke řûn bowe le daxanda lêwî řoxî
xoy bo kiroşt.
îsteş ke aw haje ekat
gwêy lê bigre ewe giryane bo dûrgeye û
basî ekat!
dîdenîm ke!
em haware
bêdengey min, çon ebîsî?!
ke weřisbûn e’ałête dîdekanim
lêłyan ekat!
îtir serinc masîyekanî binî řoḧî
to nabînê
xwam lê dûr ekewêtewe!
- bo ewey le xwa nizîk bîtewe
le dûrîta sewdaserî sûtanî ber
çirakey be.
boye samnakîy daristan
le çiřîda xoy mat dawe.
heta hetaw be birîndarîy bîgatê.
boye byabanîş awî aware kirduwe
heta tînû be xinkawîy xoy bîgatê.
dîdenîm ke
çaweřwantim!